Em
tehdîda li ser ronakbîrên kurd protesto dikin
Di hevdîtinên awukatan ên li gel Abdullah Öcalan ên
18-ê Sibata 20011-ê de di beşên ji medyayê re eşkerenebûyî
de, Öcalan ji bo hin ronakbîrên kurd got ”divê hinek van
hiş bikin”. Piştî vê daxwiyaniyê di malpera
TAK-ê de bi belavokekê Şivan Perwer, Muhsin Kızılkaya
û Mehmet Metiner bi kuştinê hatin tehdîdkirin. Dîsa
tehdîdên Öcalan û hin berpirsên PKK-ê yên li ser Kemal
Burkay hene. Demekê berê jî Orhan Miroğlu û Osman
Baydemir hatin tehdîdkirin.
Balkêş e ku PKK, KCK, DTK, BDP(*), serokên
belediyan, parlamenterên BDP û rêxistinên sivîl ên civakî
li hemberî van êrîşên çavsor û talûke bêdeng in.
Em, kesên navên wan li jêr, êrîş û tehdîdên li
hember Şivan Perwer, Kemal Burkay, Muhsin Kızılkaya,
Orhan Miroğlu, Mehmet Metiner û Osman Baydemir protesto
dikin, van kirinan wek êrîşên giran ên li dijî azadiya
fikrê dibînin û ji Öcalan, PKK û KCK-ê daxwaza rawestandina
van êrîşan dikin. Herweha di vê dema hilbijartinan
de ku hewcedarî bi hevkariya hêzên demokratîk heye, em
ji birêvebirên DTK, ji parlamenterên BDP û serokên belediyan
daxwaz dikin ku li hemberî van êrîş û tehdîdan bêdeng
nemînin û helwestê wergirin.
(*)Di dema komkirina imzeyan de duh serokê
BDP-ê Selahattin Demirtaş di civîna grûba parlamentoyê
de bi eşkereyî li hemberî her awe tehdîda ronakbîran
derket. Ev ji bo me ciyê kêfxweşiyê ye.
Îmze
Abidin Parıltı
Ali Fikri Işık
Bayram Ayaz
Celîlê Celîl
Cemal Batun
Emîn Narozî
Evin Berçem
Enwer Karahan
Fadil Özçelik
Farıs M. Marşil
Fehim Işık
Firat Cewerî
Hamid Omeri
Hesenê Metê
Hoşeng Broka
Husseın Habasch
Îbrahim Güçlü
İsa Turan
Jan Dost
Kasım Ergun
Keya Îzol
Konê Reş
Kurdo Baksi
M. Ali Kut
Mahmut Kiper
Mamoste Nûjen
Mehmet Sanrı
Mukrime Tepe
Mûrad Ciwan
Mustafa Aydogan
Nezir Akat
Prîskê Mihoyî
Remzi Kerim
Rıza Polat
Rizganê Recevî
Selahattin Bulut
Sertac Bucak
Seyidxan Kurij
Sidqî Hirorî
Têmûrê Xelîl
Tosinê Reşîd
|