Meriv Gazina Ji Kê Dike?
Salihê Omerî
Wexta ku meriv dikeve xeterikê nebaş, yan jî nexweşî
bi ser meriv de tê, yan jî kêmasîyekê dike, gazina ji
merivê xwe, mezinên xwe û yê herî ku nêzî merivin dike.
Li gor ku bav û kalê me gotine, ”Qusûr li biçûkan,
efû li mezinan” îca divê ku mezinên me tevbigerin
û me ji bin nîrê bindestîyên xelas bikin.
Gazina ji kîjan mezinî û meriva dike?
Wexta ku tifaqa meriv tunebe, meriv ji mezinê xwe gazina
dike. Heger tifaqa meriv hebe tukes nikare pişta
meriv deyne.Yek ji mezinê gelê Kurd Ehmedê Xanî, berî
sêsit salî, li ser tifaqê weh gotîye;
”Heger hevgirtin û yekitîya me hebûna eger
û em hemû li pey hev biçûna eger
Rom, Ecem û Ereb bi temamî
hemûyan dê ji me ra bikira xulamî”.
Gazina ji kê tê kirin?
Kesên mezin û sermyan, divê şîretan li biçûkan
û derdora xwe bike.
Kesên mezin dikare aciz jî bibe, ew jî beşere û
însane. Lê herdem aciz bûnê û bêhn tengî bi kesên mezin
û sermyan nakeve û ne liyaqî wîye / wêye.
Divê ku ew sermyan, yan jî dê û bav bêhna wan fireh û
bi sebir bin. Erê ew jî dikare aciz bibin. Lê talî divê
ku wek yê cahîl û nezan neke. Heger wî jî weke yê nezan
kir, yê zana û sermyan, yan jî dê û bav, ferqya wî û yê
cahil û nezan namîne.
Ji ber vê jî bav û kalên me gotine, ”qisûr li biçûkan,
efû li mezinan”. Ez jî dibêjim, mezinên me Kurdan
û rîssîpîyên me bila bêne cem hev û bi erkên xweye, temenên
xweye talî rabin, tifaqeke millî û netewî di nav xwede
çêkin, ji bo ku em ji wan weke mezin qebûl bikin û dixizmeta
wandebin.
Em Kurd hemû dizanin û devê kê vedikî dibêjin, tifaq,
tifaq. Lê em Kurd li dîroka xwe binerin bê me çi anîye
serê hevdû û çikirîye ji serê hevdû. Heger tifaqa me hebûna
heta ana wê Kurdistan ne çarperçebûna,wê Kurdistan ana
perçak bûna. Lê em Kurd, hem di warê êl û eşîret,
axatî, begî, mîrîtî, ol, û mezhebî de, herdem em hatine
himberî hevdû û hatine xapandin, weke ku bav û kalên me
gotine,”kuştîyo di ber xelê de”. Willo
hatîye serê me Kurdan. Û hûn sax bin.
Li kesên sermyanê mala xwe be, divê ku bêhn fireh, bi
sebir û bi trolans be.
Kesên ku bi çavê mezina li xwe binere û derdora wî jî
wî weha bibîne,divê ku meznaya xwe û giranîya xwe bi kar
bîne.
Kesên ku bixwaze rêberîya gelê xwe bike, divê ku ew kes
pir bêhn fireh û bi sebir be.
Dê û bav di malikê de, heger zarokên xwe neke wek hevdû
û bi wanre îdare neke, ew bav û dê nikare dê û bav yê
ji zarokên xwere bike.
Berpirsyarê herî mezin di malê de, heta ku dê û bav li
jiyanê bin, divê ku bav û dê berpirsyarîya xwe bi kar
bînin.
Berpirsyarîya herî mezin di gundekî de, di stûyên heyeta
rîsipîyên gundeye, û wana eleqedar dike, bi teybetî.
Li bajarekî biçûk yan mezin, mesûlyeta herî mezin dikeve
stûyê şehredarîyê û mesûlê wê qezê û walîyê wî bajarî.
Li welatekî berpisyarîya herî mezin dikeve stûyê meclisa
wî welatî, dezgehên wî welatî û yên eleqedar, (serokkomar,
serokwezîr û yên wezîran) divê gel bike weke hev û wan
îdare bike.
Partîyên ku hene û dezgehên wî welatî û rêberên wan partîyan,
divê ku tifaqa wan ya millî û niştimanî hebe, ji
bo dahatûya wî walatî.
Heger berovajî van bîr û rayên ku li jorê hatine dîyarkirin,
tevlihevî û xitimandin dikeve pêşîya ji bona xizmeta
wî gelî, mesela millî û niştimanî. Heger weha ne
be, dibe ku zirarên mezin bêne serê wî gelî.
Em însan-beşer weke ku dibêjin, bi selikê ji ezmana-asîmana
daneketi nin. Me însana şîrê xaf xwarîye û em mezin
bûne, meriv, beşer dikare xeletîya bike. Lê hertim
meriv wan xeletîyan bide ber pozê-bêvila hevdû, ew jî
nabe. Tenê ku ewkesan xîyanet bi gelê xwe nekiribe û bi
dagirkeran re ne xebitîbe, wekî din meriv bi hevdûre dikere
kar û xebatê bike û nêzîkaya hevdû bike.
Divê ku em jî xeletîyên xwe derzan derxin û derbik dinê
wan xeletîyan neke. Lê meriv beşere dikare xeletîyen
jî bike. Ji ber ku xeletî û şaşitî têne efû
kirin…
Divê meriv bi trolans be, di jiyanê de, û bi teybetî
jî, ji bo mesela millî û niştimanperî. Heger meriv
bixwaze here tirî ji rez bixwe, dire tenê dixwaze tirîyê
xwe bixwe, nego here nehtorî bikuje.
Divê meriv dûr û kûr bifikire, meriv xwe tenê nebîne,
der û dora xwe berfireh bike, bê guman di jiyanê de, kar
bi hevre herkes weke hevin can sivike, kesên can sivik
jî wê hebin û yên can giran jî divê hebin, kesên çalak
jî wê hebin û yên tiral jî wê hebin.
Di welatikî de, wê qencên wî jî hebin, wê xerabên wî
jî hebin. Lê divê kesên rêvebir û rêber, bêhn fireh û
bi sebir bin.
Îca kesên mezin ku gel jê hêvîyê dike, divê ku ew jî
rola xwe di warê ku gel jê hêvîyê jê dikin, ew jî bêhn
fireh be û rola xwe bilîze, ew kes, yan jî ew kesên weha
divê bêhn fireh bin.
Ehmedê Xanî, berî sêsit salî weha gotîye;
”Ez şaşmame di hikumeta Xwêdê da
Kurd di hebûn û dewleta dinê da
Gelo çima û ji ber çi mane bêpar
Hemû ji çi bûne bindest û stuxwar”.
Bi rastî jî heger gelê Kurd heta ana weke gotina Ehmedê
Xanî bikirina, emê heta ana bin dest nemana, lê heyîf
û mixabin.
Kurdno! De werin em gotina vî serwerê Kurdan yê mezin,
Ehmedê Xanî pêk bînin û berî herkesî dilê wî xweş
bikin û piştre jî dilê dostan şadbikin û dilê
dijmina reşbikin.
Em bêne cem hevdû, li hevbikin, nêzîkayî bi hevre hevkarî,
enî û tifaqek netewî, millî û niştimanperwerî bi
hevre bikin. Tu zirara gelê Kurd di tifaqê ke netewî û
millî de tune, bervajî ji xeynî feydê pêve.
|