|
Xemginîya
Erdheja Wanê
Salihê Omerî
Di 23ê meha Çirîya Pêşîn 2011
an de, saet duûçelûyekê rojê de erdhejek 7-2 li wana
me û Erdîşê û derdorê gola wanê çêbû, ew erdhej tesîra
xwe heta welatên cîran îranê, başûrê Kurdistanê,
Erzuromê, Agirîyê û heta bajarê Mêrdînê kir. Ev erdheja
hana ji hêla tabîeata erdê û li gor mirovatîya bi bawer
ji hêla xwedê û şuxulê xwedêye, têye gotin. Em jî
bêjin bila wehabe, şuxlê xwedêye, bila şuxulê
xwedê be ne ê ebda-mirovabe, şuxulê xwede xweşe,
lê bila wilo be…
Bi vê minasebeta malwêranî û erdheja
ku ji terefê xwedê de çêbûye, sersera ser çava bila destê
mirova têde tune bese. Lê ez dibêjim ku mal û avayên ku
hatine avakirin li wanê bi duristî bi planeke baş
û mesrefeke baş lê bi hatina xerckirin, wê ewqas
zirarek mezin çênebûna li wana me. Ji ber ku pisporên
erdhejê yên komara tirkan dizanin xetên dibinê erdê de
yên erdhejê hene û yek ji wan jî bajarê wanê û der û dora
wêne. Çima tetbîrên li himberî erdhejê negirtine?.
Heger komara tirkî tetbîrên li himberî
cîhê ku erdehej wê lê çêbibe negirtibe, komar û desthilatî
mesûlê vê wêrankirina ku li wan û der û dorê çêbûye heye.
Salê çûyî li Japonya erdhejik 9,2 çêbû lê ewqas feleketeke
mezin çênebû mirov nehatin kuştin, ji ber ku komara
Japon û desthiledarîya wî welatî tetbîrên xwe yê erdhejê
girtîye, xanîyên ku çêdike bi saxlemî çêdike. Ez dibêjim,
sûcê herî mezin di rewşa erdheja ku li wanê çêbûye
yek emîn komara tirk û desthiledarîya wê bi xweye. Heger
ji serîde tetbîrên ewlekarî bigrtina di vê erdhejê de
wê ewqas zirar nehatina kirin.
Ez dixwazim li ser te çend gotina
bêjim, Wana bav û kalan;
Wan wana meye
Berdêlya derd û kulaye,
Ji bêxwedîtî ev hate serê teye,
Xwedîyê te kurdin
Dil êşê te zaza, kurmanc, soran û lorî,
Wa şandin ji başûr malê bavê te,
Barzanî hawar û gazî kir li pismamê te,
Hîn jî hawara Barzanî ji bo wanê dûm dike,
Hey mala te ava kurê camêrê Barzanîyê mezin, kekê Mesûd,
Ew êş û xemginîya bajarê wanê,
Êş û xemginîya hemû Kurdane,
Li welatê pismamê te ji Mêrdînê bigre
heta Qersê, heta Colemêrgê, Amedê û herweha, alîkarî pere
cil û berg, betanî, lêhêf doşek, hemû tişt dan
hevdû şandin ji pismamên xwere.
Lê weke ku dibêjin, şuxulê xwedêye,
De bila şuxulê xwedê be,
Ne şuxulê ins û cinsa be…
Ji kurikî deh salî pirsîne?
Nav Ehmede, ehmed erdhej çêbûye
li Wana me, em li cil û berga digerin tu dikarî çibidî,
Ehmedo ji dibîstanê tê li berdevê derîyê xweye, Ehmedo
qutikê xwe ji xwe dike, dibêje ev ji min diqedi, yê ji
Ehmedo re dibêje, ma ne hindike?
Ehmedo radibe pantorê xwe jî ji xwe
dike û dibêje ne bese, yê ku alîkarîyê didin hev ji Ehmedo
re dibêje wele ne bese, lê bila wilo be, lê Ehmedo ji
wan re dibêje, ha ji we fanêrê min jî, ji wan birayên
min zarokên Wanê re bişînin. Wey mala te ava Ehmedê
deh salî…
Lê meriv destê xwe deyîne ser ûjdanê
xwe û bi axife. Di vê erdheja wana mede, çi ji kê qedîyaye
û jê hatîye madî û manewî alîkarî şandine, çi dezgeh,
çi jî şexs, ji herşar alêyên tirkîye û Kurdistanê,
ji Colemêrgê bigre heta Tiraqya, ji Entabê bigre heta
behra reş, ji her hêla xwe ve alîkarî madî û manewî
kirin. Ji welatên cîhanê, meriv dikare bêje gelek welatan
xwestin ku alîkarîyê bikin, pêşî lê desthiledarîya
tirkan qebûl nekirin. Lê vê talî alîkarîya wan jî hate
qebûlkirin. Heta çend hebên ku ji Japon hatibûn, di erdheja
dudan de du heb ji wan jî di hotêlê de, hotêl bi ser wan
de hate xwarê û ew jî ketin nav refên yên ku di erdhejê
de mirin.
Ji hemû welatîyên Wanê û der û dora
wêra, ji kes û kûsên zirar dîne, di warê vê erdheja wanê
de, kesên ku hatine birîndarkirin şifayê ji wanre
daxwazîyê dikim û kesên ku mirine cîhê wan bihuşt
be û ser saxîyê ji malbatê wan re dixwazim.
Erdhejên weha derbik dinê çênebe,
avayên ku ji ana û pêve çêbibin, bi hawayeke rêk û pêk
bêne çêkirin, mesrefên ku li xanîyên ku bêne xerckirin
dibin çavdêrîya muhandiza de, bi alavên weke çîmento û
hesinên bi qelîte bêne çêkirin. Ji bo derbikidinê erdhejên
ku çêbibin feleketên weke erdheja Wanê zirarê neyê kirin.
|