Bûk anî bi lez û bez, sivika
malê mam dîsa ez
Salihê Omerî
Gelek caran gava bûk tên malên xezûrên xwe, ji bo ku barê
xesûyê sivik bibe, lê dîsa ew karên malê li ser milên
xesûyê dimîne. Xesû dibe serkevanî û bûk û keç li ber
destên wê kar dikin. Lê carinan wilo dernakeve, ya bûk
zexel e û ya jî, ji malê cihê dibe û kar dîsa wek berê
di stûyê xesûyê de dimîne. Ji ber wê weha hatîye gotin,
”min bûk anî bi lez û bez, sivika malê mam dîsa ez” dibêjin.
Erê gotina bav û kalan bi serê xwe û gelek baş li
hev anîne, bi serê xweye.
Ana ezê vê
nivîsa xwe çawa binivîs im, ku ne xesû û ne jî bûk dilê
wan ji min bimîn e. Heta ji min bê ezê ne dilê xesûyê
û ne jî dilê bûkê ji xwe bêhêlim. Îca heger ez rastîyê
jî bêjim, bila herdû (xesû û bûk) jî li qusûra min ne
nerin ji ana de.
Dê û bav wexta ku zarokê
wan mezin dibin û dikeve dema zewacê, temenê wan dibe
nozdeh-bîst, hema dixwazin zarokê wan bizewicin, ji bo
ku nebî-torinê xwe bibînin. Ji ber ku hem ji hêla bavê
kurik û hêla bavê qîzê jî dixwazin nebîyên xwe bibînin.
Gotinek bav û kalên me heye, weha dibêjin; ”nebî qinê
bihîvê û qinê gûzê nin”. Û ez dibêjim wehaye jî. Ji
ber ku dê û bav gelek ji torinê xwe hez dikin. Ji ber
ku nebî koka bav û kalane, weke dara ku ber dide, berê
wê darê naqele, herdem ew ber û kok heye.
Yek jê jî dixwazin kurê wan zû bizewicin, ku serê wî bê girêdan
ji bo ku ew jî bibe zilam, têkeve nav rêza zilaman. Xelk
ji bo jêre bêjin wa lawê filankes jî, bû zilam û ket nava
rêza zilaman. Dê û bav, îca kêfa wan tê wa kurê me jî,
ji xelkêre dibêje silamûelêkim, kurê me jî, ji xwere kar
dike, ne weke berê bi vîyalî û wîyalî ve diçe û êdî bû
zilam. Îca meriv hêvîya zilametîyê jê dike. Heger ku zilametîya
xwe û dê û bavê xwe ser nizm neke…
Piştî kurê wan zewicî, kurik û bûk bi hevre zewicî, êdî
wêçaxê mesele dest pê dike. Xwedê hevza meriva ji xesûyê
û bûkê bike. Îca xesûya bûkê ji hêla malbata bavê zavê,
heta ji wan tê divê ku bûk di emrê wan de be, û bi teybetî
jî xesû dixwaze ku bûk bi a wê bike, jêre çibêje divê
ku gotina wê li erdê nekeve. Îca wextê ku gotina xwesûyê
bi ser neket, îca di nav bêna bûkê û xesûyê de bi teybetî
nakokî destpêdike, tevlihevî berdewam dike.
Îca bavê bûkê û bi teybetî jî dîya bûkê, dixwaze ku qîza xwe
bi balî xwede bikşîne û têxe bin desthiledarîya xwe
û zavê xwe jî. Îca wêçaxê nakokî dikevin navbêna malbata
zavê û bûkê. Lê divê ku ne bûk û ne jî zava, nehêlin herdû
malbat bêne himberî hevdû, yanî malbata zavê û malbata
bûkê. Lê têne himberî hevdû, xwedê bê tifaqîyê nexe navbêna
mirovan û nexe navbêna malbata mala bûkê û zavê jî înşahla.
Lê dîsa jî li herdû malbata jî dikeve ku nehêlin navbêna bûka
wan û zavê wan nakokî çêbibin. Li herdû malbata dikeve
ku bi zarokên xwe re, bi keça xwe û bi kurê xwe re bi
xeyîdin, ku ne yên himberî hevdû, û hizûra wan xeranebe.
Lê bi teybetî jî li herdû xesûyan dikeve, yan li dîya
zavê û diya bûkê dikeve, ku devlihevîyê biçûk di navbêna
zavê û bûkê de çêbibe, her yekê bi ê xwere û bi ya xwere
bixeyîde, rû nedin herdûyan, ku ji li bik tirî maserakê
daney nin.
Ez bawerim hemû kes ne weke heve, hinik xesû ji hêla kur û
ji hêla qîzê ve jî, pir ji hev dû hez dikin. Nakokî di
nava wan malbata de dernakeve, ji ber ku tê xuyanî kirin
ev kesên hana dil fireh û bi sebirin, her yekî ji hêla
xwe ve, ya hêla malbata mala zavê û malabata mala bûkê
bi kurê xwe û ê ku bi qîza xwe re di peyîvin, kurê min
ev dinya divê ku meriv îdare bike, û ji hêla bav û dîya
qîzê ve jî, divê ku hûn li hev bikin. Yan jî ev jiyana
jin û mêritîyê nameşe.
Dijyanê de pêncî-pêncî nabe, divê derbna meriv dibe pêncîû
yek û derbna jî yêdinê jî dibe çelûneh. Te dît ku derbna
jî yê ku pêncîûyek, ew bû çelûneh û yê çelûneh jî bû pêncîûyek,
yanî gotina min ev e, ku jiyan ne standar de, tê guhertin.
Îca liv ê dinyayê divê ku meriv îdare bike bi hev re,
heger hertim bêje ez û ez, wê meriv gelek zirarê bibîne
û meriv muafiq nabe, meriv tenê dimîne û hwd.
Îca weke mesela ku dibêjin,
”min bûk anî bi lez û bez sivika malê mam dîsa ez”.
Wê weha bê serê meriv, divê ku qencî ji herdû hêla be,
ji hêlikê tenê nabe. Xesû jî hene û xesû jî hene, neûzûbilah.
Lê ez hêvî rica dikim ji hemû xesûyan ha jî hêla bavê
kur û ji hêla bavê qîzê ve jî, divê ku bi rîya dîyalokê
û têkilîyan re hevdû li berxî nin, ne bi şer û pefçûnê.
Ji ber ku ev şerê navbêna xesûyan û bûkan bûne sebebên
nakokîyên pir xerab, hata berdana bûka jî bûye. Îca di
dawî de dibêjim, ku bûk jî dibe bûkjî û keça malbata xezûrê
xwe û divê wehaba. Zava jî dibe hem zava û kurê mala xezûrê
xwe.
|