Ku Heye Xwedê Nepejirîne
Riza
Çolpan
Ji Awistûralya, ji xwendevanên Dema Nû, Dengê Kurdistan û
hemû Kurdperwerên Kurdistan ra silav û rêz.
Xwendevanên delal,
lal, ev e çend meh ne ku agirekî wek lehîya agirpêj di Rojhilata
Navîn da diherike, xwîna mirovan, zar û zêçan di nav xwe
da dikelîne û ziwa dike. Li Tûnisê çirûskên agir jibo
azadî û demokrasîyê pêket, belav bû, xurrîyê xwe gîhand
Misirê, li wir berî da Lîbyayê, Yemenê, dûra jî Sûrîyê.
Zalimên Rojhilata Navîn di dîroka mirovatîyê da her bi
nav û deng in. Firawûnên Misirê, Dehaqên Asûr, Şahên
Faris, Xelîfeyên Ereb, dûra jî padîşahên Serçûkan
û Osmanîyan, îro jî nevîçûk û şûrkêşên wan,
wek Gurên Gewr, Talîban, Hammas, Hizbullah û alîgirên
Ayettullah Xûmeynî, xwîna mirovan dirijînin û bi xwînê,
bi malê dinê têr nabin. Zalimên wê erdnîgarîya qedim ocaxê
kesîb û jaran kor dikin, zar û zêçan, pîr û kalan, keç,
bûk û xortên ciwan dikujin, jibo dewr û dewrana desthilatdarîya
xwe û dewlemendîyê, zewq û sefa cîhana fanî û derewîn.
Lê li Tirkîyê? Ez bawer im di sî (30) salên rabirdû da, heya
roja îro lehîya xwînê wek çemê Dijle û Firatê li ser erdê
Kurdistana Bakûr diherike. Her roj xort û keçên Kurt tên
kuştin, gund û warê gelê Kurd tên şewitandin.
Li milekî ev rewşa zalim, barbar û xeder, li milê
dî, îcar rewşa hilbijartina diwanzdehê Heziranê û
provakasyonên ku li wî welatî rûdidin û diqewimin, bêtir
tirsê dike dilê mirov. Di heqê wan bûyer û qewimandinan
da Kek Kemal Bûrkay, gotarek dûr û dirêj, analîzek rast
û objektîf nivîsîye, lê gelo alîgirên PKK ji wê rastîyê
ra çi dibêjin? Gelê Kurd çiqas şîyar e li ser dek
û dolavên dewleta kûr û gotinên girava Îmralî? Mahmût
Alinak wênekî xeter tîne ber çavê gelê Kurd, peyxamberê
kesîban li wir ayetan ji wan ra dişîne “Piştî
panzdehê Heziranê, dê qîyamet li jor dakeve jêr, erd û
asîman serhev-binhev bibe” dibêje. Li alîkî ev gefxwarin
û tirsdayîn, li milê dî, rewşa gelê Kurd li Bakûrê
Kurdistan min dikesirîne, dilê min dax dike. Bi rastî
carna ez şaş û metal dimînim jibo rewşa
gelê xwe. Di sedsala bîst û yekî, cîhanek pêşketî
û nûjen da, gelê min li hember çavê hemû cîhan, çucar
rastî û şaşîyan nabîne, bi rik tevdigere, guh
nade kesên xudan hiş û xudan cêribandinên dîrokî,
li hember çavê hemû cîhan wek kevneyarên dîrokek deh hezar
salî, diçe jibo rojbûyîna serok -ku ez sedî sed bawer
im ew di çarê (4) Avrêlê, ango Nîsanê da ji dayîk nebûye,
dewleta zalim di nasnama wî da ew dîrok û roj nivîsîye-
diçe dîwarê mala wî maç dike, axa derê malê jî digire
ji xwe ra dibe dike teberik; Leyla Zana bûl û xûz dibe,
destê xuşka peyxamber maç dike. Ax li serê min, ax
li serê min, ez jibo gelê xwe gelek şermezar bûm
û berketim. Ku heye Xwedê hiş bide vî gelî, amîn.
Xwendevanên hêja, qet ji bîra min da naçe; di wexta şerê
Kendavê, di sala 1991’î da, ku bi sed hezaran gelê Kurd
li ber zilm û zora Saddamê xwînxwar, ketibû bin berf û
pûkê, li ser çîyan dimir, hemû gelê Awistûralya jî ew
rewşa di ekranê têlewîzyonan da didît, ji me Kurdan bêtir xemgîn dibû. Li Melbûrnê lawikekî deh salî
bi gîrî û bi hêrs, pê pêsîra bavê xwe digire, ji bavê
xwe ra: “Bavo divê tu ji vî gelî ra bibî alîkar” dibêje û digîre. Ango di wê demê
da sempatîyek usa di nav gel û hûrgelên -Ji bil Tirk,
Ereb û Farisan- vî welatî da hebû; lê wexta ku vî gelî
di ekranê têlewîzyonan da maça Celal Talabanî li ser gepê
Saddamê faşîst da dît, cîranek min nav “Marilyîn”
di berbanga sibê da hat pêş derê min -Wê ji min ra
Riçhard” digot- ji min ra “Rîçhard, pu-pu, te dît serokê
we çito Saddamê faşîst, dijminê xwe yê zalim maç
dikir” got û kelegîrî bû û ew sempatîya hat şikandin.
Di wan rojan da ez jî, ji pirtûka xwe ya “Hîroşîma
Duwem Helebce” ra mijûl dibûm, ku rojekî bi
zû ji çapê ra amade bikim. Jibo wê maça Talabanî min di
çarînek xwe da usa digot: Eman, eman, eman, eman/ Helebce
bû mij û dûman/ Hember çavê hemû cîhan/ Talabanî seg maç
dikir.
Belê xwendevanên hêja, di wê rojê da dilê min gelek êşîyabû,
şermezar bûbûm li hember cîrana xwe Marîlyîn. Lê
gelo jibo sî (30) hezar mirûdan, ku
navê gelê Kurd li ser wan bû, çûbûn serdana
peyxamberê pêncemîn Apo, çi bibêjim? Ji kerema xwe hûn
bibêjin, bi xoşmêjî û bîrûbawerîyek usa ve, di vê
sedsala bîstan da em çito serkevin, çito rizgar bin û
bibin xudan dewlet? Yan jî dewletek bi çi rengî? Bawer
bikin wexta ku min ev nûçe bihîst û di têlewîzyonê da
jî dît, gelek şermezar bûm, berketim. Min xwast erd
biqelişe, ez jî di navda wenda bim.
Belê birayên delal, bi rojan ez jibo wê rewşa Kurd-birayên
xwe dikesirîyam, sê (3) roj berê jî birayê minê biçûk
Alî, ku min ew ji bavê xwe çar salî standibû, ango min
piştî mirina bavê xwe ew xwedî kiribû, zewicandibû,
anibû vî welatî, bi nexweşîya şêrpençe mir çû
heqîya xwe, îcar êşa dilê min bû du qat. Ew jî bûbû
mirûdekî peyxamberê pêncemîn Apo, mirûdan li ser cendegê
wî ramyarî, ango sîyaset dikirin, ku ew jî bêtir ji min
ra bû kul û derd. Wan malxiraban bira ji biran ra, xarzî
ji xalan ra kirin dijmin, rêz û rêzdarî, mezintî û biçûktî,
îtîram di nav gelda rakirin, tiştekî bi rûmet nehîştin.
Kur ji bav û bapîrê xwe ra, keçikê ji dîya xwe û dapîra
xwe ra “Heval” got, rêzdarî û evîna nav mezin û biçûkan
li holê rabû çû. Ku heye Xwedê nepejirîne, wekî dî ez
çi bibêjim
Min piştî mirina birayê xwe, du helbest nivîsî, li jêr
ez herduyan dê pêşkêşe we xwendevanên hêja bikim.
Zalima
Birçî û Har
Kesera welêt dikşînim
Lê welat dûr e
Birîn bêderman e
Pirr çal û kûr e
Ne bijîşkek hey
Ne Loqmanî Hekîm
Ketime hezazê dixeniqim
Her der herîye
Her der çamûr e
Çira hatim vir
Û vî welatî?
Kê ez li welêt dûrxistim?
Kî bû ew dijmin
Li gaz û tatan xistim?
Bahozê zaliman ez rakirim jor
Bin asîmanê şîn
Li hewa firandim
Berê min da cemsera başûr
Li ser kîşwera Asya û Afrîqa derbas bûm
Hatim nêzî Japon
Endonezya û Çîn
Êdî ez kal im
Xudan derd û kul
Digîrim her roj
Ez bûme bilbil
Li welêt dûr
Mirina birê dibînim
Birîn kûr bûye
Ez dil bi şîn im
Hêzek min jî dikşîne
Ber bi tarîyê
Ku biniximîne laşê min jî
Bi axê
Bi herîyê
Dûwayî ya jîyanê usa ye
ibo her jîndar
Mirin hûtek heft serî ye
Dixwe herkesî
Zalima birçî û har.
Jîyan û Hosîya Min
Jîyan, jîyan, jîyan, jîyan
Bo jîndaran xan e cîhan
Herkes têda dibe mêvan
Mîr, Beg, Axa, Şah û Gavan
Kes namîne li cîhanê
Bê dûwayî li vê xan e
Rêwîtîyek dor bi dor e
Meşek dijwar ber bi gor e
Ew gor tarî, teng û sar e
Li wir tune heval, yar e
Kes nebêje “Ez dimînim
Li cîhanê disekinim”
Cîyê her mirovî gor e
Ev rastîye, lê pirr zor e
Bo mirinê mal, milk, hebûn
Nabe bertîl jibo şabûn
Bin erdê da tiştek nîn e
Ne bihişt-doj, nan û rûn e
Mar û mişk in hevalên te
Tev bixukan ew goştên te
Bixwin, hestî dibin xwelî
Bin erdê da mîlyar salî
Li wir ew jî tev dibin ax
Cardin nabî mirovê sax
Usa ya jîyana jîndar
Qet têr nabe mirina har
Dê ew bixwe vî Rizê Gur
Bike çala tarî û kûr
Lê ez naxwazim wê çalê
Li Kûpikê, Xelan, Dalê (1)
Hezkirîyên xwe ra bêjim
Ez dîn im, ne jî gêj im
Naxwazim ez gîrî û şîn
Diwa, ayetên ol û dîn
Bixwin, vexwin reqî, şerav
Bi eşq û kêf, her dem, her gav
Bişewtînin tev laşê min
Axê bibin hûn gundê min
Belav bikin li ser Gazê
Bi govend û tembûr, sazê
Lê bi dengê Şivan Perwer
Kasetekî hûn daynin ser
Ey Reqîb ji min ra quran
Tika ye ev, bo zar, biran
Li tev strana “Kîne Em”
Bigrin govend, tunebe xem
Ronahî ye evîna min
Bin rojê da xwelîya min
Ji tavê ra bibe heval
Mîlyar-mîlyar, roj, meh û sal
Bibim nêrgiz, gul-gulistan
Li ser axa Kurd-Kurdistan
Gelê min bîhnke gula min
Dê her şa be gîyana min
Gîyana min, ristên min in
Bîhnkêşên gulan jî hûn in
Ev e daxwaz, hosîya min
Jibo malbat, zar-zêçên min.
----------------------------------------------------
(1)
Xelan û Dal,
gundê kalikê min in
14-5-2011 Sydney. Rojek li pey mirina birayê min Alî
|