”Ji bo xatirê xatiran, meriv dikeve
bin barê qantiran”
Salihê Omerî
Bav û kalên me çi gotine, ”Ji bo xatirê xatiran,
meriv dikeve bin barê qantiran”.
Qedirgirtinê tîne zimên. Meriv ji bo xatiran zahmetiyan
jî qebûl dike.
***
Dibê rojek ji rojên xwedê, rovîk û kewek hebûne. Rovî
sibehê rabû ji qula bav û bapîrê xwe derket û berê xwe
da deşt û berîya, newal û çepela, çîya û banîya.
Rovî ji bo ku zikê xwe têr bike, derkete nêçîrê. Ji qula
xwe derket, hêdî-hêdî ber bi berjêr daket, dît ku li binya
qulê de erdek heye, weha nerî ku kewek li erdê ye, ji
xwe re diçêre. Rovî got, ma bi xwedê, ev nesîbê min e,
de ka wek ku min wî/wê nedîye, ezê herim bi wî alî de,
dibe ku xwe bimelisîne û ezê wî bigrim, vê sibehê wî/wê
ji xwe re bikim taştê.
Kewê nerî ku rovîk ji wir de tê, kewê ji xwe ra got:
ezê xwe bimelisînim û çevê xwe bigrim, wekî ku rovî ez
nedîme. Wê rovî here û min nabîne, wê bi riya xwe de here,
ezê jî ji xwe re li nav vî erdî biçêrim. Kewê çevê xwe
girt û xwe melisand.
Rovî kewê dibîne, nêzîkayî lê dike û hêdî-hêdî ber bi
kewê ve diçe, wek ku kew nedîye, serê xwe bilind dike,
tena-tena li ber xwe jî nanêre. Giha ber kewê û bi derbikê
ve lapûçkê xwe avêt kewê û kew avêt devê xwe, kewa ku
xwe di xewê de biribû, ma hêbet mayî îca wê kew çi bike?
Rovî kew xist devê xwe, devê xwe girt, ku rovî kewê bixwe.
Kewê nerî ku wê rovî wê bixwe, got, ha birakê rovî.
Rovî got, hê kewa delal û xweş, ma tu dikari bêjî
elhemdulah û şikir, ku nêçireke awa kete destê te?
Rovî nefikiri ku wexta bêje elhemdulah û şikir, wê
devê wî vebe û wê kew ji nav devê wî bifire.
Wexta ku kewê ev gotina han got, rovî jî nefikiri ku
devê xwe veke, wê kew ji nav devê wî bifire. Rovî got,
hema elhemdulah û şikir. Wexta ku weha got, devê
rovî ma vekiri, kew ji devê rovî derket û got, piçû-piçû
firiya, çû li wî yalî li himberî rovî danî.
Kewê got, ha birakê rovî ma tu çawa ye. Rovî got, ez
nebaş im. Rovî bangî kewê kir, ha kewa delal, ma
ew kesê ku nesibê wî bê ber û pê qayil nebe û ew kesê
ku paî di dev de û nizane daqurtîne, ew kesê ku hin xwarin
têr ne xwariye û bêje ez têrim, ew kesê ku birçî be û
bêje, elhemdulah û şikir, ew bila ji xwe ra bimre,
ji vê dinyayê here rojekê beri rojekê, çêtir e.
Rovî ji xwe ra got, ma wexta ku bav û bapîrên min derdiketin
nêçîra teyr û tûra, ew digirtin, dixistin devên xwe, heta
ku nedixwarin, ma digotin elhemdulah û şikir. Kengî
dixwarin, ew çax digotin elhemdulah û şikir. Ma ev
elhemdulah û şikir bi serê min û bavê min ketibû,
ku ez bêjim elhemdulah û şikir, ez hatim xapandin,
lê ji ana û pê ve li min û bavê min heram be ku ez tiştekî
weha bikim. Kerê ker, neqeba ku derbikê têre bikeve, derbeki
dinê tu serê wî jêkî di wê neqeba ku tê re ketiye naçe.
Lê însan ne weha ye, gelek derba ketiye destê dijmin û
ji destê dijmin derketiye, disa jî hatiye ketiye destê
dijmin...
Deng dire kewê, ku rovî çi dibêje. Kew jî dibêje, ew
kesê ku xewa wî neyê û xwe bi qazî di xewê re bibe, li
himberî dijminê bav û bapîrê xwe, ji dêvla ku meriv tedbîra
xwe bigre, min him çavê xwe girt û him jî xwe di xewê
re bir. Kew dibêje, ma bav û bapîrê min ev tiştê
hana kiribû, ku ez rabim çavê xwe bigrim û tu jî bê min
di devê xwe xinî, rovîyê zexel û ehmeq. Kew dibêje, ma
ne ji ana û pêve min tobe ye, ku ez tiştekî weha
bikim. Dibêjin, "ji rovî zexeltir tune, lê ji
eyarê (çermê) wî pirtir li çarşiya tune".
***
Li gor min licnaya bilind ya Hak-Parê biryareke dîrokî
standîye, di derheqê ku nekeve hilbijartinan. Hak-Parê
dilê piştgirên xwe, dilsozên xwe û heval û hogrên
xwe şikenand ji xwe. Weke ku meriv henekê xwe bi
xwe bike, sîyaseteke nerast û şaş meşand
rêveberîya Hak-Parê.
Hak-Parê û rêveberîya wê girseya ku pêre çêdibû ji ana
û pêve wê winda bike. Kesên ku bawerî bi rêveberîya wê
dikirin, êdî ew ê, roj bi roj qels bibe be, rêveberîya
wê li gor destûr û programa xwe nemeşîya, rêveberîya
wê li gor xwe û hinik berjevendîyên xweye şexsî gav
avêtin, ev jî wê zirarê bide bîr û bawerîya Hak-Para ku
serî ji ne duristîyê danetanî, wê bîne.
Ji vê seatê û bi vir de, Hak-Par wê weke gula ku tu
avê ji ber qut bikî wê bê serê wê. We rêveberîya hak-parê
we hak-par êşand û heq jî nekiribû, vê partîyê. Lê
heyîf û mixabin hak-par li ber bayê kesên sivik û kesên
bê îstiqrar li ber bê ket û çû kete dû bayê hebanê-meşkê.
Heyîfa meriv li sîyaseta hak-parê ya rasteqîn ku bi salaye
tê, ku kete haleke weha. Ez bixwe weha dibînim, birano!
Dibe ku hûn bêjin, ev camêrê hana dîn bûye, ji yekitîyê
û hevkarîyê heznake. Na ez gelekî ji yekitîya milî hezdikim
û min bi dehan bîr û raya xwe li ser yekitîyê nivîsîne.
Lê ne ku fedekarî bi alîyekî be, divê ku fedekarî du alî
be û bi duristî be.
Em dibêjin, îrade tune, lê em dinerin ku em li gor wê
îradê dimeşin û xwe nûjendikin. Em gazinan dikin
ji wê îrada wan, lê em jî xwe li gor wê îrada wan ji ser
xwe diçin. Birayên hak-parê di bîr û raya min de, we xwe
şaş kirîye, hûn îrada xwe û îrada hak-parê pêk
nanîn, hûn bi ber bayê îrada pûç ketine. Ez sîyasetê divê
ku li gor bîr û bawerî û berjevendîyê gelê xwe bikim,
ne ji bo şexsa û îdolojîya şaş û maş.
Derba ewilî ku li ewqas bajarên tirkî û kurdistanê namzetên
xwe bi girseyeke mezin datîne. Firsadeke bû ji bo partîya
maf û azadîyan (Hak-Par). Lê heyîfe ku ewqas ked û emek
bi erdêve here. Na, divê ku hak-par xwe nûjen bike, îdaryek
nûh jêre divê ku rêveberîya wê bike. Ji ber ku hak-par
keda çelsalîye û emeka gelek welatparêza û nîştîmanperwerên
kurde, divê ku em lê xwedî lê derkevin.
Dîsa ez dibêjim, ku hak-parê divê guhertina biryara
hilbijartinê de, ku xwe vekşandîye rast nabînim û
biryareke çawt û ne rast girtîye. Dibêjim, dawîya partîya
hak-parê anîye vê biryarê. Û hûn saxbin, gelî rêveberîya
Hak-Par no!... Weke mesela Kewê û Rovî li hevalên
Hak-Parê hate, berî ku xwarna xwe bixwin gotin elhemdulah
û şukur.
***
Planên gelek xerab berî vê hilbijartina ku di 12ê Hezîranê
de çêdibe têne kirin. Dîyare ku dewleta kûr, ergenekon
û leşker bi hevre di nav kar û çalakyan dene. Lê
ez dibêjim, kemalîstê kurdan jî bi van hersî beşan
” dewleta kûr, ergenekon û leşker” ve di hewildanê
den in. Vana berî vê hilbijartinê dixwazin ku şereke
navxweyî derxîin.
Dîyare ku Dayîra Bilind ya Hilbijartinê (YSK) a, ku
divê demê de, biryareke weha derxe, veto kirina namzetên
serbixwe yê BDPê 12 kes ku bi biryara dayîra bilin ya
hilbijartinê bê ye weto kirin, ku ne kevin hilbijartinê,
ev dîyar dibe ku tevlihevîyek pir xerab û destên qirêj
û lîstikên mezin çêdibin, dixwzin tirkîyê balî bi şerekî
nav xwe ve bibin.
Di vê lîstikê û plana qirêj de, ne feyîda tirkan têde
heye û ne jî ya kurdan, tenê feyîda kemalîstan, ergenakoncîya,
leşkeran û xulamên wan têde heye. Dixwzin ku tirkî
vegere berî bist sîh salî berê. Ev jî ne mimkûne ku tirkî
vegere zemanê berê, ji ber ku şert û mercên cîhanê
rê nade ku derbên leşkerî çêbibin. Lê hîn jî dewleta
kûr û pêgirtîyên wê ”ergenakon, leşker û xulamê wan”
li ser karin û îmkanên gelek in. Lê heyîf û mixabin ku
rêveberîya hak-parê kete şaşiyetîyeke dîrokî
ku di rûperê dîrokê de wê bê nivîsandin. Rêveberîya hak-parê
çima kete şaşetîyek weha, ez bixwe hîn jî şaş
û maş dibim. Ji ber ku rêveberîya hak-parê tecrûbên
xwe di warê sîyasetê de gelek hebûye, lê çima kete şaşetîyeke
weha meriv dimîne heyirî. Hêvîdar im, ku rêveberîya hak-parê
di vê şaşetîya ku kirîye lêbuhirîna xwe, ji
heval û hogirêb xwe bixwaze û nêzîk ne dûr here komcivînek
awerte.
|