Roja
Vegera Kemal Burkay
Hevalê me Kemal Burkay piştî 31 sal û 4 mehan vedigere
walat. Burkay hîn salek berê eşkere kiri bû ku vegere.
Lê berî vegerê hin kar û barê xwe temam kir, wekî herdu
cîldê bîranînên xwe yên mayî ji bo çapê hazir kîr. Burkay
dixwest di nîsan-gulana îsal da vegere, lê jî ber hilbîjartinê
tehîr kir.
Burkay duh, 7ê Tîrmehê bilêta xwe birî û ajansa CİHAN’ê
ra eşkere kir ku 30ê Tîrmehê, roja şemîyê jî
Stokholmê dîçe Îstembolê.
Xebera ajansa CİHAN’ê usa ye:
“Burkay piştî 376 mehan vedigere
welat”
“Rewşenbîrê Kurd Kemal Burkay, wekî xethelbesta
xwe ya bi nav û deng ‘Av û hewa diguhure, dibe Derya Sipî,
rûken be’, piştî 31 sal û 4 mehan vedigere welat.
Burkay cara pêşîn ji CİHAN’ê ra eşkere
kir ku êdî dawîya xurbetîya 376 mehan tîne û got: “Ez
ji kesî ne xeyîdî me, ez têm ku tevî kar û xebata ji bo
aşitî û demokratîyê bîm. Welatê me gelek sal winda
kirin.”
“Şair û sîyasetmedarê Kurd Kemal Burkay ku ji 31
salan zêdetir e mecbûr ma ye li Swêdê bijî, di hevpeyvîna
xwe ya bi CİHAN’ê da got ku di 30 Tîrmehê roja Şemîyê
saet 12.20 bi balafira THY ji Stokholmê radibe û di saet
16.45 dadikeve Îstembolê, Balafirgeha Ataturk. Burkay
hest û planên xwe yên vegerê ji nûçegihanê Cîhanê ra usa
got:
“Ez di destpêka meha Nîsanê da ji welat derketim, û ji
ber derba eskerî ya 12 Îlonê nekarîm vegerîm. Yek ji wan
kesan bûm ku ji himwelatîyê jî hatibûm derxistin. Lê piştra,
di dema Ozal, sala 1992’yan da qanûnek derket û himwelatîya
me şunda dan. Hîn di sala 1993’yan da Wezîrê Hundir
ya wê demê Îsmet Sezgîn got: ‘Burkay dikare bi serbestî
vegere.” Lê wan salan li welat rewş gelek xirab bû,
min ew bangeke realîst ne dît û venegerîm.
“Min qasî salek berê (sala 1910) biryara xwe dabû ku
vegerim. Di vê navberê da min hin kar û barê xwe temam
kir. Wekî du cildên mayî yên bîranînên xwe ji bo çapê
hazir kir û li benda derbazbûna hilbijartinê mam.”
Min texmîn nekir ku vêcar xurbet ewqas dirêj be, lê
tucar bêzar û bêhêvî nebûm
Di heqê vê mideta dirêj li xurbetê jî Burkay usa got:
“Dema ji welat derketim ne hat bîra min ku xurbet ewqas
dirêj be, lê pir dirêj bû. Dema Cunta eskerî vekişîya
li pişt xwe bingeheke zagonî û sazî hiştin gor
dilê xwe. Ango rewşa piştî wê jî ji dema wê
tu ferqî tune bû. Hukumetên sîwîl ku piştî Cuntayê
hatin dest li vê sazîyê ne dan. Destûra 12 Îlonê çend
caran hat pînekirin û ma. Lê hêvîdar im, êdî dawîya wê
jî hatîye.”
Li ser pirsa me ya, di vê pêvajoya dirêj da waxta wî
çawa derbaz bûye, Burkay usa got: “Ewqas demeke dirêj
ji welat dûr bimînim jî, tuca bêzar û bêhêvî nebûm. Min
gor rewşa heyî him kar û barê xwe yê sîyasî bi rêva
bir, him jî di warê edebî da berhemên teze dan. Helbet
di vê yekê da, bi raya min, para îmkanên teknolojîk jî
heye. Salên 1980 û piştî wê ji demên berê gelek cudatir
e. Têlewîzyon, înternet û têlefona destan dûr kirine nêzik.
Mirov di saya wan da dikare li welat çi dibe nabe di wê
lehzê da hîn be. Her usa jî li hemû welatên Ewrûpê ji
welatê me xelk heye, wekî li her derê kolonî çêbûne. Li
bajarên ku em lê ne nas û dost ne kêm in. Ji malbata min
jî gelek kes li cem min bûn. Hingê mirov li van welatên
beyanî jî xwe wek beyanî nabîne.
Nivîsên min li weşanên ku li welat bi destê hevalê
me çap dibûn, derdiketin; kitêbên min jî li welat çap
dibûn. Li medyayê ambargoya li ser me jî carina sit dibû,
wek vê dema dawî.”
Welat pir waxt winda kir, pirs her çûn girantir bûn.
Burkay got: “Lê ev hemû wê rastîyê naguhirin ku ez mecbûr
mam 31 salê xwe li der welat derbaz bikim. Eger me bikariba
li welat bi serbestî sîyaset bikira, tesîra wê cuda dibû.
Ew firsend ji dest me hat girtin, lê vê yekê tu feyde
neda gel û welat. Serda jî gel û welatê me gelek tişt
winda kir. Pirsgirêk ne hatin çareserkirin û ji berê girantir
bûn. Me gelek waxt winda kir.”
Li ser pirsa Cîhanê, “ji ber van tiştan dilşikestî
yî, yan bi hêrs î?” Burkay usa bersîva me da: “Na, dîsa
jî ne dilşikestî me. Ez bextewar im ku cardin vedigerim
welatê xwe. Ez ji vir hada jî, çi ji dest min hat dê bikim
ji bo piştgirîya berxwedana heq û azadîya mirovên
me û ji bo aşitî û demokratîyê.”
De Rûken Be!
Ev şiêra bi nav û deng ya Kemal Burkay ku Sezen
Aksu jî wek stran dibêje, “De Rûken Be” usa ye:
De rûken be bila ewr biçin
Karker bi dil û can bixebitin, rûken be
Wekî din ez çawa nuh dibim
Dibe ku fîlmek tê bejêr
Daristanek ava dibe li çolan
Av û hewa diguhure, dibe Derya Sipî, rûken be
Aj û qamîşên min hebûn gelek
Çemên min, çaqilên min ên rengîn
Lê tu cuda yî, nîzam fêm dikî?
Wekî birçî me, ji dayik xeyîdî me
Bajar hemû ji min xeyîdî ye
Pisîkek min jî tune, nizam fêm dikî?
Av û hewa diguhure, dibe Derya Sipî, rûken be
|