Komeleya
ÇIRA ya Diyarbekirê şahiyek pêk anî
Dengê Azad/Amed
Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Diyarbekirê di 25ê
Çileyê Pêşîn de şahiyeke bi xwarîn pêk anî.
Şahiya komeleyê bi deng û stranên stranbêj Mehmet
Atlî û koma wî hat xemilandin.
Di şahiya ku li salona Otêla Prestîjê ya Amedê
hat pêkanîn de, ligel Serokê Giştî yê Partiya Maf
û Azadiyan-Hak-Parê Bayram Bozyel, Cîgirên Serokê Giştî
Hasan Dagtekîn, Umît Tektaş, Serokê Giştî yê
KOMKAR Swîsreyê Cafer Yildiz, nivîskar û helbestvan Azad
Ziya Eren, Yusuf Kaya, Serokê Saziya Muhasîb û Muşavîran
Erkan Azîzoglu û endam û pêgirên komeleyê beşdar
bûn.
Şahî
bi kurteaxaftina yek ji endamê komeleyê Şîrvan Daş
ve hat destpêkirin. Daş, di despêka axaftina xwe
de xêrhatina beşdaran kir û bi helbesta rêzdar Kemal
Burkay ya “Serok zindano” domand. Piştre beşdaran
ji naveroka bernameya şahiyê haydar kir û ji bo axaftina
xwe pêşkêş bike, banga Serokê Komeleya ÇIRA
ya Diyarbekirê Nevzat Karakeçî kir.
Serokê Komeleya ÇIRA Nevzat Karakeçî, di despêka axaftina
xwe de bi germî xêrhatin li beşdaran kir û li ser
navê Rêvebiriya Komelya ÇIRA ji ber hevkarî û piştgiriya
beşdaran spasiyên xwe pêşkêşê wan kir.
Karakeçî,
di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser
mijareke giring ku ev demek e di rojeva kurd û tirkan
de ye ku li ser tê niqaşkirin û weha got; “Ez dixwazim
li ser giringiya ziman ya ji bo domkirina jiyana neteweyan
bi çend gotinan sohbeta we bibirim. Her gel û neteweyek
wek koşkekî bilind in. Ziman, çand û edebiyata wê
jî wek hîmên zexm in ji bo vê koşkê. Neteweyên xwedîedebiyat
bi sedan sal ji ber çav wenda bibin û koşka jiyana
wî hilbiweşe jî, dê roj bê û dîsa li ser wan hîmên
zexim bê bilindkirin.
Wek hun jî dizanin, Yunan digel bêhêziya xwe, çend sedsal
hebûna xwe wenda kir û wek bajarekî Osamaniyan bû. Lê,
roj hat çand û edebiyata Yunanî xwediyê xwe ji destê Osamaniya
xilas kir.
Heman tişt, mirov dikare ji bo Îranê jê bibêje;
Îran demek dirêj ji aliyê Ereban ve hat dîlgirtin. Lê,
ziman û edebiyata Farisî, Îranê ji tunebûnê hanî hebûnê.
Herweha, Ereb jî bi qasî 9 sed salî di bin bandora Osamniyan
da bû. Lê belê ziman û berhemên edebiyata Erebî li Rojhilata
Navîn desthilatdar bû.
Ji
ber vê yekê ye ku her gel û neteweya ku daxwaza hebûn
û jiyana xwe ya neteweyî bike, divê giringiyeke xurt bide
ziman, çand û edebiyata xwe.
Fîozofê hêja Ehmedê Xanî 3 sed sal berî niha bîr bi
vê giringiyê aniye, ji bo wê xebitiye û li ser vê yekê
bendeke weha nivîsiye;
“Da ku xelq nebêje; herçî Kurd in
nezan in, bêesl û bêbingeh û nemerd in”.
Her çendî di wê demê de li vê herêmê zimanê Erebî, Farisî
û Osmanî biqîmet bûye jî, lê Ehmedê Xanî bi zanîn û bi
hesteke Kurdayetî dest avêtiye qelema xwe û berhemên xwe
bi Kurdî nivîsiye. Ji ber ku zimanê Kurdî ne zimanê resmî
bûye û nebûye zimanê bazarê, Xanî bi kul û keser van rêzikan
nivîsiye;
“Ger hebûya jibo me jî xwediyek
Qencîkarekî bilind, peyvzan û jêhatiyek
Min ê hingê alaya helbestan rakira
û li ser banê gerdûnê bilind bikira
Lê çi bikim ku gelek sar e bazar
û tune ji vî qumaşî re kirîdar”.
Wek hun jî dizanin, niha di cîhana medenî de delîl û
nîşana neteweyan, ziman û edebiyata wan e. Ger ev
delîl û nîşan jî ji dest biçin, doz û tekoşîna
me vala ye û herweha kes guh nade me.
Mixabin, zimanê Kurdî di paralela zext û bandora dagirkeran
de di nav rewşenbîr, siyasetmedar û civaka Kurd de
jî raxbet jê re nayê nîşandan.
Tê zanîn ku em wek Komeleya ÇIRA xeteke ji berdewamiya
kevneşopiyeke 35 salan in. Ev xeta hanê ji destpêkê
heta niha tu car neketiye nav fikareyên ticarî û ji bo
jiyandin, pêşvebirin û kemilandina ziman, çand û
edebiyata Kurdî bi israr rojname, kovar û pirtûkên bi
Kurdî weşandiye, komele û sazî ava kiriye ku Komeleya
ÇIRA jî yek ji wan e.
Bi ya min, pirsgirêka herî girîng ya li pêşberî
kurdên bakur, pêşîlêgirtina helandin û wendabûna
zimanê kurdî ye. Ji ber vê yekê jî, her kurdekî berpirsyar
divê viya ji xwe re bike armanc û wek bendek li pêşiya
helandina ziman bisekine. Berevajî, çend sal paşê
ligel wendabûna ziman, wê hemû nirxên neteweyî yê kurdan
têk biçin. Ev jî tê wê wateyê ku êdî nirxên ku ji bo wê
têbikoşîn, namîne.”
Di
çarçoveya bernameya şahiyê de, ji ber ked û xebata
Serokê berê yê Komeleya ÇIRA Eşref Çakan ji aliyê
Birêvebiriya Komeleyê ve plaketek ahtibû amadekirin û
ev plaket ji aliyê Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçî ve
pêşkêşê Çakan hat kirin. Çakan, li hember vê
diyariyê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji beşdaran
daxwaz kir ku ji nuha û pêve jî hê zêdetir û bi refleksa
xwedîlêderketinê piştgiriya Komeleya ÇIRA bikin.
Herweha, di çarçoveya bernameyê de xwarin hat dayîn
û bilûrvan Mesûd Kandemîr bi qasî nîv sietek bi deng û
awazê bilûrê beşdaran li gelî û çiyayên Kurdistanê
kir mêvan, hestên wan hejand û ew xistin nav xemgîniyek
mezin.
Di
berdewamiya şahiyê de peyam hatin xwendin ku yek
ji wan peyaman jî ya Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst
a Kurdistan-PSKê Mesud Tek bû ku bi germî û li ser piyan
biç epik û sloganan hat pêşwazîkirin.
Peyama Sekreterê Giştî yê PSKê Mesud Tek ku ji
aliyê Birêvebirê Komeleyê Zilkîf Mavlay ve hat xwendin,
weha ye;
“Heval û hogirên tekoşer
Min gelek dixwast, ku îro ligel we bûma û me bi hev
ra govenda şadî û xweşî û xebatê bikêşanda.
Dizanin, ji ber sedemên dîyar ez nikarim, lê ez pişt
rastim ku di demeka gelek nêzik da em bi hev ra bin û
mil bi mil govenda azadî, demokrasî û wekheviyê geştir
bikin.
Gelî dost û biran,
35 sal berê wekî rojekî usa Partiya me, partiya xebatkar
û gundî û zahmetkeşên Kurdistanê hatiye damezrandin.
Partiya me ji roja demezradinê heya îro rêbazeka welatparêzî
û demokrasiyê girtiye ber xwe, dijî hemû cure zilm û zordarî
derketiye.
PSKê
ji bona bidestxistina mafên netewî û demokratîk, ji bona
mafê jinan bê westan kar û xebat kir; îro jî dike.
Partiya me gelek girîngî da yêkitî û hevxebata hêzên
welatparêzên Kurd, îro jî dide.
PSKê her usa giringî da û dide xebata demokrasî û guhartinê
li Tirkiyeyê û her tim xwazyarê hevkariya hêzên welatparêzên
Kurd û demokrat û pêşketînxwazên Tirk û neteweyên
dinê bû, îro jî xwazyar e.
Partiya me her serketinên gelê Kurd, ya xwe zaniye û
ji bona parastina deskevtiyên netewî piştgiriya hêzên
welatparêz kiriye, dike. Hemû partî û rexistinên welatparêzên
beşên din yên Kurdistanê dostê me ne û pêwendiyeka
xurt û birane di nav me da hene.
Xwişk û birayên delal,
Di vê xebata 35 salî da gelek asteng, hevraz û nişîv
derketine pêşiya me. Xebata me carna sar bûye, carna
jî germ.
PSKê ligel guhartina zirûfên siyasî, bername û şêweyê
xebata xwe guhartiye. Lê çu çar meydana xebatê çol nekiriye.
Em her tim li qada xebat û tekoşana netewî û demokrasiyê
bûn, îro jî hene. Di vê xebata bê westan da me pişta
xwe da we, heval û hogir û gelê xwe.
Partiya me her tim rastbin bû, zirûfên siyasî, hel û
mercên navçeyê û navnetewî her tim li ber çavê me bûn.
Me dixwast û hewl didan, ku bibine beşekê proseya
demokrasî û guhartin û peşketinê ya navnetewî. Lê
belê her usa em her tim Kurd û Kurdistanî bûn.
Hevalên tekoşer,
Hozanê mezin, hozanê Komara Mehabad Mamosta Hêjar usa
dibêje:
Bi Kurdî dibêjin, bi Kurd dijîm û bi kurd dimrim,
Bersiva pirsên melekên qebrê jî bi Kurdî didim.
Divê helbesta hanê ya Mamosta Hêjar her tim li bîra
me be, bi Kurdî bijîn, rabûn û rûniştina me bi Kurdî
be, daku dijminê me dilreş dostên me dilşad
bin.
Birano,
Sersala we, salvegera demezrandina Partiya me pîroz
be.
Bijî xebata gelê me ya azadî û demokrasî û wekheviyê!
Bijî hevkarî û hevxebata hêzên welatparêzen Kurd!
Bijî Partiya Sosyalîst a Kurdistan!
Bijî Kurdistan!”
Piştî
xwendina peyaman, şahiya komeleyê bi deng û stranên
stranbêj Mehmet Atli û koma wî hat xemilandin û ew bi
qasî 2 sietan şahiyê xweş kirin û beşdaran
coşandin.
Di dawiya şahiyê de peşkavêtinek hat amadekirin
û di vî peşkavêtinê de wek diyarî
Wêneyek û Dû albûmên helbestên Kemal Burkay, pirtûka
rêzdar Kemal Buray ya “Bîranîn-2” û Ferhengek hatin dayîn.
Diyariya
ewil ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan
Bayram Bozyel ve hat dayîn. Bozyel, bi vê mebestê jî bi
kurteaxaftinek bal kişand li ser giringiya çand,
ziman, huner û edebayatê ya ji bo gelan û da zanîn ku
ji bo pêşkeftin û kemilandina çand, ziman û edebayatê
pêwistiyek mezin bi saziyên wek Komeleya ÇIRA heye û divê
di her warî de piştgiriya wan bê kirin. Bozyel, herweha
diyar kir ku Komeleya ÇIRA di van 5 salên borî de xebatên
gelek hêja û berhemdar pêk anîye û wek kurdek spasiyên
xwe pêşkêşê birêvebir, endam û pêgirên komeleyê
kir.
Şahiya Komeleya ÇIRA ku bi qasî 5 siet dom kir,
bi serkeftî û kêfxweşî bi dawî bû.
|