Hilbijartina
giştî li Danîmarqa.
Özlem Sara Çekiç dîsan kete parlamentoyê
Piştî 10 salan li welatê Danîmarqa hikûmet hate
guhertin.
Roja pêncşembê, ango di roja 15.09.2011’an de li
welatê Danîmarqa hilbijartina giştî a ji bo parlamento
pêk hat. Di demek gelekî kurt de, 20 roj berîya hilbijartinê,
serokwezîrê Danîmarqa Lars Løkke Rasmussen roja hilbijartina
giştî îlan kir û di nava van 20 rojan de bi hemû
îmkanan dest bi kar û xebata hilbijartinê hate kirin.
Hê berîya hilbijartinê Partîya Sosyaldemokrat (S - Socialdemokraterne),
Partîya Sosyalîst a Gel (SF – Socialistisk Folkeparti),
Lîsta Yekîtîyê (Ø - Enhedslisten) û Partîya Lîberal a
Çep (R – Radikal Venstre) li hev kiribûn ku seroka Sosyaldemokratan
Helle Thorning-Schmidt wek serokwezîra nû destnîşan
bikin. Di navbera Sosyaldemokrat û Partîya Sosyalîst a
Gel de jî weke peymanekê hatibû girêdan ku herdu partî
bi alîkarîya van herdu partîyên din hikûmetê damezirînin.
Hilbijartina vê carê wek hilbijartinek di navbera du
blokan de pêk hat. Li alîyê hikûmetê Partîya Lîberal (V
- Venstre), Partîya Muhafezekar (C – Konservativ Folkeparti)
û Partîya Gel a Danîmarqa (DF – Dansk Folkeparti) hebûn.
Hikûmet ji xwe ji Partîya Lîberal û Partîya Muhafezekar
pêk dihat û Partîya Gel a Danîmarqa jî ji derve ve piştgirîya
wê dikir. Ev partî gelekî bi sîyaseta xwe a li dijî bîyanîyan
bi nav û denge. Vê partîyê jî ji ber vê piştgirîya
xwe gelek daxwazên xwe ên sîyasî ên di derbarê bîyanîyan
de bi hikûmetê dane pejirandin. Hikûmet bûbû weke zarokekê
di destê wan de û ev hemû qanûnên dijwar ên ku heta niha
di warê bîyanîyan de hatine dayin hemû ji ber piştgirîya
vê partîyê bû. Ev blok weke ”Blå Blok”, ango Bloka Şîn”
dihate bi nav kirin. Li himberî wan jî bloka partîyên
”çep” jî weke ”Rød Blok”, ango Bloka Sor dihate bi nav
kirin.
Di hilbijartinê de KOMKAR-DK bi hemû îmkanên xwe piştgirîya
herdu welatparêzên kurd, Özlem Sara Çekiç (SF) û Bilal
Inekçi (SF) kir û bangewazîyek şande ji raya giştî
a kurd re ku piştgirîya van herdu berendamên kurd
bikin.
Di hilbijartinê de bi tevayî 4 kesên kurd ên berendam
hebûn: Özlem Sara Çekiç (SF), Bilal Inekçi (SF), Serdar
Benli (SF) û Yildiz Akdogan (S). Bilal Inekçi û Serdar
Benli li eynî herêmê, li herêma ”Københavns Vestegns
Kreds” de xwe dabûn nîşan dan. Özlem Sara
Çekiç û Yildiz Akdoğan jî li herêma ”Københavns
Storkreds” beşdar bûn. Ji nav her çar kurdan
tenê Özlem Sara Çekiç dîsan biser ket û kursîyê xwe di
parlamentoyê de parast. Özlem Sara Çekiç bi tevayî 5383
dengên şexsî wergirtin û li gel dengên partîyê ku
dane wê jimara dengên wê gihişte 8685 dengan. Bilal
Inekçi jî 1359 dengên şexsî wergirtin û li gel ên
partîyê jimara dengên wî jî gihişta 3409 dengan,
lê mixabin ji ber paşdaçûna SF’ê di hilbijartinê
de, Bilal Înekçi nehate hilbijartin.
Piştî hilbijartinê Bloka Sor bi ser ket û rê jê
re vebû ku dest bi damezirandina hikûmeta nû bikê. Di
vê hilbijartinê de 3 partîyên biçûk ên weke Partîya Lîberal
a Çep (R), Yekîtîya Lîberal (I – Liberal Alliance) gelekî
bi pêş ketin û du partîyan jî gelek kursî di parlamento
de hunda kirin. Piştî hilbijartinê rewşa partîyan
bi vî şêweyîye:
- Li gel ku Partîya Lîberal a serokwezîr hikûmet ji
dest da jî, lê ew dîsan di vê hilbijartinê de bûne wek
yekemîn partî û kursîyek li jimara kursîyên xwe di parlamento
de zêde kirin. Jimara kursîyên wan niha gihişta
47’an.
- Partîya Sosyaldemokrat jî bû duwemîn. Di vê hilbijartinê
de wan 44 kursî bidest êxistin, lê kursîyek jî ji dest
dan.
- Partîya sêyemîn jî bû Partîya Gel a Danîmarqa. Wan
22 kursî bidest êxistin û kursîyek jî hunda kirin.
- Partîya Lîberal a Çep bû partîya çaremîn û 8 kursî
li kursîyên xwe zêde kirin û bi tevayî 17 kursî bidest
êxistin.
- Partîya Sosyalîst a Gel (SF) di vê hilbijartinê de
gelek deng hunda kirin û bi tevayî 7 kursî ji dest dan.
Niha tenê 16 kursî bidest êxistin, lê li gel wê yekê
jî kêfxweşîya xwe anîn ziman ku hikûmet hate guhertin
û bandora sîyasî a Partîya Gel a Danîmarqa ji holê hate
rakirin. SF niha di rêza pêncan de ye.
- Lîsta Yekîtîyê tenê xwedîyê 4 kursîyan bû, lê di vê
hilbijartinê de 8 kursîyên din lê zêde kirin û bi 12
kursîyên xwe cihê xwe di rêza şeşan de girtin.
- Yekîtîya Lîberal 5 kursîyên wan hebûn, lê di hilbijartinê
de jimara xwe zêde kirin û bûne 9.
- Partîya ku herî zêde deng hunda kirin Partîya Muhafezekar
bû. Wan bi tevayî 10 kursî hunda kirin. Niha tenê 8
kursîyên wan mane û cihê xwe di rêze herî dawîn a partîyên
di parlamento de digirê.
Partîya Demokrat a Xaçparêzan (Kristendemokraterne),
ku berîya hilbijartinê xwedîyê kursîyekî bûn di parlamento
de, di hilbijartinê de biser neketin û bi temamî ji parlamento
derketin.
Niha halê hazir Bloka Sor biser ket û van her çar partîyên
ku berîya hilbijartinê li hev kiribûn seroka Sosyaldemokrat
Helle Thorning-Schmidt wek serokwezîra nû destnîşan
kirin. Serokên her çar partîyan jî di runîştina xwe
a li gel melîkeya/kralîçeya Danîmarqa de seroka Sosyaldemokrat
destnîşan kirin. Piştî ku Hele Thorning-Schmidt
destûr ji melîkeyê Dronning Magrethe II. wergirt dest
bi kar û barê damezirandina hikûmeta nû kir, ku ev kar
heta vê gavê jî hê berdewame. Helle Thorning-Schmidt wê
di dîroka Danîmarqa de bibê yekemîn serokwezîr jin li
vî welatî.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
18.09.2011
|