Kekê Zubeyr Yildirim
Salihê Omerî
Kekê
Zubeyr Yildirim hêja û delal, li hêla Mêrdînê herêma Omerya
li gundê Çalê, di sala 1934 de, ji dayîk bûye.
Ji malbatek dihate nasîn li herêma Omeryan, malbata wî
serok eşîra Omeryan bû û kurê Evdelê Silêman e. Di
sala 1986 meha Adarê 16ê wê de çû ser dilovanîya xwe
Nêzîkî bîst û pênc salan di nav kar xebatên welatparêzî
de, kar xebat kirîye, derba ewilî di nav refê PDK-T
de xebat kirîye û piştre jî di sala 1974 an de di
nav refên Partîya Sosyalîst a Kurdistanê de ( PSK)
kar û xebatên xwe berdewam kir, heta ku çûye ser dilovanîya
xwe.
Li herêmê wexta ku qala kekê Zibeyr dihate kirin,
herkesî jê hez dikir û weke mînak ew ji xwe re dihesibandin.
Xeyisyetên kekê Zibeyr hinik ji ev bûn; miroveke civakvan
bû, Kurdperwerekî diksoz bû, hemû kurdan jê hezdikir,
partî û rêkxirawên Kurdan qîmet didan kekê Zibeyr û hwd…
Di 12ê êlona sala 1980 an de, hate girtin û gelek tada
û lêdan lê hate kirin, piştî ewqas tada û lêdan kekê
Zubeyr li ber xwe da û tu tiştê ku hevalê û hogirên
xwe pê biêşîne negot, piştî ewqas tada hate
berdan. Derba duda di sala 1986 meha adarê 16ê wê de dîsa
hate girtin, eza û tedayek gelek mezin lê kirin. Reh û
damarên kekê gernas gelek êşandibûn,dijminê har û
hov pir lêdan û dîsa jî sira xwe neda, lê wî li berxwe
da, teslîm nebû, lê belê xwîna xwe, canê xwe teslîmê axa
Kurdistanê welatê bav û kalan kir û şehîd ket.
Lê li ba kekê hêja me yê hêja, bi rastî welat ji her
tiştî şêrîntir bû. Emê di vê tekoşînê da
heyfa kekê xwe û hevrê xwe Zubeyr tev şehîdên din
ji kedxwaran û zordadestan bistînin.
Weke ku em dizanin di dema ”UDG”ê de, bi wî temenê
xweyî mezin weke xortekî kar û xebat dikir û ew yekitî
bi ser keve, ew kesekî weha bû ku gelek ji nêzîkayî û
yekitîya Kurdan hez dikir, ji ber wexta ku qala kekê Zubeyr
Yildirim dibû, digotin, ew camêrê kurê camêra ji yekitîya
Kurdan hezdikir.
-Min kekê Zubeyr ji malbatek mezin û kurê axayên herêma
omeryan dihate naskirin, ya dudan jî wexta ku dihate gotin
Zubeyr Yildirim, weke welatparêzekî gelê Kurd dihate bîra
meriv. Hemû kesanan jê hez dikir, ji xeynî dagirkeran.
Kekê Zubeyr min çend derban wî dît, bi teybetî jî li
nexweşxana Mêrdînê, ji ber ku birayê wî Doktor Brahîm
Yildirim bû û çend sala serokatîya doktorên nexweşxana
Mêrdînê dikir.
Kekê Zubeyr herdem cil û bergên wî Kurdî şalik û
şapik û komê koloz û derbna jî Lihafe ya bi gulik,
rengo-rengo û şehr li serê xwe dikir. Meriv çawa
wî didît kêfa meriv jêre dihat, xwîna meriv bi ser wî
de dikelîya.
Hezar rehmet li te be kekê hêja û delal û dil paqij,
tê herdem di dil gelê Kurd de bijî û tê tucarî neyê ji
bîr kirin, heta gelê Kurd û Kurdistanê sax be.
2011-05-05
|