Li
Hewlêrê 36emîn salvegera damezrandina YNKê hate pîrozkirin
Îro li Hewlêrê 36emîn salvegera damezrandina Yekîtî
Niştîmanî Kurdistan-YNK bi beşdariyeke mezin
hate pîrozkirin.
Dengê Azad/Hewlêr
Îro li Hewlêrê 36emîn salvegera damezrandina Yekîtî Niştîmanî
Kurdistan-YNK bi amadebûna cîgirê yekem ya Sekreterê Giştî
yê YNKê Kosret Resûl Elî, Endamê Polîtburoya YNKê Ednan
Muftî, Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî, Wezîrê
Navxwe û Wezîrê Peşmergê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê,
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Mesûd Tek, Endamên Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat
a Kurdistana Îranê-PDKÎ Hesen Şerefî û Mihemed Nazif
Qadirî, Parêzerê Hewlêrê û hejmarek konsolên welatên biyanî,
hejmarek zêde kadroyên YNKê û bi hezaran xelkê Hewlêrê
ve hate pîrozkirin.
Di
pîrozbahiyê de Cîgirê Yekem ya Sekreterê Giştî yê
YNKê Kosret Resûl Elî gotarek pêşkêş kir. Kosret
Resûl Elî di gotara xwe de 36emîn salvegera damezrandina
YNKê pîroz kir û behsa damezrandin û têkoşîna dûr
û dirêj a YNKê kir.
Pîrozbahî, pêşkêşkirina çend gotar û stranan
bi dawî bû.
Bi boneya 36emîn salvegera damezrandina YNKê, Komîta
Navendî a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK nameyeke pîrozbahiyê
ji YNKê re şand.
Ev e nameya PSKê;
Ji Bo Mekteba Siyasî ya YNK
Hevalên hêja,
Em bi navê hemû endam û alîgirên Partiya xwe 36. salvegera
damezrandına YNK li we û bi rêka we li hemû endam
û aligirên YNK pîroz dikin.
Em piştras in, ku YNK di sengerê demokrasî, azadî
û pêşkevtinxwaziyê da ji bona parastin û pêşvebirina
deskevtên netewî û demokratîk wê berdewam kar û xebatê
bike.
Serketina we dixwazin.
Piroz be 36 saliya YNK!
Bijî hevkarî û hevdengiya hêzên welatparêzên Kurdistanî!
Komita Navendî a PSK
01 Hezirana 2011
|