Emê
Bêrya Te Bikin
Salihê Omerî
Nizanim, ji ku dest pê bikim, ji naskirina
ku min te nas kir û heta roja ku te berê xwe da welatê
bav û kalên xwe, tu kesek ji wan kesa yî, kekê can, tu
herdem rûken û dilgeş bûyî, li himberî min. Ez dibêjim
hezkirina te ji min, erkên xwe yê şoreşgerî
tiştên ji min dihat min pêk tanî, te jî ew didît.
Ji xwe ji kesên xebatkar, fedekar û durist hezkirina te
zêde bû. Ez bawer im di gelek biryaran de,” me te tenê
hişt kekê Kemal”, lê dîsa jî bila saxî be…
Kekê Kemal emê bêrya te bikin, wê çûna
teyê welat li komela KOMKAR Swêdê sarbûnek dest pê bike,
ez hêvîdar im ku xelet bim. Ez bi hêvî me ku tu ji her
çend mehan bêyî welatê xwe yê duwemîn swêdê, komela Komkarê
geş bikî. Ez bawr im tu jî bêrîya me bikî kekê dilsoz
û durist, ez weke hevrê yê te yê nêzîk, ne weke hevrêkî
weke kurdikî wextê ku min te nas kir û bi vir de, ked
û emeka min ku di ber te de çêbûye, min weke rûsipîyek
xwe û ji ber ku tu miroveke durist rastgo bû, min te weha
nas kir, destê min ji zatê weke te nebû ku ez bi virde
û bi vîyalî de herim, min rîya xwe şaş nekir.
Ji ber di jiyanê de min duristî û rastgoyî ji xwe re kirîye
sereke, ji ber van jî hezkirinik min bi teybetî ji te
re çêbû, kekê Kemal. Wexta ku mêvanên komela me dihatin,
tu bi zatê xwe radibû, te digo hûnê çayê vexwin, te bi
wî temenê xwe yê mezin û bi wê gotina ku te ji mêvanan
re digot, te hezkirina xwe dixist dilê wî mêvanî. Mala
te ava kekê Kemal ez bi xwe ji te fêrî gelek tiştên
civakê bûm.
Wextê ku min te naskir û bi vir de, di
suhbetên xwe de te herdem qala hevkarî, enî û pêvendîya-dîyalogan
dikir. Ji xwe li bakurê Kurdistanê, bi serdarîya te ku
we PSK damzrand di 1974 an de, we piştî çend salan
di nava çend partîyên kurdan de, UDG ava kir, hûn mirovekî
dûrbîn bûn, we pêşeroja xwe baş zanîbû. Wexta
ku we PSK ava kir di programa partîyê de we du rê dîyar
kiribûn, yek jê federasyon bû, ya dudan jî dewlateke serbixwe
bû ku we digot heqê gelê kurd e. Heta ana jî tu vê raya
xwe û bawerîya xwe diparêzî kekê Kemal. Mala te ava ji
van hestên teyê durist û rast. Hinik jê ji ”serxwebûna
herçar perçê kurdistanê dixwestn” lê ana jî ne tu tiştikî
dixwazin, rojikê weha û roja dinê jî li têlike dinê dixin…
Ez bi hêvî me, çûna teyê welat, piştî
sîh û yek salî û bi temenek 74 salî, nêzîkayeke germ di
nava kurdan de wê pêk bê, roleke teyê giranbiha heye di
dîroka gelê kurd de, û ez bawer im tê wê rola xwe yê dîrokî
bilizî. Erê wê barê te ji berê girantir bibe. Ji ber ku
me gelek derban suhbet dikir, me qala welat û rewşa
gel dikir, em gelek aciz dibûn, kekê Kemal te di got,”
na divê ku em li ber xwe bidin, divê em gelê xwe bihûnînin-organîze
bikin, erka me ya serekeye welatparêzî ye, demên weha
wê bên û wê herin, weke pêlê deryayê wê
herin û wê bên, emê van qolinca derbas bikin”.
Ez dibêjim, tê çawa bi dil û can bêrîya
welatê xwe Kurdistanê dikî, her usa jî bîrya swêdê bikî.
Ji ber ku desthiledarîya swêdê û bi teybetî jî wexta we
li swêdê penaberî xwest van camêran hemen penaberîya te
qebûl kirin. Û piştî demikê jî tu bû hemwelatîyên
swêdê, weke hemwelatîyek wan, çi îmkanên ji welatîyên
wan re derbas dibe ji yekî weke te jî re darbaz dibû.
Îca dibêjin ” bilbil xistine qesefê û li malê hemû
tiştên wî tê ber, lê hey bilbil gotîye ax welat,
ax welat!”
Welat, welatê te ye
Bi gul û çîçek li hêya te ye
Ji herçar hêlên welêt li hêya te ne
Kal û pîr li benda te ne
Xort û keç li hêvîya te ne
Dostê teyî kurd û tirk li benda te ne
Zû dakeve, li frokxana îstanbulê
Li benda te ne!
Oxira te a xêrê be, tu bi xêr herî û
bi xêr û silamet vegerî kekê Kemal. Emê bêrya te bikin.
|