Dikandar Ji Kurê Xwe ra
Çi Got?
Salihê Omerî
Arifê dikandar ji kurê xwere gote êdî ez kal bûme, berî
çend sala min ji yekî gundî emanetek girtîye û heta ana
hîn jî ew emanet li cem mine. Kurê wî jêre gote, çi emanete
bavo. Xalê Arif ji kurê xwere gote, kurê min hal û hewal
ji vê heta vêye, rojek ji rojên xwedê meha adarê bû serma
kêm dibû, roj derketibû min jî xwe dabû ber berberoşkê
dikana xwe, min ji xwere kesên ku diçûn û dihatin dinerî.
Bala min çû ser miroveke ku li kêleka cadê li ser peyarê
(qaldirimê) li ber dikanan gelek derban diçû û dihat.
Min ji xwe re got, ka ez bangî wî merivî bikim. Min ji
xwe ra got, ma ji min re çi, ez bangî wî bikim, lê bû
miraq ji min re çêbû û min ji xwe ra got, divê ez bang
bikim bipirsim, ka vê sibehê çi hal û hewalê wî merivî
ye. Herweha min weke xwe kir û bangî wî zilamî ku bala
min çûbû ser wî kir. Ji xwe min wî nas nedikir, ne hayê
min jê hebû û ne jî bayê min jê hebû.
Zilam hat cem min ber dikana
min, ew jî rebeno, ne min nas dike û ne jî me havdû dîye,
dibe ku derba ewilî wî mi dîbe û min jî derba ewilî wî
dîbe. Silav li min kir, li ber min sekinî û min jî silava
wî vergerand, elêkimsilam û we rehmetulahî berekatûhû.
Lê li zilam dinerî, cilê lêne paqij û kum û koloz li serê
wî, bejin dirêj, bêvil çilakî, çavreş, simbêl qeytanî
û mirovekî li hev hatî bû, kêfa min gelek jêre hat.
Min jêre got, birazî çi hal
û hewalê teye, serê vê sibehê vaye tu çend derban li vir
dirî û tê, bala min kişand, min got ka ev camêr kurê
camêra çi hal û hewalê wî ye, ez bangkê mê ez jê bipirsim
dibe ku derdek wî hewalek wî hebe.
Memoyê simbêl qeytan û bejindirêj
û li hevhatî, wexta ku dikandar ev jê pirsî li ber xwe
nerî û pojinî, pojinî, ji dikandare gote mamo ji xwe ez
li vir çûm hatim, tu derdik min û hewalek min tune, bila
tu sax bî.
Dikandar jêre gote birazê
min na, hal û hevalek te haye, divê tu ji mamê xwe re
bêjî, dibe ku ez derdê te û hewalê te derman kim. Memo
dîsa ponijî, ponijî ez bêjim, nebêjim mesela xwe.
Mamê dikandar gote kurê min
ji min re bêje, çima tu ewqas di ponijî û fedîdikî ez
zanim hal û hewalek te heye.
Memo ji mamê dikandare gote,
mamê minî delal, hal û hewalê min ji vê heta vê ye. Ez
ji gundê (soba) yê mim, rewşa mal min ya madî
nebaşe, çend zarokê min û ez û jina xwe; di nav mala
min de tu tişteke xwarinê hebe nemaye. Vê sibehê
min ji gund daye rê û ez hatime bajêr û tu pere bi min
re tune, ku ez vegerim malê ji zarokên xwere xwarinê bistînim
bibim ji wan re, ez mame halê heyîrî ezê çibikim çinekim.
Lê wexta ku Memo ev gotin ji min ra gote, gelek li berxwe
diket û bi melolî û hem jî aciz dibû, weke ku tu kêra
li wî xînî, wexta ku ev gotin ji min re digot.
Min ji Memo re gote, min mesela
te famkir birazê. Lê dîsa jî min dixwest ku ez Memo tecrûbe
bikim. Min ji Memo re gote, birazê Memo ez dixwaz im ji
tere tiştekî bêjim?, tiştê ku Memo ji min
re gote, mamo fermo bêje, tu çi dibêjî. Min ji Memo re
gote, tu dikarî du takî simbêlê xwe bidî min, û tu çi
ji dikanê dibî bibe.
Wexta ku min ev gotin ji Memoyê
simbêl qeytanî re got; Memo sekinî, sekinî deng jê derneket,
weke ku tu cerik ava asar bi ser wî de berdî, gelek li
ber xwe ket û sar bû û med û mirûsê wî tevlihev bû, mêş
ji ser pozê wî bikeve wê bibe sed perçe. Lê wê camêro
çibike, zarokên wî li malê birçî û di mala wî de, tu tiştekî
xwarinê nîne.
Dibê Memo destê xwe avêt ser
simbêlê xwe bir û anî, bir û anî, ez jî lê diner im, çend
derban destê xwe di simbêlê xwede da û simbêlê xwe bir
û anî, dibê derbikê du tayê simbêlê wî kete nav tilêyên
wî, ew tayên simbêlê xwe di nav destên xwe de, bir û anî
ji xwe re gote, ez van tayê simbêlê xwe bidim nedim dikandar,
lê zarok min birçî ne li benda mine ku ez xwarinê bibim
ji wan re, ji bo bêjin wa bavê me ji bajêr hat û ji mere
xwarin anîye. Dibê Memo tayên simbêlê xwe fermo min kir,
kurê min.
Dibê min jî memo ra got, birazê
tu ji dikanê çi dibî tu dikarî bibî. Min ji xwe re gote,
ev çawa beşere-mirov e, çiqas bi şeref û heyiset
e ev kesê hana, min di jiyana xwe de, kesekî weha bi şexsiyet
nedîye… Îca mamo tayên simbêlê xwe da min, min tayên
simbêlê memo girt û xist nav kaxezikê de, pêça xist cûzdana
xwe pêş çavê Memo. Min ji memo re gote, îca ji dikanê
çidibî bibe, bi şertê ku tu kengî heqê alavê min
ji min re bînî ez ê jî, wan tayên simbêlê yê emanet bidim
te.
Memo kete dikanê ferdê xwe
tije alav kir û xatirê xwe ji min xwest û berê xwe da
gundê xwe, û nav zarokên xweyê birçî. Kurê min hal û hewalê
min û yê gundî ji vê bû, heger ku ew meriv hat û emanetî
min anî, tu jî vî emanetî wî, yanî wan tayên simbêlê wî
bidîyê kurê min. Piştî demikê xalê Arif yê dikandar
dire ser dilovanya xwe. Xwendevanên hêja û dilovan, çîrok
berdewame…
***
Bi minasebeta serê sala nû, sala 2011a li hemû
gelê Kurd û dostên Kurdan pîroz be, bi hêvîya temeneke
dirêj di xêr û xweşîyê de bimîn in.
|