|
Xwarin Çiqas Xweşe
Salihê Omerî
Yekî gundî hebû ku gundîyan jêre digotin Hemo. Hemo
qala xwe û wexta ku barê êzingê xwe, yan jî wexta ku tirîyê
xwe dibir bajêr dikir. Hemo digot, her derba ku ez diçûm
bajêr, min ya xwarina serûpê, yan jî taskebab, yan jî
kebab, yan jî şamborek-lemecûn dixwar. Îca di wê
xwarina wan xwarina de, weha min bi kêfxweşî dixwar
ew xwarinên hana, bêguman rûnê wan jî zêde bû, wexta ku
min ew dixwarin, bi teybetî jî xwarina lemecûnan û serûpê
de, der û dora kêlekê devê min dibû bi rûn û pêve diherikî
rûnê di nav wan xwarina de, simbêlê min jî dibiriqandin.
Îca min devê xwe nedişuşt, simbêlên min jî
hebûn, min tilîyên xwe bi rûnê devê xwe dixist û simbêlê
xwe pê badida, simbêlê min dibirqandin û min darikek dirana
radihiştê û ez ji dikanê derdiketim min darikê xwe
jî dixist bêrîka xwe û min kerê xwe ji xanê derdixist
û dida ber xwe û min berê xwe dida gundê xwe.
Wexta ku ez digham ber gund min darkê berdirana derdixist
û min darkê xwe di berdiranên xwe vedida, heta ku ez digham
nav gund. Gundîyan ji min re digotin “Mamê Hemo xuyanî
ye ku te xwe tewişandîye...” Xalê Hemo jî xwe li
himberî wan serê xwe bilind dikir û tiştek nedigot
û raste rast berê xwe dida mala xwe.
Xalê Hemo ji xwe re digot, yaho ma îşê van çi ji
min e ku ez weha dikim, tu dibêjî qey ez ji bêrîka wan
pera derdixim û malê bavê wan dixwim. Bavo min ev xwarin
bi perê xwe xwarîye, ma çi bi serê we ketîye!
Piştî ku xalê Hemo digha mala xwe, nav zarên xwe,
biçkî îsreheta xwe distand, paşê radibû ser xwe derdiket
derve ber devê derîyê xwe, li ser kevirikî rûdinişt
û simbêlê xwe badida, çi yekî ku diçû û dihat di ber devê
derîyê wîre, jêre digotin: ”Xalê Hemo xuyanî ye tu îro
ji bajêr tê, simbêlê te dibirqînin...”
Xalê Hemo jî zêde nedixwest biaxife, wexta ku gundîyan
ji wîre digotin, tu çûye bajêr û simbêlê te dibirqînin,
di bin simbêla re dikenîya û kêfa wî dihat. Wî dixwest
ku gundî ji wîre bêjin ”Tu îro tewişîye-yan te xwarinên
xweş xwarîye”, kêfa wî gelek ji wan gotinan dihat
ku gundî ji wîre bêjin.
Xalê Hemo derbna hestîyên heywanan davêt ser agirê soba
xwe, ji bo ku bêhna hestîyan di bixêrîya xanîyê wî de
derkeve ku gundî bêjin, wa mala Xalê Hemo xoşt dixwin.
Gundîyan digotin, yahoo ev mala Xalê Hemo çiqas halê wan
xweş e, xwezîya meriv bi wan û halê wan!..
Mal avayê xalê Hemo derbna maqarna jî li mala xwe çêdikirin,
devê xwe nedişuşt bi wî hawayî derdiket derve
simbêlê xwe badida û simbêlê wî dibirqand. Wê çaxê kaqzên
weke ana ku dibêjin, peçete tune bûn, dismalê bêrîkan
hebûn, dismala xwe derdixist xalê Hemo û bi simbêlê xwe
ve dixist, dismal hemû di rûnde dihişt, ku bi qalibik
sabûn dismal nedihate şuştin, ewqas bê mêrêz
û qilêrî bû Xalê Hemo.
Jina wî pêre ketibû helakê, ji xwe wêçaxê jî ewqas hebûn
jî tune bû, ji mehikê derbikê encax serê xwe û zarokên
xwe û cilên xwe jî dişuştin.
Ji xwe sipî, rişk û kêç gelek bûn, dermanê wan
jî tune bû û weha jiyan berdewam dikir. Ne mala Xalê Hemo
tenê weha bû, meriv diker li wî gundî hemû ew nexweşî
û nepaqijî hebû, ji ber ku gund gelek feqîr û belengaz
bûn. Wextên cilên-kincên xwe dişuştin, li dervî
gund li ber çemkî yan jî li ber kanîyê kê, arîya êzinga
dikelandin û kincên xwe û cilkên xwe dixistin nav wê ava
arîya kelandî û ew cil û kinc dikelîya, dikelîyan ji bo
ku ew sipî, rişk û kêç bimrin û çil û kincên wan
biçikî sipî bibin û dibû jî. Ji xwe zivstana kinc û ser
şuştin tunebû, heger hebûna jî bi hawayeke pir
qels.
Jiyana berê jî weha bû û weha ji xwere diqedandin. Lê
kêfa Xalê Hemo herdem lê bû ji halê xwe razî bû, û herdem
kêfa wî li wî bû. Ji ber ku jina wî bi dilê wî bû, û jina
wî jî nayê aqila ku ewqasî ji mêrê xwe hez dikir. Xwezîya
ku her jin û mêr weha ji hevdû hez bikirina.
Dibê,” xewa birîndara tê, lê xewa birçîyan
nayê”. Meriv divê xwarinê bixwe, lê zêde nexwe. Ji
ber xwarina zêde ji mirovan re nebaşe. Divê ku meriv
di wextê xwe de xwarinê bixwe. Yan jî xwarina ne diwextê
xwe de, zirarê dide merivan. Bi hêvîya xwarinên xweş
û piştî xwarinê jî du sê îskanên-qedehê çay, ku di
çaydanê de hem çaydanek ji bo avê û yek jî jê dema çayê
tê be, û hinik şêranî meriv bixwe çidibe, çima nebe,
noşîcan be!
|