Tifaqa Hilbijartinê Bi
Kêr e?
Salihê Omerî
Di hilbijartinên vê salê de, ji
bo parlamentoyê li
tirkî û Kurdistanê weha xuyanî dike ku wê dest
pêbike, li
gor biryara Komsiyona
Bilind ya
hilbijartinê, di meha Hezîranê 12ê wê de, 2011ê de, wê çêbibe. Hîn
jî çend
meh hene
ku dest
bi dan û standina,
tifaqîya û hevkarîyan bikin ê heye. Lê
weha xuyanî
dike, ji ana de dest bi hevkarîya û propoxandayê têye kirin. Mesele
medya tirkan
de, qala dan û standinên
wê kî
bi kêre tifaqê bike.
Lê weha
dîyar dibe
ku partîyên
ku grûbên
xwe hene hinik
ji wan
tifaqê naxwazin,
wê bi serê xwe û li
ser navê partîyên
xwe, wê namzetên
xwe dîyar
bikin.
Li gor zagona
hilbijartinê heta ana heqê du partîyên Kurdan heye ku dikarin
beşdarî hilbijartina
bikin, yek jê
Partîya Demoqrasîyê
û Aşitîyê (BDP) û Partiya
Maf û Azadiyan (Hak-Par) dikarin beşdarî hilbijartina bikin, lê Partiya Demokrasiya
Beşdar; (KADEP)
dikar beşdarî hilbijartina
bike ez
bi xwe nizanim. Em
bêjin hersî
partîyên me
bi fermî karin beşdarî
hilbijartina bikin.
Lê ez
dikar im, bi rehetî bêjim
ku hersî
partî bi hevre peymaneke çêkin û bi hevre dibin navê
partîyeke de, dakevin ser sindoqên hilbijartinên parlamentoyê xêra hemû Kurdan
wê têde
hebe.
Di siyasetê de îrade
gelek girînge û pîroz e, di bawerîya min de. Mesele partîyên legal-vekirî ku di şartê îroyîn de li tirkî, weke
Partîya Demoqrasîyê
û Aşitîyê (BDP), Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) û
Partiya Demokrasiya
Beşdar; (KADEP) îradên
van hersî partîyan meriv dikare bêje, neweke hevin.
Ez dibêjim,
rastîya vê yekê
jî heye.
Bêguman, çiqasî j meriv xwe dûrî
îradeyê jî
dike. Lê rastîyek heye
ku meriv
rastîyê bêje û xwe ji rastîyê
nexapîne, meriv
bêje, baş dibe.
1-Mesele, Partîya Demoqrasîyê
û Aşitîyê (BDP) girseya
xwe heye, Partîya Demoqrasîyê
û Aşitîyê û grûbek
xwe li parlamentoyê
heye, nêzî
sed heb şaredarîyên mezin û biçûk di destên wê de heye,
di ser du milyonan re
deng standîye di hilbijartinên çûyî de. Lê ev deng
çawa standine
ji me
hemûyan dîyare, ”şerê çekdarî” li ser xwîna xort û keçên
Kurdan. Lê
dîsa jî îrada
vê partîyê
ne di destê rêvebirê
wê deye,
îradê bi yekî ku
îrada wî
jî ne di destî
wî deye,
”îmralyê” bi wî ve girêdidin. Îca wê çawa
partîyeke weha
di hevkarîyan de, gotina wan derbas bibe.
2-Mesele, Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) bi îradayeke
rasteqîn ji
gelek bîrûbawerîyên cûr bi cûr, ji
sosyalîsta bigre,
heta bîrûbawerîyê olî, demoqratî û lîberalan bigre, li gel hevdû
li der û dora
programekê û destûreke muşterek ku ew jî, komarek
federal diparêzin, îradake
rasteqîn û bêye ku di serê wan
de, ev weke
min nafikire û ne weke
min be, ez kar nakim,
tiştekî weha di Hak-Parê de weha tune, îrada wê
bi şêweyeke demoqratik
têne hilbijartin
û karên xwe dimeşî
nin. Ez
bawer im,
bi partîyeke weha meriv dikare gelek gavan bavêje
û blokeke Kurdî
çêbike, ji bo hilbijartinên
parlamentoyê. ”Serokê
Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel dibêje,
bawer dikim
ku alîgirên
BDPê, KADEP û HAK-PARê wê ji îttifaqeke
wiha re
bêjin “erê”
û hêza ku ji îttifaqê
derkeve wê
benda ji sedî10 hê, bi hesanî derbas
bike”.
3-Mesele, Partîya Demokrasiya Beşdar;
(KADEP), îrada vê
jî meriv dikare bi rehetî bêje, di destê serokê wê
partîyê deye.
Ji ber ku serokê vê
partîyê brêz
Şerfettîn Elçî hem seroke û hem jî berdefkê vê partîyê
ye, ev
”camran” jî
li serokên xwe
guhdarî dikin
û ew jî heqê
wan e. Îradayek
weha du dulo jî
zehmete ku
meriv tu tiştan
bi here bike.
Hêvîdar im, ku
ez xelet
û şaş bim di vê dîtina xwe
de. Serokê Giştî
yê KADEPê brêz
Şerafettîn Elçî
di daxwuyanîyeke xwe de, weha dibêje; ”heger
di navbera Kurdan de itifaqke hilbijartinê çêbibe,
heger her
sê partiyên
Kurd bibin yek
wê bi hêsanî benda %10 derbas bikin
û berhemên ku
ji vê îttifaqê
derkeve wê
hêz û baweriya yekitiyê bide hemû
Kurdan”.
4-Mesele, grûbên
weke, Lêgerîna Kurdên Demokrat, TEV-KURD û Şoreşgerên Demokrat
ev grûbên hana jî divê ku meriv bi wan re, têkeve
dîyalogê ji bo hemû bêne cem hevdû, biçûk û çi mezin divê
ku divê hilbijartinan de blokeke biratîyê û kurdperwerîyê
çêbibe, ewçax em Kurd dighên erkên xweye netewî û millî.
5-Heger ji
partîyên duzenê daxwazî hebe ji
bo tifaqa hilkbijartinê
bi teybetî jî AK-partîyê
re meriv
dikare li ser gengêşîyan bike, çima na?
Lê dîsa
ez dibêjim,
berî hertiştî û li gor ku bav
û kalan gotîye,
”lêv ji diranan ferz
tire” tifaq
bi Kurdan re bêye
çêkirin ewilî
ez baş dibînim,
lê heger
nebe jî xwedê
me
ji nezerê
bistirîne…
Bêguman, li bakurê
Kurdistanê û li anatolyê, ji
xeynî van partîyên
ku min li jorê
gotine hene.
Hem weke komele, weke
dezgehên Kurdî
û biçûk mezin rêxistinên
Kurdan û şexsiyetê
rewşenbîr û ronakbîn ku tevaya Kurdan
himbêz bike,
bîne cem hevdû
ew jî
li wan
partîyên ku min li jorê
qala wan
kirîye. Heger ev
partîyên ku
min navên wan gotine
erk û wesîfên
xwe yên welatperwerî
û niştimanperwerî pêk
bînin wê gelê
Kurd û dostên Kurdan
bi vê helwestê wê
şad û bextewar
bibin. Ev wê
bibe dîrokî
di dîroka gelê Kurde
ku van partîyên
me yên
ku di şertên ana li tirkî ku
legal-vekirî kardin
wê pêk bînin.
Hem hilbijartin li
pêşîyame nin, hem jî di van roja de, tahdît û êrîşên li ser heval û dostan û bi teybetî jî komeleya KOMKARê,
li welatê
Îngilîstanê li bajarê Londonê
êrîşên çavsoran.
Îca em jî
qala hevkarîyê
û bloka Kurdan dikin,
ji bo hilbijartinên
parlamentoyê, gotinek bav û kalên me
hate bîra
min, dibêjin, ”were vî
kerî di vî buhurî
re derbas
bike”. Ev pevşûnên
weha, êrîş
û tehdîtên weha ne
di berjevendîyên gelê
medenin, ji xeyînî
zirarê pêve , ji bo em
bikaribin bîr
û bawerîyê li hevbikin,
divê ku
meriv şer,
pevçûnê û tehdîda li hev
neke, hevdû
neêşîne. Bawerî û hezkirin di rîya kar xebatê de, têye xuyanî kirin. Ne bi şer û tehdîdan û pevçûnan. Em Kurd hîngî ji dek
û dolabên dijmin,
me weha
zirar dîye. Îca
heger em
Kurd jî şerê hevdû
bikin, tehdîda
li hev bikin
û bawerîyê li
hevney nin, îca
emê çawa
bi hevre karbikin, ji bo ku em
welatê xwe
azad bikin. Bawerî
berî hertiştîye,
bawerî azad bûne,
bawerî serfirazîy.
Bi hêvîya hilbijartinek serkefti û yekîtîyek hemû Kurdan…
|