Adar…
Salihê
Omerî
Çend gotinê bav û kalan li ser meha adarê gotin e;
Bav û kalên me gotine; adarê berf giha guliyê darê, lê lê
nebû bêhnka êvarê. Meha
adarê,destpêka serê biharê ye û dinya germ dibe. Lê carinan
dikare sar be û berf jî bê. Lê çi qase berf bê jî, berf
namîne heta ber êvarê; zû dihile.
Adar e dew li dar e.
Zivistan çi qasî dijwar jî be, wê cihê xwe bide biharê û bihar
berê
xwe bide. Di meha adarê de qatix êdî pir dibe.
Adar hat bi rişîş, nîsanê vekir topê qumêş.
Di maha adarê de, gîha nu şîn dibe û gul jî hindik derdikevin.
Lê
gava meha nîsanê tê, der û dor û çol û daristan şîn dike;
ew rengê
dinyayê diguherî ne.
Adarê berf giha guliyê darê, lê lê nebû bêhnika êvarê.
Meha adarê,destpêka serê biharê ye û dinya germ dibe. Lê carinan
dikare sar be û berf jî bê. Lê çi qasî berf bê jî, berf namîne
heta
ber êvarê; zû dihile.
***
Bûyerên dilêş û
dilgeş ku di meha Adarê de xuliqîne û rûdan e, ji
we xwendevanên hêja re pêkêş dikim.
Meha adarê bi qencî û başîyên
xwe, bi dilêşîyên xwe, meheke têr û tijeye, gelek
helbest meselok, çîrok û efsana ve têr û tije ye.
Di meha adarê de, li welatê me Kurdistan ê dar û ber dibuşkuvin,
bi teybetî kulîlkên bihîvan derdikevin û rengên wan sipîkî
xweşik û pelên şîn pêve di nava kilîlkên bihîvan
de, sorikî xweş tê xuyanîkirin.
Nêrgizên reng zer û sipî li kêleka erdan, beyarên erdan û kêleka devîyan
û şûvên erdan têne der, meriv wan nêrgizan diçine
dike baq, baq wana ji xwe re difroşe û ji hezikrîyên
xwe re weke dîyarî dibe û dibe ser qebrên bav û
kalên xwe û qebrên hezkirîyên xwe jî.
Wexta ku dibe bîstûyekê (21)
ê adarê, siphanela kewa guzel hêkê dike, berf li erdê
hebe, tunebe. Dengên kar û berxan, me meaya mîhan û ya
bizinan, gîyhayên teze teze li beroj û di taldên dîwaran
de, şîn dibin, qafîr, qirqaş, pîvok, gelek pincarên
cûrbicûr şîn dibin.
Di bîsûyekê adarê de, ji
xwe Newroz Cejna Netewî ya millî ya gelê Kurd destpêdike.
Divê ku herkes derkeve çolê seyrangehê û xwarinên cûrbicûr,
dîlanan digerînin bi def û zurne digerînin, hemû gel biçûk
û mezin, keç kur hemû cilên xweşik li xwe dikin û
dirin çolê Cejna Newrozê pîroz dikin.
Di vê meha adarê de, êvara bîstûyekê (21)ê adarê de, Kawayê
Hesinkar û hevrêyên xwe serî li himberî Dehaqê zulmekar
berî 2711 sal û wî dikujin û wê zulma Dehaqî li
ser herêmê bi talî tînin, berî Hizretî Îsa 700 sal berê.
Di vê mehê de, gelek serhildanên Kurdan pêkhatîye, weke mînak
serhildana Dêrsimê ku di sala 1937 an de pêk hatibû.
Di yekê Adarê de, Mele Mistafa
Barzanî yê nemir hate dinya yê û di 14ê Adara 1979 an
de, li Emerîqa çû ser dilovanîya xwe.
Serokkomarê Kurdistanê yek emîn, Pêşawa Qazî Mehemed
û bi çend hevalên xweve li bajarê Mehabatê, di 31ê Adara
1946 an de, ji hêla rejima komara Iranê ve hatin dardekirin.
Di sala 1988 meha Adarê 16an
de, li bajarê Helebçe ji hêla rejima Sedamê har
û hov bombar dûman kir û çekên kîmyawî bi kar anîn, 5000
hezar mirov hatin kuştin, tev zarok,, jin, kal û
pîr û bi hezaran heywanên bajêrê Helebçê û teyîr û tebayên
çola vê herêmê jî…
Di Adara sala 1924 an de, cara ewilî dewleta komara tirkî
xwendina komeleyên Kurdî qedexekir.
Di Adara sala 1925 an de, komara ”Teqrîr-î Sukûn” hate îlankirin
û di wê mehê de û sala 1925 an de, mekema îstiqlalê ya
komara tirk hate sazkirin. Dadgeha komara tirkan Şêx
Seîd û hevalên wî darazandin.
Sala 1857 an de, dewletê yekbûyî roja 8ê adarê weke roja jinên
Cîhanê qebûl kir.
Di adara sala 1921ê de leşkerê tirkan li himberî serhildana
koşgiriyê dest bi şerkir û serhildan têkbir.
Di sala 1971ê de û di meha adarê de, leşkerê tirkî test
danî ser hikum
Di salê 1957 an de, weke vê meha adarê yekitîya ewrûpayê
hate damzrandin.
Di sala 1030î de, weke vê meha adarê de, li paytexta
ermenîstan yerîvanê Rêya Teze dest bi
Weşana xwe kir.
Di sala Adara 1949 an de, komara tirkan bi fermî dewleta
Îsraîl nas kir.
Beyana 11ê Adarê Otonomîya di navbêna Partiya Demokrata
Kurdistan (PDK) û Hikumeta Iraqê de, hate îmza kirin.
Berxwedana 12ê Adarê li qamişloyê pêkhat û, bi dehan
kesên Kurd ji hêla leşkerên komara Sûrî ve hatin
kuştin.
Newroz ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û hinik welatên
Asya navê ve têye pîroz kirin. Gelên heremê wekî cejna
serê salê piroz dikin. Lê mana û naveroka Newrozê bo me
Kurdan her raperîn û berxwedan e, xebat, hevkarî, serkeftin,
azadî û wek hevîye û nîrê zordestîyê perçekirine û derbasî
azadîyê ye.
Meha Adarê tenê ne bi navê xwe ye serpêhatîyên ku divê
mehê de hatine kirin. Meheke ku ji zivistanê bi serme,
berf, seqem, bi baran, bi êş, nexweşî derbasî
rojek nûh, meheke nûh û saleke nûh têkirin. Divê sala
nûh de, hemû tişt xwe nûh dike. Ji darûbera bigre
heta rûyê erdê jî û mirovan bigre, heta teyîr û tûra û
tebayan çolê bigre rûyên wan dikene.
Di meha Adarê de, teyîrûtûr li cîh û warên xwe vedigerin
ser xaka bav û kalên xwe. Gul û sosin gîyha, darûber dibişkuvin
erdên cotkirî ku bûne xubarî hatine çandin li ser edê
cotkirî şîndikin, rûyê erdê rengo rengo, belek dibe,
tebîetê xwe.
Dengên kewên gozel, teyîrû tûrên ku li welatê xwe vegerîyene
dikin şîh şîh û qeb qeb û dengê bilbûla û şehlûran
tê guhê meriv li çol û çepelan.
Tiştên malwêran û malxerab, kesên ku ji welatê xwe
dûre, ji welatê bav û kalên xwe. Yên ku xerîbin û ji welat
dûrîn, ji cejna xweye netewî newrozê û xêr û nemetên xwe
mehrûmin. Herî ya zor û zehmet ev bi xwe ye, ku meriv
ji welatê xwe dûre û xerîbe.
Bi minasebeta Cejna Newrozê, cejna hemû heval û hogirên
xwe û bi teybetî ya gelê Kurd li hindurê welat û li dervê
welat pîroz dikim.
***
Hinik çavkanî ji
kalendera Komeleya Çandî û Hunerî ”ÇIRA” ya sala 2011an
de hatîye derxistin hatîye dîti û nivîsên kul i ser meha
adarê hatine nivîsîn. Sipas ji were xuşk û birayên
rêvebirên Komeleya Çira yê re, û Newroza we pîroz dikim.
|