psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Emanet Heta Qîyamet

Salihê Omerî

Kurê Memo yê simbêl qeyîtanî Rindo, xwest ku kar bike û emanetê bavê wî ku li cem dikandar danîye perê wî bidê û emanetê bavê xwe bîne. Rindo dest bi kar kir, ji xwere pez û dewara kirîn û difrot. Mehik du heta salikê weha karê xwe ye dicareta heywana berdewam kir, halê Rindo gelek xweş bû.

Îca li gundê wan, li gundê Sobayê erd hej çêbû, xisarek gelek mezin li gundê wî bû. Gundê wan nifûsa wî heftê mal bû, ji wî gundê tenê deh-panzdeh mal filîtîn û malê dinê jî hemû sero binî hevdû bûn. Ji wê erd hejê mala Rindo kurê simbêl qeytan gelek zirarên mezin bibû. Lê tenê Rindo ji vê erd hejê filitî bû. Dîya Rindo û birayên rindo û xuşkên wî hemî di erd hejê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Lê Rindo di vê bûyera ku hatibû serê wan, erd hejê de, ew bi xwe jî hate hejandin. Rewşa Rindo gelek xerab bû ji alîyê ruhîve, roj bi roj her diçû xerbb dibû. Lê piştî demikê hebikî hate ser xwe û xwe da ser hevdû, emanetê bavê wî hate bîra wî, ku li cem ê dikandare. Salik dinê jî di wê ortê de derbas bû, li ser mîadên yê dikandar û bavê Rindo re.

Rindo xwest here bajêr ku emanetê bavê xwe ji dikandar bistîne. Lê Rindo perê ku dabûn ser hevdû hemû li tirb çêkirina dîya xwe û xuşk û birayên xwe gundîyên xwe, xwerc kir û mewlût li wan da. Perê mayî jî zivistan bû li xwe û zarokên xwe xerc kir. Disa emanetê bav Rindo wê salê jî ma.

Rindo dîsa dest bi karê xweye bazirganîya heywana kir. Dîsa heywan û dewar kirî û firot, bazirganeke baş ji Rindo derket, Rindo her diçe halê wî xweş dibe, yeka wî dibe dudi. Îca dîsa mamê dikandar hate bîra wî ku here emanetê bavê xwe ji cem wî bîne.

Îca vêcarê jî Rindo her diçe xwe ji bîr dike, ji ber ku perê wî pir dibe, ketîye nav mal û milkê dinê hesab û bazirganîyê serê wî êdî pir tev li hev dibe. Xalê dikandar ji bîra Rindo diçe. Lê Rindo, êvare li malêye û dixwaze razê, lê berî ku raze, mamê Arif yê dikandar tê bîra rindo, Rindo wê şevê ranazê xwe li diheri me.

Dibe sibe Rindo bazirganîya wî dest pêdike,  rindo mamê Arif yê dikandar ku emanetê bavê wî li cem lê ye ji bîr dike û dest bi karê xwe dike. Rindo dire bazara pez û dewaran dest bi kirîna heywana dike û disa mamê dikandar ji bîr dike.

Lê ew roj jî derbas dibe, Rindo dîsa êvarê tê bîra wî û dibêje sibehê ezê herim emanetê bavê xwe bidim. Dibe sibeh berê xwe dide bajêr û li dikana mamê Arif digere û dipirse. Ji kê dipirse, dibên weleh xalê Arif çûye ser dilovanîya xwe berî salikê.

Rindo, ji kesê ku ji wan dipirse, ma zarokên wî hene tune. Bersiva wan kesan dibêjin, wexta ku mamê Arif çû ser dilovanîya xwe, piştî çend mehan kurê wî dikan firot. Rindo ji wan kesan re got ma ka dikan li kuye?

Jêre gotin! Dikan ha li wire, here jê bipirs bê ka kurê wî li kuye?

Rindo, diçe dikanê û dipirse, te ev dikan ji kê kirî?!

Dikandar gotê;

Min ji kurê xalê Arif kirî?, navê wî çibû?

Navê wî Azad bû;

Rindo ji dikandare gote, tu dikarî min bibî cem wî û min bi wî naskirin bidî?

Dikandar gote ser sera, ser çavan.

Dikandar da pêşîya Rindo û çûn mala kurê mamê Arif. Dikandar ew herdû bi hevdû naskirin da û xatirê xwe ji wan xwest û vegerîya ber dikana xwe. Çîrok berdewame dike, xwendevanên hêja…

 
   
Dengê Kurdistan © 2010