Kemal Burkay serdana şaredariya
Amedê kir
Dema Nû/Amed
Şaîr û Siyasetmedarê kurd, Kemal Burkay ku ev 31
sal bû li dervayê welat, li surguniyê dijiya di hatina
xwe ya Amedê de bi şandekî ligel xwe, serdana Serokê
Şaredariya Mezin ya Amedê Osman Baydemir kir.
Burkay, li avahiya şardariyê ji aliyê Serokê Şaredariya
Mezin ya Amedê Osman Baydemir û cîgirên wî ve hat pêşvazî
kirin.
Baydemir, di pêşvazîkirinê de kêfixweşiya
xwe ya hatina Kemal Burkay ji bo nav welat kir û hêvî
kir ku ev yek bibe egera vegera wan hemû siyasetmedar
û rewşenbîrên kurd ku ji welatên xwe hatine nefîkirin.
Baydemir, herweha balkişand ser pêwistiya hevkarî
û yekîtiya hêzên kurdan ku tifaqa navbera xwe xurtir bikin.
Baydemir, di serdanê de du diyari pêşkêşî Kemal
Burkay kir.
Burkay jî, di hevdîtinê de xweşhaliya xwe ji bo
serdana vê şaredariyê eşkere kir ku amed bajarekî
qedîm e û ji bo kurdan payebilin e. Burkay, di axaftina
xwe de pesnê serokê vê şaredariyê da ku çendî zixmetên
baş bo gelê xwe kiriye û ji Baydemirî hêviya xizmetên
din jî kir.
Burkay, di berdewamiya axaftina xwe de balkişand
ser çareserkirina pirina kurdî û pêwistiya diyaloga di
navbera aliyên kurdan de jî…
Burkay di heman rojê de serdana serokê Şaredariya
Surê Ebdullah Demîrbaş jî kir. Burkay, ji aliyê serok
û cigirên şaredriyê ve hat pêşvazikirin. wî
di serdna xwe de xwest ku hesara ku i ser Ebdullah Demîrbaşî
danîn û nikare derkevayê welêt bê Kirin û tedewiya wî
bê kirin.
Herweha şevê din ji bo hatina burkay, merasimeke
xwarinê ku ji aliyê Partiya Maf û azadiyan HAK-PARê ve
li Salona Otêla Kervanserayê hatibû berhevanîn, hat dayîn.
Burkay, ev roj serdana heman partiyê kir.
|