|
Ciwanên
Komciwan Mannheim beşdarî “Roja Zarokan” bûn
Li bajarê Mannheim îsal jî wekî her sal Ahenga Zarokan
û Malbatan bi nasnavê "Kinderspektakel" li Luisenpark
hate kirin.Ev wek rojeke taybet ya zarokan û malbatan,
hersal di 20ê heyva 9a de tê çekirin.
Îsal KOMCIWAN-Mannheim jî bişdarî vê Ahenga Zarokan
bû, li ciyê ahengê çadireke kurdî vekir, li wir xwarinên
kurdî, pirtûk, CD yên kurdî yên muzîkê, alên kurdî, bendên
bi rengên kesk û sor û zer difirotin. Ciwanên KOMCIWANê
li ser komeleya xwe Kociwanê, Komkarê, gelê Kurd û Kurdistanê
agahdarî dan beşdarên çalakiyê. Komciwan jî yêk ji
wan 32 komelan bû yên xwe bi awayêkî baş da naskirin.
Herwiha ciwanên Komciwanê wêne li ser dêm û çavan
zarokan çêkirin û bi leystikan dilê gelek zarokan
xweş kirin.
Bi minasebeta vê roja keyîf û xweşîya zarokan, ciwanên
Komciwanê him piştgirîya mafên zarokan kirin û him
jî ji bo xelkê dan zanîn ka rewşa zarokên kurd li
Kurdistanê bi çi awayî ye. Li ser rewşa zarokên kurd,
bêparbûna wan ji jiyaneke bi ewle, bi saxlemî û mafê perwerdeya
zikmakî hat ravekirin û behs kirin. Bi vî awayî ciwanên
KOMCIWANê çalıkıyeke baş bi serfirazî pêk
anîn
Komciwan Mannheim
|