Ronakbiren Kurd: “Ji aliyê amaç
û hedefên xwe ve, ev şer nayê qebul kirin û
yê ku di vî şerî da bi serkeve dewleta Tirk
e.”
Hınak ronakbir, niviskar uu siyasetmedareen
kurd, bı hevra daxuyaniyek lı ser biryara
dawi ya Kongra Gel belav kırın. Ronakbireen
Kurd dı vee daxuyaniyee da gotın, ku “Ji
aliyê amaç û hedefê n xwe ve, ev şer nayê qebul
kirin û yê ku di vî şerî da bi serkeve dewleta
Tirk e” uu ji biir uu rayee Kurd xwastın, ku
dıji vee şeree derkevın Ronakbireen
kurd bang kırın, ku “yên ku dijî vî şerî
bê armanc in, werin ba hev û li ser bernameyek hevbeş
xebatê bikin.” Daxuyaniiya ronakbiireen Kurd bi
vii awayii ye:
“16’ê Sibatê, di sala 1999 an da, bi girtina serokê
PKK A.Öcalan va konsepteka sîyasî a nu, ku Ocalan
jêra „Komara Demokratik“ digot, destpêkir. Bi ya
vê konseptê, dev ji daxwazên Kurda yên neteweyî
û sîyasî hate berdan. Dîsa bi ya vê projeyê, serhildan
û berxwedanên Kurda yên sed sala borî, weki provakasyonên
bona parve kirina Tirkîyê hate nirxandin. Bîr û
bawerîya kemalîzmê, ya fermî, ku Kurdan yekcar qebûl
nedikir, hate pejirandin. Ocalan, xwe wek „Neteweperwerekî
Atatürkî“ nîşan da. Li ber dadigehê got; ku
"Tekoşîna çekdarî şaş û xelet
bû, li Tirkîyê rîya kar û xebatên demokratîk û aşitî
her tim hebû, îro jî her heye. Di tekoşîna
çekdarîyê da, serketina me sedî da sed jî hebe,
em ji vir şûnda ti car çek hilnadin destê xwe.”
Ragihand, ku dev ji xebatê çekdarî berdane.
“Gerillayên PKK bona ku nişan bidin, bi dilsozê
girêdayîya vê projeya ku jê mora Serkanêgiştîyê
Tirk dixûye, bi destûra Ocalan sengerên xwe berdan
û paş ve kişîyan başûrê Kurdistanê.
Lê belê êrişên dewleta Tirk di vê paşve
kişandinê da jî berdewam bû û di encema van
êrişan da, ji pênc sed gerillayê bêtir hatin
kuştin. Di eynê wextê da bi navê „Gruba Aşitîyê“
hêzên gerilla şandin Tirkîyê, lê ewan bi cezayên
giran hatin ceza kirin.
“Bi projeya „Komara Demokratîk“ gelê Kurd kete
bin manîplasyonek xurt û bi mabesta, ku carek din
Kurd entegreyê sîstema sîyasî ya Tirk bibin hate
hereket kirin. PKK’yê ji ortê rakirin. Komel û sazîyên
eşkere jî, gor wê projeyê, yan ji ortê hatin
rakirin yan jî nu ve hatin sererast kirin
“Di van pênç salên dawîyê da, li Tirîyê û Rojhilata
Navîn bûyerên sîyasî yên girîng qewimîn û hin jî
diqewimin.... Rûdana xweguhertinên girîng û dîrokî
di vê herêmê da nêzîk e. Bi operasyona hêzên hevpeyman
ya li dijî Iraq’ê, desketîyên girîng ketin destê
Kurdan. Dîsa di vê demê da li Tirkîyê, tabloyekî
nu a siyasî hate holê. Hikumetê, bona endametiya
Yekitîya Evrûpayê hinek guhartinên qanunî pêkanîn.
“Di dawîyê vê projeyê da, pirsgirikên navxweyî
di nav refên PKK’yê da pir bûn û PKK kete rîya ji
hev belav bûyînê. Êdî serokatîya Öcalan tê nîqaş
kirin.
“Dewlêta Veşartî”, ku ji guhertinên li Tirkîyê
ne rehet e, dixwazê bi vê bî ryara şer, pê
şîya pêvajo bigre. Hêzên militarîst, dixwazin
dîsa bi tenê bibin destilatadarê welêt. Bona şikandina
deskevtiyên Kurdistana Başûr û fetisandina
ronahiyê di vê beşê welatê me da, dixwazin
zirufên dest direjîyê pêk binin. Ji xwe ci û şunê
, ku biryara şer hatiye girtin, di bin qontrola
Serkanêgiştîyê Tirk da ye.
“Daxwazên, ku ji bo sedemên şerî hatine destnîşan
kirin, ne daxwazên gelê Kurd yên netewî û sîyasî
ne. Ji bona vê yekê ev şer, ne şerê gelê
Kurd e, ti berjewendiya gelê me di vê şerî
da tine ye.
“Ji aliyê amaç û hedefên xwe ve, ev şer nayê
qebul kirin û yê ku di vî şerî da bi serkeve
dewleta Tirk e.
Ev şer, li ser deskevtî û saziyên sîyasî
li Kurdistana Başûr xeter e. Ev şer, hencetan
dide destê dewleta Tirk, dakuêrîşê Kurdistana
Başûr bike.
“Dewleta Veşartî”, ku naxwaze Tirkiyê tev
lê pêvajoya endamtîya Yekitîya Ewropa bibe, hewcedarê
vî şerî ye.
Ji alîyê din ve, bona ku carek din pozîsyona sîyasî
û otorîteya Ocalan, di nav refên PKK da wek herdem
kar bike, pêwîstî bi vî şerî heye. Bi dest
pêkirina vî şerî ve, hakîmîyeta Ocalan, di
nav PKK da dê carek din bi cih bibe.
Bi kurtî:
Divê ev şer bê sekinandin. Divê dewlet dev
jê operasyonên xwe berde û gerillayên PKK jî êrîş
nekin. Herweha,pêwist e herdu alî jî, li Peymana
Cenewreyê ra rîayet bikin.
Divê dewleta Tirk dev jê sîyeseta nijadperest
berde daku ev dibe sebeba şer û divê zirufeka
demokratîk pêkbîne, daku gelê Kurd bikare çarenusi
xwe bigre destê xwe.
Divê PKK, dev ji daxwazên marjînal-kulturî berde
û têkoşîna xwe li ser mafên miletê Kurd yên
neteweyî, sîyasî û demokratî bimeşine.
Em bang dikin, yên ku dijî vî şerî bê armanc
in, werin ba hev û li ser bernameyekhevbeş
xebatê bikin.
Mahmut KILINÇ,
Nejdet BULDAN, Yilmaz ÇAMLIBEl, Ayhan ÇIFTÇI, Cuma
YAKUT, Hüseyin TURHALLI, Zeki ÖZTÜRK,
Murat DAĞDELEN, Mehmet BAYRAK, Eskerê BOYIK,
Ahmet ÇAMLIBEL, Munzur ÇEM, Cemil GÜNDOĞAN,
Musa KAVAL, A.Haydar KOÇ, Seyidxan KURIJ, Siraç
BİLGİN, Rezan DİYAR, Mehmet YAKUT,
Murat ÜLGEN, PIRKEMAl ,Sevda BERCILE , Fikret YILDIZ
, Hadi BAGHISTANI, Recep MARAŞLI, Arif BEYENCIR,
Elif İLBAY, Kenan Fani DOĞAN, Zınar
ÖZTÜRK, Kutbettin ÖZER, Abdullah KAYA, Yılmaz
KAYA, Behram ALABAY, Suna GÜVEN, Ali KARDAXOS, Serhat
MERT, Selim ÇÜRÜKKAYA, Baran HEMZE, Metin AYYILDIZ,
Ikram OĞUZ, Ferman ÇÜRÜKKAYA, BEDİL ,Mustafa
ALADAĞ, Veysı ÖZGÜR, Özcan SOYSAL, Bube
ESER, Hüseyın KIZILOCAK, Kazım TEMURLENK,
Nazif TELEK, Ümit KAYA, Necmeddın ALP, Serdar
Fettah MUSTAFA, Xeyri AKIN, Cafer DARICI, Brusk
SOLDUK, Ali DÖNERTAŞ, Baran KARA, Mustafa KISABACAK,
Bervarto ŞAHİN, Sait ÇÜRÜKKAYA, Mehmet
ECE, Serpil İNANÇ, Osman ÇINAR, Bekir ÜÇKEN,
MALMISANIJ, Ali ALXASİ, Dara CİBRAN, Fettah
TİMAR, Veli ABBAS, Sema AYDIN, Zeynel Abidin
HAN, M.Sıddık ÖLÇER, Yücel SÖNMEZ ,Mustafa
FİLİZ, M.Ali YILDIRIM
|