Çavdêrî û Guhdarîkirin…
Salihê Omerî
Berî salikê ez bi minasebata dîtina
welatê bav û kalên xwe, merivên xwe, heval û hogirên xwe
çûbûm welatê xwe. Min nivîsek bi nave ”bîr û dîtinên
min” nivîsandibû, li ser rewşa herêma ku ez lê dimam,
bîr û bawerîya xwe û dîtinên xwe nivîsandibû. Îca
wê çaxa ku min dîtinên xwe nivîsandî bû, salek derbas
bû. Min îsal jî xwest herim welatê bav û kalên
xwe, nav merivên xwe û gelê xwe û bi teybetî jî, min xwest
cejna Remezanê jî di nav merivê xwe de, pîroz bikim,
ji ber ku ev sîh (30) sal e ez li dervî welat bûm, mi
xwest hem bi minasebeta cejna remezanê û 12ê êlonê jî
ku Referandûmê jî bi çavê serê xwe û guhê xwe guhdarî
bikim û bibîn im. Bi îzna we xwendevana hebe, ezê bîr
û rayên xwe li ser hem cejna remezanê û 12ê êlonê û guhertina
ku di nav gelê me de, çêbûye ji we xwendevana re, pêşkêşbikim
ser şaşa înternetê.
Cejna Remezanê, çiqas jî cejneke olî be jî, lê êdî bûye kultireke me û piretîya Kurdan xwedî lê
dertên û weke cejneke milî û dînî xwedî lê derdikeve.
Piştî 30î salî derba ewilî, ku ez ji welatê bav û
kalên xwe derketibûm çûbûm welatê xeribîyê, di cejna Remezanê
ya 2010, li nav merivên xwe û gundîyên xwe de, min derbas
kir û roja ewilî ya cejna remezanê li ser mezarên bav
û kaln xwe, dîya xwe, bavê xwe û gundîyên xwe, min pîroz
kir. Serê sibehê li gundê xwe bi mervên
xwe û gundîyên xwere me hevdû zîyaretkir û şekirê
eyîdê û luqomê teze şekirên cûrbi cûr, herkesî cilên
xweye xweşik û renga renga li xwe kirbûn, hatibûn
nav mezarê gund. Biteybetî jî ku gundî li çev min
diketin, ku ez jî li nav mezarim, bi kêfxweşî bi
balî min de dihatin û min himbêz dikirin, hisreta ewqas
sal ku me hevdû li cîheke weha pîroz hevdû nedîtîne, distandin,
kêfa wan gelek dihatin, ji min re digotin tû û vandera,
weleh me gelekî bêrya te kirîbû, baş bû tu vê cejnê
tu hat.
12ê êlonê de, referandûm
pêk hat. Ji xwe ez berî 12ê êlonê li welatê bav û kala
bûm. Roja hilbijartina referandûmê ez li tirkî û bi teybetî
jî li bakurê kurdistanê li Mêrdînê bûm. Berî referandûmê
bi çend rojan mêvanên ku di hatin cem min û me sohbet
dikir, di sohbetên xwe de, me qala referandûmê û rewşa
sîyasî ya Kurdan dikir, û yên ku min bi wan re minaqeşe
dikir, digotin divê ku bêye boyqot kirin ev referandûm.
Lê min digot, divê ku meriv demokrat be, ji ber ku dikare
ji dervî sê ertanatîfa ”er, na û boyqot” dikare ji vana
pirtir be. Lê ”wan” kesan digotin, na kesên ku dengê xwe
bi kar bînin, bi teybetî jî ku Kurd be û here ser sandiqên
hilbijartinê û erê yan na dengê xwe bi kar bînin xîyanetê
dikin, du derba dudu-çar, weha vekirî digotin.
Ji xwe, dikare gelek rayê û dengên cûda-cûda bêne
pêşniyarkirin, ji xwe pîvana demoqrasîyê jî ev e.
Û gelê Kurd jî, xwedêgiravî jî aşiqê
demoqrasîyê, azadîyî û weke hevîyê ye. Lê li gor min BDPê
terbîya ku dabûn hevalbendên xwe, berovajîya gotinên ku
min li jorê gotine; ”aşiqê demoqrasîyê, azadîyî û
weke hevîyê ye” derket holê. Li ser sandqên hilbijartinê
û kesên ku diçûn gel here dengê xwe bi kar bîninin, wan
tehdîd dikirin, weke mînak ”Yîlmaz Odabaşî û gelekê
dinê” û navên wan dinivîsandin weke qomsêrên nehînî
yên dizî û paşê diçûn malên wan ew tahdîd dikirin,
çima hûn çûne ser sindoqa û we dengên xwe bi kar anî ne.
Ka em Kurd ji bo azadîya welatê xwe
û gelê xwe kar û xebat dikin ku welatê xwe azad bikin.
Ka em Kurd em azadxwaz in, demoqrat in, ne zordest in,
li dijî zordestan dixwazin welatê xwe azad bikin. Lê berovajî
em gelê xwe, zor destîyê û zolmê lê dikin, ku dengên xwe
bi azadî bi kar neyne û bi demoqrasî fikr û remanên xwe
pêk neyene, ma ev çi demokrasî û azadî ye.
Bi qeyîs ku gelê Kurd ji apocîyan û sîxurên wan
ditirsin, xufa wan dikeve dilê gelê Kurd û ji apocîyan
aciz û ditirsin, di vê demê de, ewqas ji leşker,
polîs, jîtemê û rêxistinên tarî yên dewletê natirsin û
xofa wan weke berê ku ewqas gelê Kurd ji van tîma weke
berê tirs nemaye. Lê meriv femdike bê
ev ji çi tê, ev xof û tirsa ji apocîyan. Ji ber
ku apoçîtî belake mezin e li pêşîya bizava ji bo
azadîya gelê Kurd e. Şerê apocîtîyê di bawerîya min
de, wêrankirina Kurdistanê û sero binî hevdû kirina urf
û adetên gelê Kurd bixwe ye, tu fêda şerê apocîtîyê
negha gelê Kurd, ji xweynî zirarê pêve, ji xeynî wêrankirinê
û têkçûnê û bizava gelê Kurd.
Gotinek bav û kalên me Kurdan
heye; dibêjin, ”navbêna nal û bîzmar de”. Bi rastî
jî gelê Kurd li bakurê Kurdistanê, di navbêna nalê komarê
de û bîzmarê apocîyan de maye. Gel hatîye dîl-esîr
kirin, bi teybetî jî di nav destên apocîyan de û bîzmarê
wan de hatîye esîr kirin, gêjo mêjo bûye, bawerîya wan
jî êdî li wan ”apocîyan” nayê, lê artanatîf tune û qelse,
wê gel çibike, wek yê li ser ”camêr” bixeyîde,
ev jî Kurdên bakur in. Bi vê hawayî bimeşe li bakurê
Kurdistanê, piştî çend salên dinê wê xeterên gelek
mezin bêne serê gelê me li bakurê Kurdistanê û emê nikaribin
pêşîya vê xeterê bigrin, bila sîyasetmedarê bakurê
Kurdistanê yê ji dervî apocîya bizanibin. Êdî wext derbas
dibe, weke ava çeman, dereng dikeve ku em vê pêvajoya
xeter ji ser gelê xwe rakin. Ev jî noqta netewî û millî
divê ku em bêne cem hevdû û bi hevre kar û xebat bikin.
Îca min berî salikê li wan kesên
ku pir hindik wek hevdû difikirîn, ji sedî-sed raya wan
hatbû guhertin. Li ser referandûmê me minaqeşe
dikir, ji xwe raya min dîyar bû. Lê ya kesên ku li himberî
me bi hevre minaqeşe dikir, digotin divê ku em nerin
ser sindoqên, hilbijartina referandûmê. Îca min digot çima? Wan digot partîyê (BDPê) gotîye ji ber
vê yekê em boyqot dikin. Titênên digotin
ne tiştên realîst bûn, tiştên ji dev û guhan
bihîstin bû, gotinên ezbere bûn. Lê ji ber ku gel
hatîye hesîrgirtin, naxwazin pêl cîhê şilbikin, ewqas.
Digotin, yên ku herin ser sindoqa xayînin, yên
ku herin ser sindoqan navê wan bêne nivîsandin, yên ku
herin dengê xwe bidin divê ku em wan bi xîyanetê îlan
bikin, kesên weha zilamên dewletê nin. Ji
xwe wextê siyaseta apocitîyê derketîye, heta ana ji wan
pêve rast tune, ji wan pêve yê Kurdistanê azad bike tune.
Lê berovajî raya apocîyan, ji wextê ku ev sîyaset
derket holê, şerê hemû Kurdan kirin û ji her partîyên
Kurdan mirov kuştin…
Guhertina di gelê me de
di hindurê salikê de, çêbûye.
Di nav gel de, mefaet, pere, dengê silah,
şerê tirkan û Kurdan, dijmanîya navbêna tirkan bi
propaxandên şaş û xelet, serî şuştina
xelkê û gundîyan, bi dîtinek xelet, bûyerên ku vê talîyê
li hêla Şirnex, Colemêrgê, kuştina neh heb gêrîlên
apocîyan, berî cejna remezanê û çend meleyên olî dijayetîyek
gelek xerab di nav Kurdan û tirkan de, hate kirin. Piştî
hilbijartinên referandûmê ku li gewherê hate kirin, di
vê bûyerê de, deh heb (10) hatin kûştin tansyon hînjî
bilind bû di nav gelê Kurde. Ev hemû destê dewleta kûr
di nava dewletê de û di nava apocîtîyê de, kesên tarî
vê tevli hevîyê û xerbabûnê dikin. Yanî hêzên tarî
ên dewleta kûr, û pêgirtîyên wan, naxwazin şer û
pefçûn devlihevî û aramî li herêma Kurdistanê pêk bê.
Lê divê ku meriv rastîyekê jî bibîne, li bakurê
Kurdistanê, ew rastî jî ji dervî apocîyan û BDPê artanatîfek
heye, ewjî Partîya Maf û Azadîyane, (Hak-Par e)
divê ku meriv vê partîyê madî û manewî pîber bibe, vê
partîyê xurt bike. Yan jî wext derbas dibe,
ji bo hizeke xurt li bakurê Kurdistanê di warê legal de.
Partîya Maf û Azadîyan (Hak-Parê) di Kongra xweye çaremîn
de, mohra xwe li pêvajoyê xist, di raya min sirûda-merşa
gelê Kurd di kongra xwe de û bi teybetî li paytexta tirkan
ku xwend xwînek teze û cesaretek da sîyaseta gelê Kurd
li bakurê Kurdistan, erkege netewî û niştimanperwerîye,
ji ber vê yekê jî ez dibêjim, bijî Kongra Hak-Parê ya
çar emîn û serkirdayeta Hak-Parê û hemû endam hogirên
wê.
|