Çîroka Bavê Min
Salihê Omerî
Wexta ku rewşa malbatê, yan jî êlê devlihevdibe,
kî tê bîra meriv? Di wê malbatê de, yan jî di wê êlê de.
Yên ku meriv jê hêvîyê dike, di wê malbatê de û di wê
êlê de. Yan jî rûsipîyên wê malbatê û wê êlê hêvîya jê
dike ku bê ser wan, dewan çarakê û li hevhatinikê kevirikî
bingehî di nav wan de deyîn e. Ew jî urf û adetên welatê
bav û kalan û civaka me Kurdan de, dihate bi kar anîn.
Mesela ku bav û kalên me dibêjin, ”bûye noka li kevir
xînî” belawela dibe êla bav û kalan, malbata ap û
birazan, divê ku em bangî rûsipîyên xwe bikin, ji bo ku
bên di hewar mede bên, heger ku maqûlên me, rûsipîyên
me, serokê êla me, pêkêşê malbata me û rêberên me
neyên di hewara me de, wê malbata me û êla me bela wela
bibe, weke nokan ku meriv li kevir xînî, bi balî belavbûnê
ve wê here. Ne emê we û ne jî dîrok wê we bisitirîne û
efû bike... De werin ku hîn malbat û êla we, belawela
nebûye. Ked û emeka we geleke, we me rakir ser linga û
ana jî divê ku hûn xwedî li pirêza xwe, xwedî derkevin,
mezinên me!...
***
Rehmetîyê bavê min, derbna ji mere çîrokek weha digot;
hebû sê bira û bavê wan. Îca bavê wan maqûlek gelek hêja,
têkhiştî bû, di zanebûna xwe de, bawerîya êla wî
gelek lê dihat. Lê derbna wexta ku bavê wan ku navê wî
bixwe jî Rastgo bû, derbna apê Rastgo bang hersî kurê
xwe dikir, kurê wî dihatin cem bavê xwe. Bavê wan ji wan
re digot, ez bi serê we dikim kurên min, divê ku hûn jî
weke min rast û durist bin. Her sê kura ji bavê xwe re
digotin, bavo ma ev gotine ku tu ji mere dibêjî, em di
xizmeta te denin bavo.
Mamê Rastgo, bihîst ku di nav êla wî de, tevlihevî
û tiştên nebaş têne kirin. Bangî hersî kurê
xwe kir, ka werin ev çi hal û hewalê êla meye. Kurê wî
hatin û dew û doza ku di nava êlê de çi qewimîye, hemû
ji bavê xwe re gotin, hal û hewalê êla me ji vê heta vê
ye, di nava malbata de devlihevîyek gelek mezin hene,
divê ku em dast bavê jin vê meselê, ma newloye bavo. Bavo
jî gote, belê, em dest bavêjin meselê û divê ku em meselên
di nava malbata û bi teybetî jî hizûra êla me divê ku
xera ne be. Ji me çi bê divê ku em çarakê bibînin, ku
em çareserîyekê bibînin.
Dibê ku mamê Rastgo ji hersî kurên xwe re gote, herin
nav êlê ew malbatên ku devlihevîyê derdixin, wana bînin
ba min, divê ku ez bi wan re bi axifim. Heqê wan tune
ku huzûra êla me û malbatên me xerabikin. Heger bi a min
nekir in, divê ku ez bi wan re cidî bi axifim, û heta
ku bi a min nekin divê ku em cezakê bidin wan. Ceza me
jî ev e, divê ku ji nav êla me û malbatên me konê xwe
barkin ji vir herin. Lê dîsa jî bi hêvî me ku bi a min
bikin û li gunehê xwe poşman bibin, bêjin mamê Rastgo,
ji ana û pêve li ser dastê te, êdî em tevlihevîyê nakin
bi sozê mêrên çê.
Îca Mamê Rastgo ji kurên xwe re got; divê ku ji ana û
pêve hûn wesîfên ku min berê dikir, divê ku hûn vê mesûlyeta
min berê dikir hûn bikin. Ji ber ku ê min temenê-emrê
min mezin bûye, êdî taqeta min weke berê guhdarî bikim,
herim serdana, şîn û şahîya, dew û doza safî
bikim êdî nema ye, divê ku hûn wesîfa min pêk bînin, ji
ana û pêve divê ku hûn xwedî li êla xwe û malbatên xwe,
xwedî derkevin û serkêşîya wan bikin. Îca çîroka
ku bavê min ji mere digot, bi dawî hat, hûn bimînin di
xêr û xweşîyê de. Weke ku bav û kalên me gotine,
”dîwaro ez ji tere dibêjim, bûkê tu fehm bike”yanî
divê ku rûsipîyên me, mezinên me û yên ku meriv jê hêvîya
dike, bi erkên xwe ve rabe, ku xeterek bi ser wê êlêve,
yan jî bi ser wê malbatê, yan jî rêxistinê û wî dezgehî
de bê.
***
Îca çawa ku bavê min ev çîroka hana ji mere digot, pêre
jî digot lawên min! Divê ku hûn jî vê çîrokê, sûdê bigrin,
hem weke çîrok bihesibînin û hem jî weke ku bi rastî bûye
bihesibî nin. Ev meselên weha çêbûne, di nava cemata Kurdan
de. Wexta ku tedayek, zulmek, tevlihevîyek û belawelakirinek
di nava malbata meriv û êla meriv de çêdibe, meriv bangî
mezinê xwe, rûsipîyên xwe û mezinên xwe dike, ku wê meselê
çareser bike, ew jî wesîfa wan camêra ye. Heger ew jî
bi wesîfa xwe ranebin, ewçax divê ku meriv li çara serê
xwe binere. Weke ku bav û kalên me dibêjin, ”meriv
wexta ku bê çare bû, divê ku meriv bi mezinikî xwe bişêwire,
yan jî pişta xwe bide kevirikî-dîwarikî û di xwe
de, bifikire” wêçaxê meriv dikare rêkê ji xwe re bibîne,
ku meriv ji wê xeterê xwe azad bike.
|