Warê Bav
û Kalan
Salihê Omerî
Gundek hebû li serê sirtê, çar rê jê dadiketin, yek ber
bi qible de, yek jê ber bi rojave, yê dinê ber bi bakur
û rojhilat. Rîya rojhilat hebkî berpal bû. Sibehê ji nav
gund cotkar, şivan, gavan û rêncberên gund derdiketin
diçûn şuxulên xwe. Êvaran jî vedigerîyan malên xwe,
pezê wan wexta ku dihate nêzîkayî li gund dikirin, dibû
beee, beeee wan, ga û çêlekan dikirin ore orr, keran dikire
zire zirr, dengê kûçikê-se ên pez û yên gund dikirin ewte
ewt, piştî nîv seetê kê roj di çû ava, melê gund
azan dida, ji bo gundî herin nimêja xwe ye muxrub bikin.
Piştî nimêja muxrib û eşa, şevbihêrka
dest pêdikirin. Hinik jê zû radizan, hinik jî dereng radizan,
heta nîvê şevê diman disuhurîn, ji xwe re çîrok û
henek dikirin. Di navbêna suhurandinê û çîrok û henekan
de, fêkî, çayê û şêranî danîn bi hevre dixwarin û
vedixwarin.
Gund li serê sirtê bû, malên gund piranîya wan bi aqit
bûn, hemû bi kevirên şekirî hatibûn avakirin.
Çar rê dihatin nava gund. Wextê berf û baranê ava ku diherikî
ber bi qible û bakur de diçû. Gund heftê mal bû; camîyek,
dibîstanek û nexweşxanek biçûk lê hebû. Hatinên gund
zêde li ser tirî û piştre jî genim, ceh, nîsk, nok-nokreşk
û pez bû.
Rîya ku ji gund dadiket ber bi qible ve, bi tehtik kevirên
bixur bû. Bi alî bi çend gundan û bajarekî mezin ve, ber
bi Mêrdînê diçû. Navbêna gund û bajêr bi nigan sê saet
ne bû.
Rîya ku bi alî rojava ve diçû, hingî bi teht û bixur
bû û serbejîr bû, meriv derbna dişemitî û qulozanî
ser hevdû dibû. Di vê rîya ku bi alî rojava ve diçû, ev
rê bi alî gelek gundan ve û diçû ser erd û rezan jî.
Rîya ku bi alî bakur de diçû, ev rê jî weke rîyên dinê
jî bi alî gelek gunda ve diçû û li ser rê gelek rez û
erd hebûn.
Rîya ku bi alî rojhilat de diçû, ew jî weke rîyên dinê
jî, bi alî gundan û erd û rezên gundîyan ve diçû.
Lê bi teybetî, dema bihar û havînê gund gelek xweş
dibû, ji deng û bengên heywanan, dengên mîh û berxan,
bizinan, karan û or ora çêlekan û azana dîkan û dengên
elok û qazan, li gund weke ku meriv li muzîkê xe, ewqas
deng li hev dizivirî û dengên xweş ji nav gundê sirtê
dihat.
Dengên gundîyan yên digotin loo, looo, digotin lê lêêê
û ho hooo!.. Dengên mastê ku dixistin meşkan û diçelqandin,
dengên zarokan hem digirîyan hem jî dilîstin û dîya wan
û bavên wan bangî wan dikirin. Kuro lawo werin!.. Hûn
çi dikin?.. Werin taştê bixwin, nanê tenûrê û rûnê
nivîşk û qeymaxê ser mast û dewê cemidî… Xwarna xwe
yê serê sibehê dixwarin.
Xaltîka Mencê cîrana mala metê Şerîfa bû, û gelek
malên dinê jî cîranên hev bûn. Xwedîyên gund çar malbat
bûn: Malbata mala Xelo, malbata mala Helo, malbata mala
Elîyê Gulê û malbata mala Dawo bûn. Weha mal bi malê ve
çêkiribûn Ku meriv digot ji bo çi ev mal bi hev ve çêkirine?
Wan kal û pîran digotin, ji bo sitarê û parastinê me ew
mal bi hev ve damezrandine, li kêleka hev.
Meha Adarê, Nîsanê û Gulanê dengên şîhe şîha
hespan û ya keran û beh beha berxan, mee meea mîhan û
bizinan bûn û ore ora çêlekan û gilikên wan bûn, wexta
ku ji çolê pez û dewar dihatin. Sibehan bi dengên meşkan
ku dihatin gub gub dikirin, gundî şiyar dibûn. Sêpîyên
ku meşk davêtinê ji bo bihejînin, ji sê daran pêk
dihat jê re dogotin ”sêpî”. Sibehê gundî radbûn
qeymaxê mast û rûnê nivîşk, dewê qerisî-cemidî û
nanê tenûrê yê germ, bi taştê re dixwarin.
Bi fereca sibehê re, berî ku roj hilbê, bi azana melê
sibehê re, dengên kewên gozel ji vîyalî û wîyalî
ji hawêrdorî gund dihat. Bi qebqeba wan kewan, dengên
dîkan û ewt ewta kûçikên gund jî dihat, te digot li nav
vî gundî û derdora vî gundî, qey mehrîcane-festîwala teyîr
û tûran û teba ne, xewa meriv li ber wan dengan dihat,
weke ku yek ji merivan re bilorîne.
Ji bo meha zivistanê gundîyan qûtê pez û dewaran
û qûtê xwe amede dikirin. Ji bo pez û dewaran ka, rêsî,
çilo, ceh û kizin hiltanîn ji bo zivistanê. Ji xwe re
genim, nîsk, nok, savar-burxur, şêre, ard, pîvaz,
sîr, simaq, kuncî, reşik, hejîr, mişmiş,
hersimê hişkkirî, ava hinara, mewîj, gûz, bihîf,
bastêq, benî, ava becanê sor, becanê sorî hişkirî,
îsot, becanê reş, fasolî hişk dikirin û dermale
şerjê dikirin, ji bo zivistanê, hem goşt dikesidandin
dixistin kûza û cera û xwê li goşt dikirin li ser
têlikê û di cîyeke parstî de didaliqandin. Ji bo zivistanê
qurmik û êzing û komir amede dikirin, ji bo ardûyê zivistanê.
Zivistana zarokên gund, ji ber ku cîhê lîskên zarokan
tune bûn, zarokan li axoyan de, di şikeftikê de,
yan jî li cîyeke ku dikarîbûn lê bilîzin dilîstin, bi
veşartin, bi çavgirtînkê, bi qufçan, bi xara ”xar
li hinik cîhan dibêjin gule, ji kevirên arbeşk yê
gelek qewîn çêdibe, weke xaron zîndoqe girover e, bi hingulîsk
dilîzin. Zivistana zarok dibûn du ber-grûb berfê dikirin
gilok û davêtin hevdû. Zivîstanê zilaman, bi hêka dilîstin,
bi xar û qurûşan dilîstin û êvaran jî, ji xwe re
henek û çîrok, meselok, çîvanok û bi hingulîskê dilistin,
bi vî hawayî şevbihêrkên xwe didûmandin û wextê xwe
derbas dikirin.
|