Şandeya
Komeleya ÇIRA serdana Şaredariya Surê kir
Dengê Azad-Amed
Şandeya Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Diyarbekirê
ya di bin serokatiya Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi de
serdana Şaredariya Surê ya Amedê kir. Şande
ji aliyê Şaredar Abdulah Demîrbaş ve bi kêfxweşî
hat pêşwazîkirin.
Birêvebiriya Komeleya ÇIRA ya Diyarbekirê di çarçoveya
serdanên xwe ya li saziyên li Amedê de serdana Serokê
Şaredariya Surê ya Amedê Abdulah Demîrbaş kir.
Şandeya komeleyê ku ji Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi,
Sekreterê Komeleyê Diyar Arcan, Birevbirên Komeleyê Yelda
Ekîncî û Şîrvan Daş pêk hatibû, ji aliyê Serokê
Şaredariya Surê ya Amedê Abdulah Demîrbaş ve
li meqamê xwe hat pêşwazîkirin.
Serokê Şaredariya Surê Abdulah Demîrbaş, bi
germî xêrhatin li şandeya Komeleya ÇIRAyê kir û vê
serdanê watedar nirixand. Demîrbaş, herweha diyariyek
ku ji rêzepirtûkên li ser zimanê kurdî ji aliyê Şaredariya
Surê ve hatine çapkirin, pêşkêşê şandeya
ÇIRAyê kir.
Piştre
Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi, ji bo vê diyariya giranbuha
spasiyên xwe pêşkêşê Demîrbaş kir. Karakeçî
jî, diyariyek ku ji rêzepirtûkên M. Emin Bozarslan yên
“pêkenok”, “çîrokên gelêrî” û Mem û Zîn û Baxçê Zimên
û pirtûkên Kemal Burkay Bîranîn Cîlda 1 û 2 pêk hatibû
ku di nav weşanên DENGê de hatine weşandin,
pêşkêşê Demîrbaş kir. Piştre bi kurtî
behsa xebat, proje û çalekiyên komeleyê kir û da zanîn
ku ji roja damezrandinê û heta nuha bi hemû hêz û derfetên
xwe ji bo pêşvebirin û kemilandina çand, ziman, edebiyat
û folklora kurdî xebat kirine û ji nuha û pêve jî, dê
van xebatên xwe bidomînin.
Karakeçi, di berdewamiya axaftina xwe de ked û hesasiyeta
Demîrbaş ya ji bo zimanê kurdî bi giringî nirixand
û diyar kir ku ew wek Komeleya Çand û Hunerê rûmetek
mezin didin vê hesasiyeta cenabê wî û wek saziyeke neteweyî
jê re spas dikin. Karakeçî, herweha bal kişand li
ser xeteriya pêşberê zimanê kurdî ya li bakurê Kurdistanê
û diyar kir ku divê fikare û siya siyasetê li ser ziman
bê rakirin û hemû sazî, dezge û herkesê berpirsyar wek
meseleyeke hebûn û nebûnê li ziman binêrin û di vê çarçoveyê
de li ziman xwedî derkevin.
Karakeçî, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku
herçendî di warê rojname, kovar, weşangerî,
televîzyon û whd. de pêşkeftin û destkeftinên cidî
hene û di warê nivîsandin û bikaranîn zimanê kurdî de
azadiyek berbiçav hebe jî, lê di warê zanîn û bikaranîna
ziman de bi taybet jî di nav nivşên nû de paşkeftin
û qelsiyek gelek mezin tê dîtin û weha got; “Ev yek jî
ji bo pêşeroja gelê Kurd xeteriyek gelek mezin e
ku divê ji nuha ve pêşî lê bê girtin û ji bo vê yekê
jî divê herkes û her sazî bi reflekseke neteweyî tevbigere.”
Serokê Şaredariya Surê ya Amedê Abdulah Demîrbaş
jî, wan pirtûkan wek diyariyeke gelek giranbuha nirixand
û spasiyên xwe pêşkêşê şandeyê kir. Demîrbaş
jî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li
ser xebatên wan yên derbarê zimanê kurdî de û diyar kir
ku ev demek e wek projeyek dane ber xwe û di vê çarçoveyê
de em li malên taxê dibin mêvan û ji bo nasîna zarokên
kurd ya bi çîrok, kilam, tiştanok û wd. re şevbêrik
lidar dixin. Demîrbaş, herweha diyar kir ku ew wek
şaredarî ligel Kurdî-Derê li ser înternetê bi qasî
5 hezar kesî fêrî zimanê kurdî dikin.
Demîrbaş, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand
li ser rewşa siyasî ya gelê kurd û diyar kir ku ji
her demî bêtir pêwistiya kurdan bi hevkarî û yekîtiyê
heye û weha got; “Di vê çarçoveyê de di serî de wezîfe
û berpirsyariyek mezin dikeve ser milê partî, rêxistin
û siyasetmedarên kurd û divê her yek ji wan, hemû nêrîn
û berjewendiyên xwe yên grûbî bidin aliyek û bi reflekseke
neteweyî berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û ji bo pêkanîna
yekîtiya neteweyî bikevin nav hewldanê. Lewra, tê dîtin
ku neyar û nehezên gelê kurd lê dixebitin û di nav hewldanê
de ne, di nava kurdan de tovên neyartî û dubendîtiyê direşînin
daku wan jihev bixin û destkeftiyên tekoşîna bi dehan
sal bipelçiqînin. Ji ber vê yekê jî, divê kurd hê zêdetir
hişyar bin û bi pêkanîna hevkarî û yekîtiyek netweyî
ji vê helwest û hewldanên kirêt re bibin bersiv.”
|