Li
Komeleya ÇIRA semînerek li ser Nuredîn Zaza
Dengê Azad/Amed
Li Komeleya Çanad û Hunerê ya Diyarbekirê li ser kesayet
û berhemên siyasetmedar û nivîskarê kurd Nuredîn Zaza
semînerek hat li darxistin.
Semînera ku di çarçoveya bernameya xebat û çalekiyên
Komeleya ÇIRA de hatibû amadekirin , ji aliyê helbestvan
û nivîskarê kurd û xwediyê Weşanxaneya “Lîs” Lal
Laeş ve hat pêşkêşkirin. Laleş, di
destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser giringiya
semînerê û diyar kir ku Nuredîn Zaza, di dîroka tekoşînê
û edebiyata modern ya gelê kurd de ciyeke xwe yê giring
heye, lê mixabin heta nuha derbarê kesayet, tekoşîn
û berhemên wî de xebat û lêkolînek berfireh nehatiye kirin.
Laleş, bi vê mebestê spasiyên Komeleya ÇIRA kir
ku derfet daye pê daku hindik be jî Nuredîn Zaza û berhemên
wî bi ciwan û nivşên nû bide nasîn. Laleş, di
axaftina xwe de bi giranî li ser aliyê wî yê çîroknûsiyê
sekinî û diyar kir ku çîrokên Nuredîn Zaza, awêneya siyaset,
civak, psîkolojî û guhertinên dema xwe ye ku hemû teferûatên
nava jiyanê bi awayeke neqane, zelal û herikbar vedibêje,
taswîr dike.
Laleş,
berî kul i ser kesayet û berhemên Zaza agahî bide, bal
kişand li ser dîroka edebiyata kurdî û weha got;
“Dîroka edebiyata kurdî, dîroka helbesta kurdî ye, jixwe
wek peyv jî helbestvan di nav çand û edebiyata kurdî de
xurtir kiriye. Heta Qenadê Kurdo digel ku navê Dîroka
Edebiyata Kurdî li berhema xwe kiriye jî, cih nedaye çu
romannûs û çîroknûsên kurd. Sedema vê yekê ji ber nêzîkbûyînên
me yên li lîngûstîk, struktuel, peyv û edebiyatê ye, wekî
din jî kodên me yên kultûrî, sosoyolojîk, aborî û erkî
ye.
Laleş, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand
li ser Çîroka kurdî û weha got; “Çîroka kurdî bi Mele
Mehmûdê Beyazidî (1799-1867) dest pê dike, lê belê heta
demeke dirêj gelek rewşenbîr, dîrokzan û nivîskarên
kurd wek çîroka yekem çîroka Fûat Temo ya bi navê “Siwêş”
qebûl dikirin. Lê Firat Cewerî di Antolojiya Çîrokên Kurdî
de dibêje ku Ferhat Pîrbal wek çîroka yekem “Çîroka Mem
û Zînê” ya Mele Mehmûdê Beyazidî dihesibîne. Li gor vê
agahiyê çîroka kurdî ji sala 1956an vir ve diherike û
her diçe dikemile. Di kemilandina çîroka kurdî de gelek
rojname û kovarên kurdî rolên giring lîstine; Kurdistan,
Rojî Kurd, Jîn, Ronahî, Hawar, Tîrêj, Riya Azadî, Roja
Nû, Govend, Tîrêj, Jiyana Rewşen, Pelîn, Nûdem, Dûgir
û wd.
Di nava ekola Kovara Hawarê de bi taybetî yên bi çîrokê
re têkildar bûne Nûredîn Zaza û Qedrî Can in. Ev her dû
nivîskarên hêja ne bi tenê endamên ekola Hawarê ne, herweha
pêşengên çîroka modern ya kurdî ne jî. Celadet Bedir
Xan ji bo Zaza digot; ‘Çexovê Kurdî’ Nuredîn Zaza gerok
e. Secera wî ya dûrketinê ya sirgûnê gelekî dirêj e; hê
di zaroktiya wî de ji Bakurê Kurdistanê dest pê dike û
li Sûriyê, Iraqê, Libnanê û li swisreyê bi awayeke erjeng
didome.
Nuredîn Zaza, mirovekî piralî bû; wî wek rewşenbîr,
nivîskar, siyasetmedar ji gel3e xwe re xizmet kir, lê
ligel jêhatîbûn û çalakgeriyê jî bi nexweşiya penceşêrê
mir. Gelek behrem, nivîs 3u bend bi zimanê erebî, kurdî
û frensî nivîsand. Yên hatine çapkirin ev in; Şerê
Azadî (helbest), Constes El Li Gendes Du Kurdis, Ma Vie
De Kurd, Keskesor (çîrok), Destana Memê Alan (amadekar
û pêşgotin), Şivanê Kurd (werger). Mirov dikare
çîroka Nuredîn Zaza bike dû heyam; Heyama Hewarê û Heyama
Hêviya Welat.
Dema mirov li mijarên çîrokên Nuredîn Zaza dinhêre,
dibîne ku wî, mijarên wek, rola perwerdehiyê, xwestina
tiştên pak ji bo hemû mirovan, hezkirina welêt û
ji bo wê têkoşîn, serhildana Şêx Seîd, hezkirina
xakê û ji bo wê têkoşîn, evîn, evînên bêbersiv-platonîk-,
paşdemayîn, zilm û sordarîya li ser gel, nezanî,
belengazî, tolhildan, hezkirin, sirgûn, ji çand û zimanê
xwe dûrketin aciziyên ruh û wd. bi kar aniye.
Serpêhatî û bîranînên Zaza di çîroka wî ya bi navê “Şerê
Mêşan” de jî roleke girîng lîstiye. “Şerê Mêşan”
ku em wek berhema Heyamê Hêviya Welêt bi nav dikin, jig
elek hêlan ve ji yên din vediqete. Bêguma, ger Zaza di
çarçoveya “Şerê Mêşan” de çîroknûsiya xwe bidomandana
û tevger û çalakiyên hundirîn di çîrokên xwe de xurt kiribûya,
ew ê mîrateke xurt j ime re mabûya. Lê mixabin, di destê
me de zêde tişt tune ne. Lê, ez hêvîdar im ku rojekê
kesên ku arşîva wî li cem xwe diparêzin wan çap bikin,
dibe ku wê çaxê tiştnê balkêş derkevin holê.”
Piştî axaftina Laleş, semîner bi pirs û bersivan
bi dawî bû.
|