Xortekî
Delal û Hêja-M îrze Cizîrî
Salihê Omerî
Belê divê ku ez qala
biraderekî gelek min jê hez dikir, pir dilsoz û hevalekî
devli ken bû, hevalekî Rîya Azadî, Mîrze Cizîrî
bikim. Mîrze
wê çaxê hîn xortekî hîjdeh-nozdeh salî bû. Bûyerek
di nava gundê wan de bibû, hatibû girtin,
berê jî di warê sîyasî de jî hatibû girtin û gelek tada
û îşkence lê hatibû kirin. Lê Mîrze Cizîrî di wî temenê xweye biçûk de, me derbna minaqeşe
dikir li ser sîyasetê, sîyaseta min wêçaxî û a Mîrzê ne
yek bû, min dixwest ez wî bikim hevalê xwe. Lê Mîrze jî dixwest ku ez bibim hevalê wî yê sîyasî.
Lê min zanîbû ew hevalê kîjan sîyasetê ye(Rîya
Azadî) ye. Lê wî di zanîbû sîyaset min
çîye û kîjan sîyasetê (PDK-T) diparêz im.
Lê rojek ji rojan ez li malikê ku ew
mal jî mala Rîya Azadî bû, û wêçaxê jî ez bibûm hevalê
Rîya Azadî û hayê Mîrzê devliken û rûgeş jê tunebû.
Mala ku ez lê bûm, zengilê derî hate lêxistin, ez rabûm
min derî vekir, min çawa derî vekir ku Mîrzê delal û hêjaye,
û girtîyê minî girtîgeha bajarê Mêrdîna xopane.
Mîrze çavê xwe girt û çavê xwe vekir,
bi rastî ev tu kîye? Ji min pirsî: “Tu û van dera?.. Yan
jî ez
ez şaş
hatime vira, yan jî ez
di xwede xewnê
dibînim? Min jêre got: ”Kekê minî delal
û rûken û rûgeş,
na, ne xewn
e rastî ye.”
Û piştre me
hevdû himbêzkir,
kêfa wî gelekî
hat ku ez
dîtim û bi teybetî jî li mala Rîya
Azadî.
Lê heyîf
û mixabin kekê
Mîrze di temeneke gelek biçûk de, li welatê xeribîyê,
li swêdê
ji ber nexweşîna penceşêrê temenê bîst û du salî bû çû ser dilovanîya
xwe. Bila cîhê
wî li nav haval
û hogirên wî
be, cîhê wî bihûşta
baqî be.
Kekê Mîrze di sala
1981 an de, ji welatê bav û kalên xwe, ji ber hikmê faşîst
derket dervî welat. Li
swêdê bi cîh û war bû. Di 22ê Îlona 1984an de,
ji nav heval û hogirên xwe koç kir û çû ser dilovanîya
xwe, di 22 salîya xwe de, li stockholmê paytaxta swêdê.
Mîrze Cizîrî ji hila Mêrdînê herêma
Omerya gundê Qurdîsê bû.
Kekê hêja û delal, tu miraqa nexwe, dew û doza gelê Kurd
hey berdewam e, heval û hogirên te li ber xwe didin weke
mêran, sûnda ku te pê xwaribû, cîhê ku tu lê mabû sekinandin
û te xatirê xwe ji me xwest, bi wê cûwanbûna xwe, me te
ji bîr nekirîye, tu rehet bî li gora ku tu lê dimînî gundê
bav û kalên xwe, mizgînya min li te hemû hevalên bi wê
hisreta azadîya Kurdistanê bûn, perçak Kurdistan azad
bûye, xebat dibe ku hersî perçên dinê jî azad bibe, bila
tu û hevalên xwe yên şehîdên rîya azadîya Kurdistanê
rehet û bi bawer bin.
|