Ez ji te ra çi bibêjim?
Riza Çolpan
Xwendevanên
hêja, sal 1951, di çardehê meha Avrêlê, roja Çarşemê
ez li gundê xwe derketim, bûm terkîwelat. Ango piştî
şeş meh, tam dibe şêşt sal. Fîlma
şêşt salan, îro li ber çavên min bûye dîdemek
reş û nexweş. Bi gotinek
dî, fîlma tijî êş
û jan, kul û birîn, axîn û keser. Çira ez li welatê xwe derketim? Helbet sedem hebûn.
Sedemên wê demê ji min ra xerîb bûn,
ez nezanê wan bûm. Lê dûra?
Dûra jî bi hezaran, bi mîlyonan kesên
Kurd wek min bûn terkîwelat ji ber zilm û zora dewleta
barbar, ji ber aborîya xizan, ji ber şerê qirêj.
Bi taybetî jî jibo şerê qirêj, şerê ku di sala 1984’da destpêbû,
heya roja îro jî domdike, di nav du agiran da, çêtir dîtin,
ango tercîh.
Ez li ser gelek tiştan, bi taybetî jî li ser gelşa jîyana civakî,
di sala 1962’yanda şîyar bûm. Di sala 1966’an da ez komînîstekî nezan û tûj, li pey “Şoreşa
Proleterya a cîhanî” ketibûm. Ango raman
û nêtek usa nebûyî û îtopîk. Ez bawer im di wê demê da ez çavkor bûm, çav korên wek min jî pirr
bûn di nav Kurdan da. Bav û kalên
me bi sedsalan, em jî di destpêka ciwantîya xwe da, di
bin nîrê zilm û zora dijmin da dinalîyan, me rewşa
welatê xwe nedidît, em rabûbûn li pey îtopîkek bêreng
û reş ketibûn. Olqa bindestîyê
di stuyê me da radişîya, çavên me nedidît.
Lê pirr neçû em li xwe hesîyan, lê gelek
jî dereng man.
Di
sala 1975’an da ez bûm nasê rêxistin
û têkoşerên gelê xwe, vêca jî Rizgarîya Kurd û Kurdistan ji min ra bû hêvîyek bê tixûb. Di wê rojê şuve,
her şev di xewna min da Kurdistanek Adzad û Serbixwe
hebû, heya roja îro jî ez vê xewnê dibînim, lê carna hin
gotinên xwedêgiravî serokekî Kurd hêvîya dilê min dişkînî;
ku ew serok jî Avdila Ocalan bi xwe ye. Avdila
û rêxistina wî li pêş Rizgarîya Kurdistan bûne bela,
bûne qeda.
Xwendevanên delal, gelek car in dibêjim, dubare dikim, cîhan biçûk bûye, ketîye
qutîyek çar koşe, vedikê her tiştî têda dibînî.
Min di roja 3-11-2010’da gotara Yasemîn Çongar di rojnama Taraf da
xwend, cinên cîhanê hatin di koda serê min da kom bûn;
min nezanî ku çi bibêjim, îro jî dîsa wek berê me, bi
hêrs im. Yasemîn Çongar di vê gotara
xwe da qal û behsa çûyîna Aysel Tûxlûk, jibo dîtina Avdila
Ocalan dike. Avdilla di wê hevdîtinê
da heft pêşnîyar û daxwazên xwe rêz dike; lê ez naxwazim
li ser hemû babet û rêzan bisekinim, tenê dixwazim li
ser xeta şeşem rawestim çend tiştan jê-bipirsim,
dûra jî ji we ra kesera xwe ya şêşt salî bi
çarînan bînim ziman, we jî ji kesera dilê xwe ra bikim
şîrik.
Belê,
Avdilla di pêşnîyara şeşem da: “Ez dixwazim
em Kurd û Tirk bi hevra bijîn. Tiştên ku ez pêşnîyar
dikim, di wan da çucar dewletek cihê tune” dibêje. Belê,
eynî usa dibêje serokê neteweyî, rêber û peyxamberê Kurd.
Ji ber ku hinek Kurdan ew ji
xwe ra kirine peyxamber, ku heye Xwedê nepejirîne.
Xwendevanên ezîz, ez diwanzdeh sal ji Avdilla mezintir im.
Wexta ku ew û navê wî derket,
ez di nav xebatek Kurdwarî da bûm. Kek Kemal Bûrkay jibo
derketin û çavsorîya wî û rêxistna wî pirtûkek nivîsî bû, di wê pirtûkê da dûr û dirêj qal
û behsa Avdilla, rêxistina wî û bernama Partîya PKK dikir.
Ez bawer im gelek kesan ew pirtûk
xwendîye. Avdo çito derketîye, çi gotîye,
hemû yek û yek anîye ber çavan. Dûra me hemû gotin
û kirinên wî di rojnama wan a partîyê, Serxwebûn û Berxwedanê
da jî bi salan xwend. Avdilla çi dixwast û çi digot?.
Roja ku bi peymanî hat girtin
bû dîlê sexte, dev ji hemû tiştan berda, li hember
dijmin serê me tewand, bû pisîk, lê mirûdan nedît, “ev
taktîk e” gotin, îro jî dibêjin.
Niha ez wek Kurdekî welatparêz ji Avdilla pirs bikim. Hemin ku te tiştek nedixwast, çira tu derketî holê jibo Kurdan?
Ka te digot “divê em gîyana Medya
rakin” çi bû ew gîyana Medya, çû ku? Kuro
çira tu bûy Astiyagers, te û
Harpagosên te welat bi tevahî dan dijmin. Te çira nêzî
şeş milyon Kurd kir
koçebar, şand metropolên dijmin, li wir namûsa me
kir pênc pere? Ma tu dizanî ew
dayîk, keç û bûkên me di wan deran da çito dijîn? Lê
kur ciwanên me? Çira te ew erdnîgrîya me ya wek bihişt kavil kir, vala kir,
ji beraz, kund û rovîyan ra hîşt, kir seyran? Çira
te bi wî şerê xwe yê qirêj
ve çar hezar gund vala kir? Hemin ku te tiştek nedixwast, çira bûy sedemê evqas xeseran. Kuro
te çira pênce hezar xortên Kurd
jibo pejnê xwe cangorî kir? Te çira
sêzdeh hezar xort di nav rêxistina xwe da kuşt?
Ma ewqas kes xayîn bûn? Lê tu
çi yî?..... Kuro kê ji te
ra got, Kurd veqetinê naxwazin? Ma hemû Kurd xulam û mirûdên
te ne? Hemû
Kurd PKK’î ne? Çira em li mala xwe, li ser erdê bav u kalên xwe li tev Tirk bijîn? Em
dixwazin ji Tirk, Ereb û Faris ra bibin cîran, cîranên
hev hezkirî, di nav aştîyê da. Ji xwe bîrneke, her
kes dixwaze di mala xwe da bibe xweşmêr, ango efendî.
Eger tu dixwazî li tev Tirkan bijî, ew kar û daxwazîya
te ye, lê ne yê hemû Kurdan e.
Avdilla,
te gelek xeser gîhand gelê Kurd. Min dixwast ew bihişta
min, dîsa wek berê bibana warê mêr û mêrxwasan, bibana
lana şêran, lê te şêr kuştin, di dewsa
wan da rovî anîn li ser wî erdê pîroz cîwar kir. Êhhh
Avdilla, ez ji te ra çi bibêjim...........
Xwendevanên
hêja, ez kesera Şêşt Salî usa tînim ziman.
Min
Nedît Welatek Wek Welatê Xwe
Gerîyam
li cîhan, ez welat-welat
Min nedît welatek wek welatê
xwe
Amed, Cizîra Botan tev birc
û kelat
Min nedît welatek wek welatê
xwe
Dersim,
Riha, Mêrdîn, Mahabad, Hewlêr
Warê mêr-mêrxwasan lana piling,
şêr
Li her derê sifir, nift û zîv
û zêr
Min nedît welatek wek welatê
xwe
Çem kanîyên
avsar, deşt, çîya, zozan
Dîdema gund-goman, gelîya Barzan
Bin holikên çilo raketin, razan
Min nedît welatek wek welatê
xwe.
Pirr xweş
û şîrîn e, çar demên salê
Zivistana sîs-berf ser pişta
malê
Nêçîrvanên kewan li Kûpik, Dalê
Min nedît welatek wek welatê
xwe.
Bîst yekê
Adarê cejna Newroz e
Li her derê agir roja pîroz
e
Dirizin şîn dibin, gîya,
çirpoz e
Min nedît welatek wek welatê
xwe
Dengê pepûk-kewan,
bilbil şelûlan
Rengê mexik-beybûn, nêrgiz û
gulan
Bîhna wan jîn dide nexweş
û kalan
Min nedît welatek wek welatê
xwe.
Havîna germ
xweşik, gîşt rez û bostan
Bêrîvan xwe dikin reng bi reng
fîstan
Bihişta Kurdan e, ew erd
Kurdistan
Min nedît welatek wek welatê
xwe
Kalandina
mî û berx û karikan
Guftgoyên pîran li tev canikan
Lê tama sêv-hêrmî, gîjok, xîlokan?
Min nedît welatek wek welatê
xwe
Germika
Golanê, lê yên Baxînê?
Bin ezmanê şîn da cîyên
evîne
Evîndar li wir in,
wek Mem û Zînê
Min nedît welatek
wek welatê xwe
Çi
bixwazî heye li ser axa wê
Bi hezaran nebat, li ser in
hevrê
Ji bîrnakim çucar gurzên genim,
cê
Min nedît welatek wek welatê
xwe
Çîyay Sîpan,
Cûdî, Nemrût, Ararat
Çemê Minzûr, Xarçik, Dijle û
Firat
Av-kanîyên Bîngol, zozanên Serhat
Min nedît welatek wek welatê
xwe
Welatê min
bihişt, lê jîyan doj e
Li ser hêwirîye Roma mêrkuj
e
Zilm û zora wê jehr, axûye,
tûj e
Min nedît welatek wek welatê
xwe
Çiqas salix
bidim dîsa jî kêm e
Histêr çavên min da wek ava
çêm e
Digîrim ez her roj,
dil tijî xem e
Min nedît welatek
wek welatê xwe
Şêşt
sal hatin çûn ji welêt dûr im
Dikşînim keserê
ez birîn kûr im
Temen bû heftê çar,
êdî pîr-kal im
Min nedît welatek
wek welatê xwe
Riza
me dibêjim ”ax li min welat”
Har-hovan nehîşt ku Kurd
bibin felat
Li başûrê cîhan derd bûne
qat-qat
Min nedît welatek wek welatê xwe.
22-4-2010 Sydney.
Ev helbest di pirtûka mina dûwayî “KESERA ŞÊŞT SALΔ
da di nav weşanên Dozê da derket.
Silav û rêz. Riza ÇOLPAN
Têbînî:
Min
di Dengê Kurdistan da xwend,
HAK-PAR ê Komcivîna xwe ya çarem civandîye, Komcivîn bi
serfirazî derbaz bûye, kek Bayram dîsa hatîye bijartin.
Ez ji wî û hemû rêvebir û endamên HAK-PAR
ê ra serkefin dixwazim.
Bimînin
di xweşîyê da.
|