Kurê Memo
Salihê Omerî
Kurê Memoyê simbêl qeyîtanî, rewşa wî baş bû
û ji xwere gote, ezê herim bajêr emaneteke bavê min li
cem dikandere, ezê herim emenatê bavê xwe jê bigrim û
bînim. Lê heyîf û mixabin, xalê Arifê dikandar çûbû serdilovanîya
xwe. Rindo kurê Memoyê simbêl qeyîtanî, wî û kurê xalê
Arifê dikandar hevdû dîtin, silav li hevkirin, ji azadê
kurê xalê arif re gote, ez kurê wî kesê ku bavê te mesela
wî ji tere gotîye, ez kurê wî kesî mim.
Kurê xalê Arif ji Memore gote ser sera û ser çavan tu
hatî, ev gelek sale ku emanetê bavê te li cem bavê min
bû. Bavê min berî ku here ser dilovanîya xwe, ji min re
gote, kurê min emaneteke camêrekî li cem mine û mesela
wî ji minre gote, mesele ji vê heta vêye. Lê heta ana
ew kes nehatîye, emanetê xwe ji min ne girtîye, heger
ku ewkes yan jî merivik wî hate, qala emanetê bavê xwe,
yan jî mervê xwe kir, tenê divê ku bêje emanet filan tişte
(tayê simbêle) wêçaxê divê ku hûn, tu bidî wî/wan.
Min jî ji bavê xwere gote, baş bavo kengî hatin
ser sera û ser çavan, ezê wesiyeta te pêk bînim, heger
ewkes hatin, emanetê xwe. Piştî çend rojan, xalê
Arif xwedê emanetê xwe stand, çû ser dilovanîya xwe.
Kurê memo yê simbêl qeyîtan, ji kurê xalê dikandare gote
ez kurê wî camêrî mim, navê bavê min Memo bû, weke ku
bavê te ji tere mesele gotîye, bavê min jî ev tiştê
ku bavê te ji tere gotîye bi serê xweye. Lê çawa emanetê
bavê min li cem bavê teye willo jî emanetê bavê te jî,
li cem bavê min bûye, ez jî hatime emanetê bavê te bidim
te û emanetê bavê xwe jî ji te bigrim, çawaye birakê Azad.
Azad jî, ji kurê memo re gote ser ser û ser çavan. Emanetê
bavê te li cem mine, ezê herim bînim, dibê azad çû xurfa-oda
bavê xwe, sindoqa bavê xwe ya emaneta kilît-zman lêxist
sindoq vekir û emanetê bavê Rindo, çawa bavê wî emanetî
kurê xwe kirîye weha anî da wî. Emanet di nava kaxezikê
de bû ku çawa bavê wî daye dikandarê xalê Arif wilo jî
da Rindo.
Rindo jî, ji kurê dikandare gote, ji ana û pêve divê
ku ez û te bibin dest birakê hev, heta ku ez sax bim û
zarok, zarokên min hebe ezê tucaî vê dostaya bavê te û
alîkarîya ku bavê te ku bi me kirîye ezê ji bîr nekim.
Îca ana bi xatirê te birakê azad tu bi mînî di nav xêr
û xweşîyê de.
|