Nivîskar
Têmûrê Xelîl semînerek li ser "Rewşa zimanê
kurdî li komarên Soveyeta berê û niha" da
Di 2011-02-26an de, bi amadekariya Komeleya Nivîskarên Kurd
li Swêdê, nivîskar Têmûrê Xelîl li Kitêbxaneya Kurdî ya
Stockholmê semînerek li ser "Rewşa zimanê kurdî
li komarên Soveyeta berê û niha" da. Gelek nivîskar,
rewşenbîr, dildarên edebiyat û zimanê kurdî beşdarî
semînerê bûn.
Rewşa zimanê kurdî li komarên Sovyeta berê û niha
Hevalên hêja! Sipas ji bo Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd, ku ev
sêmînar organîze kirîye û herwiha sipas ji bo Pirtûkxaneya
Kurdî li Swêd jî, ku dergehên xwe bi dilgermî ber me
vekir bona em di nava demeke kurt da haydarê kar û barên
ronakbîrên kurdên Sovyeta berê yên di nav 80 salên buhurî
da bibin. Hûn hemî bi xêr hatine.
Ji bo min zehmet e ez di nava rasthatinekê da derheqa karekî da bipeyîvim
ku eva 80 salan zêdetir e em dikin. Ezê pêşî wêneyekî
li ber we raxim, da ku hûn bizanibin bi tevayî di karê
pêşketina zimanê kurdî (zaravê kurmancî) yê nivîskî,
standardkirina wî da keda me
çiqas e.
Ez ji serê sêrî da bêjim ku me
ew kar bi alîkarî û di bin baskê dewleta Sovyêta berê,
bi resmî, bi profêsyonalî kirîye. Ango, me 80 salan, rojê 8 sehet ser helkirin, zelalkirin, azurûkirin,
pêşxistina zimanê xwe û ne tenê zimanê xwe kar kirîye,
lê herwiha çand û edebîyeta xwe pêş xistîye. Ango,
ew karê me yê yekemîn bûye. Û
ev kar kesên ku li ûnîvêrsîtêtên Rewanê, Moskvayê xwendibûn
û kurmancîke baş zanibûn kirine. Haya we gelekan
ji dengê radyoya me û sitiranên wê, qîmetê rojnameya kurdî ya here jîyandirêj
”Rya teze” ku ji sala 1930î heta niha çap dibe, pirtûkên
kurdî yên folklorê û berhemên edebî heye.
Berî
avabûna Yekîtîya Sovyêtê, ango sala 1917an, kurd di van
komaran da diman: li Azirbêcanê, Turkmênistanê, Ermenistanê
û Gurcistanê. Ji vana yên herî pir li Azirbêcanê diman
û jimara wan digihîşte weke 30 hezarî. Kurdên Azirbêcanê
ji sedsalên navîn li wir dimînin. Piştî wan bi jimara
xwe va kurdên Turkmênistanê pir bûn, weke 5 hezar ku di sedsala
16an di dema Şah Abbas da ew ji bo parastina hidûdên
welêt ji Kurdistana Îranê mihacirî Xorasanê kiribûn, ji
wir jî ew mihacirî vî welatî bûne. Wan deman, ango berî
şerê cihanê yê yekemîn, jimara kurdên Ermenistanê
û Gurcistanê ne pir bû. Weke hezar kurdên ji eşîra
Rojkîyan (Şerefxanê Bîtlîsî jî ji wê eşîrê ye)
ku ez jî ji wê malbetê me, di
dema şerê di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê da (di salên
1827-28an da) ji Bîtlîsê mihacirî Împêratorîya Rûsîyayê
bûbûn. Jimara kurdên Gurcistanê ku li ser hidûdên Tirkîyê
diman, belkî ji hezar kesî jî derbaztir ne dibû. Ew jî
ew kurd bûn ku dema piştî hilweşîna Împêratorîya
Osmanîyê hidûdên Tirkîyê hatine kişandinê, ew vî
berî man, ango neketine nava sînorên Tirkîyê.
Piştî destpêka şerê cihanê yê yekemîn,
sala 1915an li Tirkîyê û Kurdistana Bakur dest bi qirkirina
ermenîyan bû. Û ji ber ku ew gelkujî ne tenê dijî ermenîyan,
lê herwiha dijî hemû kesên ne musulman bû, êzdî jî ketine
ber devê şûrê Tirkîyê ku heta niha jî kurdên me
jê ra Roma reş dibêjin. Û bi hezaran kurdên êzdî,
herwiha bi sedan kurdên musulman jî ku dijî desthilatdarîya
Tirkîyê bûn, ji ber tirsa xezabûnê xwe li riya revê, mihacirîyê,
şaristanîyê girtin, berê xwe dane Ermenistana niha.
Di nav salan da gelek kurdên ku mihacirî Ermenistanê bûbûn,
ji bo peydakirina kar berê xwe dane paytextê Gurcistanê
- Tbîlîsîyê û li wir jî dîyasporeke kurdan çê bû.
Ango, îdî ser axa Sovyeta berê ewqas kurd hebûn
ku dihatine hesibandinê yek ji gelek miletên welêt. Jimara
kurdan wan salan bi tevayî digihîşte weke 60 hezarî.
Serokatîya Sovyetê fikirî ku gerekê pirsa van miletan
ya di hêla pêşketina ziman, çand û edebîyeta wan
da bê helkirinê û biryar-dêkrêteke wisa derxist ku him
gorî sîyaseta dewletê bû, him jî alî pêşketina wan
miletên bi jimara xwe va hindik
dikir. Û ji ber ku înîsîyator û bingehdarê wê serekê dewleta
Sovyêtê Lênîn bû, navê wê biryar-dêkrêtê danîn ”Polîtîka
Lênînîyê ya miletîyê”. Ango polîtîka welatekî yekgirtî,
ya Yekîtîya Sovyêtê bû ku 12 komar diketine navê. Di bingeha
wê da dihate gotinê ku efrandin-berhemên gelên Sovyetê
gerekê bi forma (cûrê) xwe miletî bin, lê bi naveroka
xwe sosîyalîstî bin.
Ev
biryar, wek dibêjin, “him ziyaret bû, him jî tucaret bû”.
Sovyetê dixwest li cihanê bide xuyakirin, ku li cihanê
bi mîlyonan kurd hene, lê tenê çend deh hezar kurdên welatê Sovyet mafên
xwe sitendine. Kurdan jî ev yek
bi kar anî bona pêşketina çand û edebîyeta xwe.
Kurd jî yek ji wan
miletan bûn, lema jî biryar kirin
li wan komaran, li ku kurd hene, merkezên hilanîna nexwendîtîyê,
perwerdeyê saz bikin, her tiştî bikin bona ew milet
di hemû warên ronahîdarîyê da bi pêş bikevin. Ji ber ku piranîya kurdan li Azirbêcanê û Turkmênistanê diman, guhdarîya
mezin danîne ser wan. Li Azirbêcanê sala 1923an heta avtonomîyeke
kurdan jî saz kirin ku dihate binavkirinê ”Kurdistana
Sor”, bi paytextê Laçîn va. Lê di van komarên Sovyetî da ev kar rind ne meşîya.
Çend sebebên vê yekê hebûn:
1. Kurdên van komaran çend sedsalan ji welatê xwe qut bûbûn û têra
xwe asîmîle bûbûn. Di vî karî da azirîyan û turkmenan
jî “alîkarîya“ wan kirin. 2. Pêşketina kurdan ne
bi dilê desthilatdarên wan komaran bû. Ne dûr e ku destên
dewletên ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine, di nav
wî karî da hebû. 3. Kurdên wira musulman bûn û ji bo gelekan
femdarîya dîn ser femadarîya milet û welêt ra bû.
Ev kar li Gurcistanê jî wek ku pêwîst bû nemeşîya,
ji ber ku 95 % kurdên wira li paytext, ne ser hev (kompakt)
diman, ya sereke jî - gundên kurdan tunebûn ku bingeha
xweparastinê, nehelandinê ya sereke ye.
Di hêla pêşdabirina çand, edebîyet, dîrok,
zimanê kurdî da Ermenistan bû merkeza hemû pêşketinan
û ne tenê bona kurdên Sovyeta berê, lê hela ji bo kurdên
hemû cihanê jî. Çend sebebên wê pêşketinê hebûn:
1. Ermenîstan û ermenî bi dostanî û xêrxazî
piştgirîya me dikirin. a)
ji ber ku wana bi çevên ”ev êzdîyên me
ne, di gelkujîyê da me piştgirîya hev kir, ew jî
zirareke mezin ketin û ziyaneke mezin kişandin”,
b) ermenîyan zanibû ku pêşketina me ne bi dilê dewletekê
ye ku kurd û ermenî wê dijmina xwe dibînin. Ji ber ku
kadroyên kurd tunebûn, di destpêkê da ronakbîrên ermenîyan
yên kurdî xweş zanibûn bi xwe karê pêşketina
ziman û çanda me kirin, heta
rêdaktorîya rojnameya ”Rya teze” jî.
2. Kurdên Ermenistanê nû ji Kurdistanê mihacir
bûbûn û kurdîyeke xweş zanibûn. Zanebûnên kurdên
me ji zanebûnên kurdên herêmên
Kurdistana Bakur yên mayîn û herwiha ji kurdên Împêratorîya
Osmanîyê jî zêdetir bû, ji ber ku piranîya kurdên me ji
der û dorên Qersê, Surmelîyê û herêmên dinê bûn ku berê
jî di bin desthilatdrîya rûsan da bûn. Heta ji wan kurdên
êzdî jî zêde bû ku ji Wanê mihacir bûbûn.
3. Dînê me û ermenîyan
ne eynî dîn bû û di fikira wan da jî tunebû me asîmîle
bikin.
4. Perwerdeya li Ermenistanê ji ya Azirbêcanê
û Turkmênistanê xurttir bû. Kurdên me
ermenî ji gelek ermenîyan çêtir zanibûn, ji ber ku piranîya
wan wextê diçûne dibistanan, xênji kurdî zimanekî din
nizanibûn û yekser ermenkîya (an jî ûrisîya) edebî, ya
standardkirî hîn dibûn.
5. Weke 30 gundên me
yên xurû kurdî hebûn û di çend gundên ermenîyan da jî
di her yekî da heta 100 malên kurdan hebûn.
Niha em bêne ser pirsa ka me ew kar çawa
destpê kir û heta niha em gihîştine çi qonaxê: bi
texmîna min me di hêla çandeya kurdî da şoreşek
kirîye, di hêla perwerdeya bi zimanê kurdî da raperînek
kirîye.
Ew kar li cîkî xalî, vike-vala hate kirinê.
Haya me ne ji efrandinên Ahmedê
Xanî, Elîyê Herîrî, ne jî ji rojnameya kurdî ya pêşin
- ”Kurdistan”ê hebû. Ew kêmanîyek bû. Bedirxanîyan jî
karên xwe wek me dest pê kirin. Nehayadarbûna wan ji karê me û astengên ku Yekîtîya Sovyetê çê kiribûn, firsend ne dan
ku di destpêka çapkirina kovarên ”Hawar”, ”Roja Nu”, ”Ronahî”yê
da tecrûbeya me ya di hêla pêşketina zimanê kurdî
da bi kar bînin, sûd jê bigirin.
Sala 1921ê dost û xêrxazekî kurdan Hakob Xazaryanê
ermenî ku di dîrokê da bi navê Lazo eyan e (kurdên me
jê ra herwiha Apo jî digotin) elfebaya kurdî ya bi tîpên
ermenî çê kir û pirtûka perwerdeyê ya bi sernivîsara ”Şems”
çap kir. Lê evê elfabayê di nav kurdan da cî negirt, ji
ber ku herfên ermenî têra sewtên (dengên) kurdî ne dikirin.
Sala 1928an bi biryardayîna dewleta Sovyêtê
û xemxurîya hukumeta Ermenistanê Erebê Şemo û Îsahak
Marogûlovê aşûrî elfebaya kurdî-latînî çê kirin û
piştî salekê wana bi wan herfan pirtûka kurdî ya
bi tîpên latînî ya pêşin li cihanê bi sernivîsara
” Xu-xu hînbûna xundina nivîsara kurmancî” çap kirin.
(Min ew pirtûk ji pirtûkxaneya bavê xwe diyarî Pirtûkxaneya
Kurdî ya Înstîtûta Parîsê kir). Bi vê pirtûkê ez dixwezim
wê fikira şaş ji holê rakim ku elfabaya kurdî
ya latînî ji alîyê Bedirxanîyan va
hatîye sazkirinê. Wan salan eger kurdek hebûye ku ev rastî
qebûl kirîye, karê me şêkirandîye û qîmet dayê, ew jî Celadet Bedirxan e.
Ewî bi xwe di hejmara ”Hawar”ê ya 8an da bi naznavê Herekol
Azîzan nivîsek çap kirîye ku di wê da tê gotinê:
"Rûjnameke kurdmancî,
bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî
spehî û çeleng de derdikeve.
Vê paşîyê çend hejmarên
wê gehiştine destê me. Çavên
me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.
Kurdmancên Rewanê ji
rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me
sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.
Ji nav rûpelên wan ên
taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên
Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê
kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me
dihatin dîtin.
Rêya Teze wek navê xwe
taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr
jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ku gehiştiye
destê me a pêncî û nehan e. Li
gora ku Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û
hin dest bi derketinê kiriye".
Hejmara rojnameya ”Rya teze” ya pêşin sala 1930î bi wê elfabayê
derket ku heta îro jî çap dibe û bû bingeheke çêkirina
zmanê kurdî yê edebî û destpêka gulvedana edebîyeta kurdî
li Ermenistanê û komarên Sovyêta berê gişkî, herwiha
zimanê rojnameyê li welatê me
bona kurdan wek zimanê nivîskî yê resmî hatibû qebûlkirin,
bûbû zimanê standard.
Sala 1931ê li Rewanê (Yêrêvanê) Xwendegeha Pişkavkazê
ya kurdî ya dersdarhazirkirinê hate vekirinê bona amadekirina
mamostayên ziman û edebîyeta kurdî. Li wir kurdên ji hemû
komarên Yekîtîya Sovyêta berê dixwendin û piranîya wan
di paşdemê da di cî û warên xwe da bûne mamostayên
ziman û edebîyeta kurdî.
Ew elfaba herwiha bû bingehê xuliqîn û pêşketina
edebîyeta kurdî jî; şayîr û nivîskarên me
berhemên xwe bi wê elfabayê çap kirin. Ji sala 1932an
heta sala 1936an çend antolojîyên berhemên efrandarên
kurd, herwiha folklora kurdî, di nav wan da ”Folklora
Kurmanca” ya sala 1936an, bi 650 rûpelan va
ku sertaca edebîyeta me û kubarîya hemû kurdan e, çap
bûn. Wan salan edebîyeta kurdî ya wergerê jî gavên pêşin
kir û bi pêş ket û evê yekê edebîyeta me
xurttir kir.
Lê heyf ku sala 1937an rêjîma Stalîn bi bahaneyên
cuda-cuda her tişt ji holê rakir, qedexe kir ku miletên
kêmjimar bi zimanê xwe bixûnin û binivîsin. Yek ji wan
bahaneyan ew bû ku xwedêgiravî zimanên miletên kêmjimar
di nav çend salan da nebûn zimanên edebîyetê. Çapkirina
pirtûkan û rojnameya ”Rya teze” hate qedexekirinê. Hela
di ser da jî gelek ronakbîrên
me avîtine hebisê, di nav wan da Erebê Şemo, Cerdoyê
Gênco, Ahmedê Mîrazî, Hecîyê Cindî û yên din, giva pêwendîyên
wan bi miletên wan yên dervayî Sovyêtê ra heye. Hilbet
ne dûr e ku destên ji der va,
xêrnexwazên gelê kurd di vî karî da rola xwe lîstin.
Heta nîveka salên 50î di hemû waran da bal me
valahîyek çê bû. Tenê çend antolojîyên berhemên nivîskarên
me bi nîvfermî çap bûn. Piştî
mirina Stalîn (sala 1953an) hate biryarkirinê ku piştgirîya
gelên kêmjimar bikin bona ew ziman, çand û edebîyeta xwe
pêşda bibin. Û ji ber ku di wî karî da cêribandina
me îdî hebû, kadro hebûn, ew
kar di demeke kurt da bi ser ket. Dewletê siparte Hecîyê
Cindî ku elfabaya kurdî ser hîmê tîpên kirîlî çê bike.
Bi wê elfabayê carek din dest bi weşana rojnameya
”Rya teze”, pirtûkên ziman û edebîyeta kurdî bona dibistanan,
bi dehan pirtûkên edebî û zargotinê (folklorê) bûn. Wê
salê radyoya kurdî jî dest bi karê xwe kir. Ji bo pêşketina
vî karî biryar hate qebûlkirinê ku li Akadêmîyayên Ermenistanê,
Rûsîyayê (li Moskvayê û Lênîngradê, niha Sankt-Pêtêrsbûrgê)
di Înstîtûtên Rojhilatzanîyê da beşên kurdzanîyê
vekin, li çend ûnîvêrsîtêtên welêt dest bi amadekirina
kadroyên kurdzan (zimanzan, edebîyetzan, dîrokzan, edebîyetzan,
êtnograf) bikin. Ulmê kurdzanîyê ewqas pêşda çû ku
hewcedarîya çapkirina ferhengên kurdî pêşda hat.
Pey hev Ferhengên Kurdî-Rûsî ya Qanatê Kurdo, Kurdî-Rûsî
ya Çerkez Bakayêv, Rûsî-Kurdî ya Îvan Farîzov çap bûn.
Li vir ez dixwezim fikirekê bêjim, belkî li
we ecêb bê: elfabaya kurdî ya bi tîpên kirîlî ji bo kurdên
me ji ya latînî baştir bû,
ji ber ku: a) di wê da hemû sewtên (dengên) kurdî hebûn
û b) ji bo zarokên kurd ku nû destbi xwendina dibistanê
dikirin, zehmet bû fêrî herfên ermenî bibin (di gundan
da hemû dibistan bi ermenî bûn), ji ber ku herfên wan
yên taybet hene, herwiha di dibistanan da rûsî jî derbaz
dibûn û eger kurdî jî bi tîpên latînî bûya, dibû sê elfaba.
Şorişa bi serokatîya Barzanîyê Mezin
nav û dengê kurdan li dinê xist. Sovyêtê texmîn kir ku
li Rohilata Nêzîk quweteke xurt heye û hewce dît karê
pêşketina ziman, dîroka kurdan li welatê xwe xurttir
bike. Rojnameya ”Rya teze” kir organa Komîtêya Navbendî
ya Partîa Komûnîstîyê ya Ermenistanê, hukumetê û dewletê,
ango rojnameya me bû yek ji çar
rojnameyên komarê yên sereke. Sovyetê hewil da ji cihanê
ra bêje ku di dinyayê da bi dehan mîlyonan kurd hene,
tenê li Sovyetê heqên wan hatine kefîlkirin (garantîkirin).
Bi wê yekê va dixwest kurdan
bikira sîmpatîzan û piştgirên xwe. Ew yek dihate
hesabê hemû kurdan jî û lema Sovyetê zêde guh dida ser
me. Me
ev firsend bi kar anî û daxaza heqên zêde ji Sovyeta berê
kir. Li vir dixwezim nimûneyekê bînim: Xelîlê Çaçan ku
24 salan serokê radyoya kurdî ya Rewanê bû, di nîveka
salên 60î nameyek ji serokatîya radyoya Moskvayê ra nivîsî,
da Mustefa Barzanîyê Mezin, ku ew bigihîne ber destê serokê
dewleta Sovyetê Nîkîta Xrûşçov. (radyoya kurdî ya
Rewanê di esilê xwe da radyoya Yekîtîya Sovyet bû, ne
tenê ya Ermenistanê bû) ku dirêjaya wextê radyoya kurdî
gerekê ne gorî jimara binecîyên wê be û heqê kurdan gerekê
ji heqê hemû miletên Sovyêt yên kêmjimar zêdetir be, ji
ber ku hema bêje ew hemû milet xwedî dewlet in, dewletên
wan an li ser axa Yekîtîya Sovyêtê, an jî dervayî welêt
heye. Ji bo nimûne, heqê ermenîyên Ûkraînayê, an jî almanên
Qazaxistanê gerekê ne wek yê kurdan be, yê kurdan gerek
zêde be”. Ev fikir maqûl hate dîtin û wextê radyoya kurdî
hate zêdekirinê, ji nîv sehetî gihîşte 90 deqeyî
û her ro. Ji bo nimûne, li Ermenistanê azirî bi jimara
xwe va 8 caran ji kurdan zêdetir
bûn, lê dirêjaya wextê radyoya wan 40 deqe bû.
Me bi karê xwe va piştgirîya
wan hemû kurdan jî dikir ku di komarên din da diman û
firsenda wan ya pêşdabirina ziman, edebîyet û çanda
kurdî tunebû. Ji bo nimûnê, me
pirtûkên dersan ji wan ra dişand, gelek kes aboneyê
”Rya teze” bûn, me berhemên hinekan ji wana bal xwe çap
dikirin, wana radyoya me guhdarî dikirin, ango guhê me
li ser hev bû.
Me bi karê xwe va tirs kiribû dilê
dijmin. Welatên ku Kurdistan di nav xwe da parevekirine,
guhê xwe bel dikirin û çavên xwe zoq dikirin, bona nehêlin
kurd ji çarçoveya tixûbên wan der jî, li welatekî mayîn,
heqê xwe bistînin - ziman, çand û edebîyata xwe pêşda
bibin. Ji ber wê jî karên radyoya me, rojnameya "Riya teze", beşên kurdzanîyê
bûbûne kelemên çavên dijminan û neyaran, xwesma yên tirkan. Û pêşketina me ji xwe ra tehlûke
didîtin. Dewleta Tirkîyê gelek caran bi rêyên dîplomatîk
hewl daye ku ev ocaxên kurdan – berî gişkî radyoya
me û rojnameya me – bêne berbendkirinê, ji holê rabin.
Ji bo nimûnê, xebatkarê dîplomatîyê yê Sovyetistanê li
Yêrêvanê Neymark di nameya xwe ya ji bo wezareta karên
der va ya Yekîtîya Sovyet ra şandî da (05.04.1935)
ev xet jî nivîsîne:
"Mercîyên xwedî qerar yên Ermenîstanê bi himet
serokatîya rojnama "Riya Teze" dikin. Rojname
wisa miqate û bi tahamûl e, mirov dikare mihakeme bike
ku konsûlên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê
ra bibînin. Wek tê zanîn, hemû hejmarên wê ji teref tercûmanên
tirkan gelekî bi himet tên tercûme kirin"
(kovara Çira, gotara Ahmed Ferîd, hejmar
12, sal 1998, rûpel 11). Di rûpela 12an ya wê kovarê da
tê gotinê, ku Neymark nameyeke xwe ya mayîn da (09.05.1935),
ku ji serokê qismê 1ê yê wezareta karên der va yê Sovyetistanê
ra şandîye, awa nivîsîye: "Li gor agahdarîyên
di destê min da, demek berê Aral û Yilmaz [•] di derheqê
pirsa kurdî da raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên
di destê me da, muhtewa vê raporê ev e: li Êrîvanê rojnama
"Riya Teze" hebûna xwe berdewam dike. Hebûna
wê li ser tixûbê Tirkîyê ji bo me tehdît e û îşareta
dijminatîyê ye". ([•]Aral û Yilmaz karbidestên
dîplomatîk yên Tirkîyê bûn. Aral konsûlê Lênînakanê (îro
- Gumrî) bû, ku bajarê Ermenîstanê yê dudan e).
Ev hemû kar heta hilweşîna Yekîtîya
Sovyêt, heta salên 90î yên sedsala 20î kişand. Piştî rûxandina dewleta ku xwedî û xudanê me
bû, wek dibêjin ”pişta xwe da me û çû”. Îdî em ne
di bin baskê dewleteke xurt da bûn. Em niha tam nikarin
bêjin ku rojnameya “Rya teze“, radyoya kurdî, beşên
kurdzanîyê kar dikin, em dikarin bêjin ku ew nehatine
girtinê. Hilweşîna Sovyêtê zirareke mezin gîhande
çandeya me. Xên ji dewleta Sovyêtê,
xwedîyê miletê me ronakbîrên
me bûn jî. Wana jî dît ku îdî karê wan wek berê wê nemeşe,
her yek xwe li rêyekê girt. Di ser da jî çend kurdên êzdî,
çend “hevalên“ ji Kurdistana Bakur, çend kurdên ji Azirbêcanê
ku berê tu eleqeyên wan hemûyan
bi ronakbîrîyê û pêşketina çand û edebîyeta me tunebû,
serê xwe bilind kirin, êrîş birine ser ronakbîrên
rast ku ew dewsa wan bibine xwedîyê milet. Komika êzdîyan
bi serokatîya çend kesên nîvxwendî ketine meydanê û propaganda
“Em ne kurd in, em êzdî ne“ li her deran kirin û ji xwe
ra gelek piştgir peyda kirin. Dewleta Ermenistanê
jî rê ber wan vekir, heta di radyoya dewletê da nîv sehet
wext da radyoya êzdîyan, ango “bi zimanê êzdikî“, rojnameya
ermenkî bi navê “Dengê êzdîyan“ çap dikin, pirtûkên “êzdikî“
yên dersan amade kirine û h.w.d. Gorî statîstîka dewleta
Ermenistanê ya resmî ya sala 1991ê jimara kurdên Ermenistanê
ji 56 hezaran dakete 4 hezaran. Ango, 52 hezar kurd di
nav rojekê da bûn êzdî, ango ne kurd. Tiştê ecêb
ew bû ku wê salê ji 4 hezar kurdên Ermenistanê 5 hezar
bûne aboneyên rojnameya “Rya teze“. Min derheqa vê yekê
da înformasyonek ji “Kitêba rêkoran ya Guinness“ ra şand,
wek bûyareke nedîtî. Kurdên “heval“ jî ketine nava miletê
me gotin: “Hûn wedelî li vir
dijîn, welatê we Kurdistan e, me di binê erdê da Kurdistan
çê kirîye, maye ser erdê çê bikin“. Vana jî ji xwe ra
gelek piştgir peyda kirin. Komika “Yekbûn“ ku bi
serokatîya hinek kurdên Azirbêcanê (piranî ji warên Kurdistana
Sor ya berê) hatibû sazkirinê, kete nav milet, propaganda
kir ku “Em gerekê axa xwe li xwe vegerînin“. Riya vegerandinê
jî ew yek didîtin ku hemû kurdên Sovyeta berê herine ser
axa Kurdistana Sor ya berê (ku di navbera Ermenistanê
û Qerebaxa Çiya da ne), şerê azirîyan bikin. Ango
milet bibine di navbera du dewletan da (Ermenistanê û
Azirbêcanê) ku ew bi xwe jî şerê hev dikirin. Ev
hemû li ser riya pêşketina me bûne berbend û hasêgeh.
Di vî halê îro da em xwedîyê xwe Kurdistana
azad dibînin. Em hêvîdar in ku ewê di hewara me
da bê, wê dengê me bibihê û piştgirîya me bike, da
ku em bikaribin wek berê û xurttir jî karê pêşdabirina
ziman, çand û edebîyeta xwe berdewam bikin.
Xwesma rojnameya “Rya teze“ hewcê alîkarîyê
ye. Hinek kes dikarin bifikirin ku gelek rojname têne
girtin, bira “Rya teze“ jî bê girtin. Lê bi berdewamkirina
weşanên wê emê bikaribin ji cihanê ra bêjin ku kurd
dikarin 80 salan û zêde jî rojnameyeke xurû kurdî derxin.
Wek me got, yek ji
sebebên pêşketina me piştgirîya dewleta Sovyêtê
bû. Kontrola dewletê û ya ronakbîrên me jî alî me kir ku em karê xwe bi rûspîtî bi ser xin. Ji bo
nimûnê, li welatê me her kes
bi hêsanî nikaribû bibûya helbestvan an jî nivîskar. Yê
ku bixwesta pirtûkeke xwe çap bikira, gerekê berhemên
xwe bida komîsyona Komeleya nivîskarên kurd ya li rex
Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê. Ewê komîsyonê berhemên
wî dixwend û biryara çapkirinê an jî çapnekirinê dida.
Bal me hinek kes hebûn bi çewalan
“helbest“, “serpêhatî“, “roman“ û h.w.d. nivîsîn, lê nebûne
nivîskar, ji ber ku pirtûkên wan nehatine çapkirinê. Hilbijartina
kadroyên ku gerekê di ocaxên kurdî yên kûltûrî da kar
bikirana jî bi vî awayî dihate kirinê. Ango, merivê ne
kompêtêns, dûrî kar û barên ronakbîrîyê nikaribû bikete
“govenda“ kûltûra me.
Dawîyê dixwezim çend gotin jî derheqa kurdên
Qazaxistanê û Qirgizistanê da ji we ra bêjim. Di van welatan
da weke 50 hezar kurd hene. Piranîya wana ew kurd in ku
berê li Gurcistanê û Azirbêcanê, ser sînorê Tirkîyê diman
û Stalîn sala 1937an ew sirgûnî wira kiribûn. Beşek
ji wan kurdan jî kurdên musulman yên Ermenistanê û Azirbêcanê
ne, ku piştî hilweşîna Sovyetê û şerê azirîyan
û ermenîyan cîguhastî wira bûne. Tiştekî weke paradoksê
ye ku niha ji hemû komaran çêtir li vir çand û edebîyeta
kurdî bi pêş dikeve. Li vir bi serokatîya akadêmîkê
kurd yê pêşin li cihanê Nadirê Kerem Nadîrov û prorêktorê
Ûnîvêrsîtêta Almaatê, profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoev
Yekîtîya kurdên Qazaxistanê hatîye sazkirinê, kovareke
kurdî çap dibe, di gundên kurdan da û gundên ku kurd lê
dijîn, dersên ziman û edebîyeta kurdî têne derbazkirinê,
konfêrans û civînên ser pirsên kurdî têne teşkîlkirinê,
berhemên şayîr û nivîskarên kurd têne çapkirinê û
h.w.d.
Pêşketina me wê
diha pir bûya eger hinek kêmasî, asteng, xêrnexwazî, heta
dijminayî di karê me da tunebûna. Kêmasî ev bûn:
1. Kadroyên kurd yên pêşin ew kes bûn ku
piştî gelkujîya ermenîyan ya sala 1915an hatibûne
Ermenistanê û ji ber ku tu kesî
wan tunebû, di sêwîxanan da mezin bûn, wek Hecîyê Cindî,
Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco û yên din. Kesên bi salan ne
di gundên kurdan da mezinbûyî, dûrî erf û edetên kurdî
di nav çend salan da kurdî hema bêje ji bîr kiribûn, bi
ermenkî difikirîn, akil û kubira kurmancîyê di mejûyê
wan da reh nedabû. Rast e, wana paşdemê da kurdîya
xwe xurt kir, lê kurdî zanîbûn û kurdî hînbûn ne wek hev
in.
2. Hemû pêwendîyên bi kurdên Kurdistanê û welatên
dervayî Sovyêtê ra qedexe bûn. Rêyên ku em xwe bigihînine
ronakbîrên kurd yên dervayî Sovyetê, girtî bûn. Firsenda
ku em bi radyoya xwe, di rojnameya xwe da derheqa Kurdistanê
û kurdên welêt da bipeyîvin, tunebû. Ji me
ra bi resmî dihate gotin ku rojnameya “Rya teze“ ne ya
kurdan e, ew rojnameyeke Sovyêtê ye bi zimanê kurdî.
3. Li welatê me “rûbenda
hesinî” (perdeya hesinî) hebû û hinek ronakbîrên me yên
çevtirsîyayî û ziravqetîyayî jî li ser wê rûbenda hesinî
“rûbenda ji polayê“ çê kiribûn.
4. Welatparêzîya hinek ronakbîrên me
sînorkirî bû. Hinekan welatparêzî di sînorên Ermenîstanê
da didîtin. Ango, karê ji bo çend hezar kurdan dikirin
û zêde ne difikirîn, ku ev kar gerekê bigihîje tevaya
miletê kurd û ew gerekê jê feydê bibîne. Şansê me
ne baş bû, ku gelek salan berpirsyarîya weşandina
pirtûkên kurdî yên edebî di destê du kesên wisan da bû,
ku him ji edebîyetê dûr bûn, him jî zêde ne welatparêz
bûn. Ji ber wê jî hinek berhemên giring çap ne bûn. Wek:
kurdzana bi nav û deng Margarîta Rûdênkoyê “Mem û Zîn”a
Ahmedê Xanî kiribû bi herfên kirîlî û şandibû bona
bal me çap bibe, lê çap ne bû.
Romana kurdî ya pêşin “Şivanê kurmanca” carekê
di sala 1935an da bi latînî çap bûbû û piştî wê bi
kurmancîya kirîlî çap ne bû. Gelek berhemên du helbestvanên
me yên here bi nav û deng Fêrîkê
Ûsiv û Şikoyê Hesen di saxîya wan da çap ne bûn.
5. Kêmanîya here mezin ew bû ku di serokatîya
dewleta Sovyêtê da çend kes hebûn ku derheqa rewşa
ziman û çanda kurdên Sovyêtê da înformasyon didane serokatîya
dewleta Sovyêtê. Ew kes jî xelqên şerqê bûn, ango
azirî, teter û miletên din bûn ku ne dost û xêrxazên me
bûn.
www.niviskar.se
|