Kurmê Şîrî Heta Pîrî,
Tebîat Di Bin Çerm Deye…
Salihê Omerî
Her kesek tebîatek wî heye, çi zilam, çi jin. Tebîat
di bin çerm de ye, guheretina tebîat ne weha hêsan e,
heta mirinê ew tebîat bi meriva re dimîne. Lê sîyaset
jî û komele jî bi vê ve girêdayî. Wexta ku partîyek nû
ava dibe, ji xwe re destûrikê û bernamakê amade dikin,
di wê destûrê de pirensîbna datînin ji bo karên xwe bi
rêve bibin, bernemakê jî ji xwere datîne ku dost û dijminê
xwe û kar xebatênên xwe bi rêve bibin. Lê nayê wê manê
ku ew bername û destûr neyê guhertin, ji ber ku şert
û mercên dinyê û herêma ku meriv lêye zû tê guhertin,
ji ber wê divê meriv guhertinan di bernama xwe de û desûra
xwe de bike.
Lê em bêne ser babeta xwe, ji wextê ku ev sîyaseta qirêj
û şaş derketîye holê (apocitî) sûnd xwarine,
divê ku sîyasetên ku hene em wan ji holê rakin, ewçax
em wesîfa û xizmeta xwe pêk tînin û welatê Kurdan jî azad
nabe.
Ev bûyerên hana û êrîşên ser welatparêzan, zarokên
mejî şuştî xizmeta komara kûr û erganekonê pêk
tînin û xizmeta sîyaseta û îradeya apocitîyê dikin. Ev
bûyera hana di roja îro de, xizmeta sîyaseta tarî ku ne
rûnîye dikin, şik tune ku vana proveqtor in.
Ji xwe, wextê ev sîyaseta şaş û qirêj derket
holê, şerê welatparêzên Kurdan û rêxistinên Kurdan
kirin. Ji bajarê Agirîyê bigre heta Amadê, batmanê û Mêrdînê
û li Sêwrekê û Rihayê şerê Eşîrên Kurdan kirin,
bi sedan mirovên welatparêz şoreşger hatin kuştin
ji hêla vê sîyaseta şaş û qirêj.
Ez li vira bangî kes û xwedî bi bawer û dirust, çavê
xwe ji van bûyerên weha re negrin, îroj wê bûyer bi ser
tede bê û rojik dinê jî wê bi ser min de bê jî, ez deynekim
û tu deynekî wê weha ev bûyerên weha berdewam bibe, êdî
ne ez û ne tu em ê nikarin pêşîya wê bigrin. Em hemû
dizanin bê ji şerê nav xwe, bê Kurdan çiqas zirar
dîye, ma newloye gelî rewşenbîrno, ma newloye ronakbîrno,
ma newloye ewên ji vê sîyaseta qirêj û şaş ya
apocîtêyê zirar dîne û heval û hogirên hatine kuştin
û zirar dine.
Divê ku meriv rûçikên vê sîyaseta qirêj û şaş
ji hêla komara kûrve hatîye damzrandin, deşifre bike,
li hemû welatparên Kurdan dikeve. Ji ber ku ev rêxistina
hana ne bi aqilê Kurdperwerîya Kurdan hatîye ava
kirin û damzrandin. Divê ku em dengê xwe derxin gelî Kurdên
welatparêz û welathiz.
Di 21-22 çilêyê paşîn de, bûyerên ku li Rihayê
ji hêla BDP ve rûdaye û êrîşî xortên Hak-Parê
(Partîya Maf û Azadîya) kirine, ji hêla minve û weke Kurdeke
welatparêz wan kesên ku êrîşî wan xortên Hak-Parê
kirine protesto dikim û bi teybetî jî ewkesên ew xortên
Kurd fitne û fesadî kirine emirqutî bibin, ji ber ku fêlên
weha kirin di nava xortên kurdan de, fitne û fesadîya
hana tu fêda wê tune, ji xeyînî zirarê ku dide xebat gelê
Kurd.
Dîsa jî dibêjim, fêlên ku têne kirin, ji hêla BDPê û
yê wan tûj dikin, dixwazin şer û pefçûnan
derxin, ji bo ku tukes ji wan pêve li meydana kar û xebata
ji bo azadîya welatê bav û kalên xwe bikin, ku ew jî ne
bi îrada xwe nin, îrada wan jî di destê ku îrada wî jî
ne didestê wî deye, van fêl û şer û pefçûnan der
dixin. Ez li ser navê xwe, vê sîyaseta şaş û
qirêj ku êrîşî ser welatparêzan û welatperweran dikin,
gunehbar dikim û dibêm bila ji dev vî karê xwenî qirêj
û şaş biqerin, ji ber ku ev pefçûn û şerê
navbêna Kurdan bi xwe bi xwe fêdê nade dew û doza gelê
Kurd, ji xeyînî zirarê pêve.
Êroj, roja dîyalogê, hevkarî û yekitîya gelê Kurde, ne
roja şer û pefçûnê û dûrbûna hev e. di çend mehên
pêş me de, hilbijartina parlemantoye li tirkî, divê
ku gelê Kurd bi hevre hevkarîyekê û blokê pêk bînin. Lê
wexta ku ev bûyerên weha dertên holê weke ku li Rihayê
rûdaye, wê meriv çawa bê cem hevdû ku blokek Kurdî pêk
bê. Divê ji bo vê bûyera hanê divê ku BDPe ji raya giştîre
daxuyanîyekê derxe û lêbihûrîna xwe ji Hak-Parê re û
bi teybet jî, ji wan xortên ku tada û lêdan xwarine bixwazin.
|