Serokwezîr serdana 6emîn pêşangeha
pirtûkan ya li Hewlêrê kir
Îro, Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem
Ahmed Salih û Wezîrê Navxwe Kerîm Şingarî, serdana
6emîn Pêşangeha Pirtûkan ya Navneteweyî ya li Hewlêrê
ku di 2ê Nîsanê de destpêkiribû, kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Îro, Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem
Ahmed Salih û Wezîrê Navxwe Kerîm Şingarî, serdana
6emîn Pêşangeha Pirtûkan ya Navneteweyî ya li Hewlêrê
ku di 2ê Nîsanê de destpêkiribû, kir.
Serokwezîr Dr. Behrem Ahmed Salih di pêşangehê de
serdana weşanxaneyên ku beşdarê pêşangehê
bûbûn kir. Berhem Salih serdana standa Weşanxaneya
DENG ya Amedê jî kir li gel nunerên weşanxanê re
sohbet kir û kêfxweşiya xwe ji ber beşdarbûna
wan pêşkêş kir. Nunerên weşanxaneya DENG
jî pirtûkên Mem û Zîn a Ehmedê Xanî û Xewnek ku têde weneyên
tabloyên nîgarvan Arîf Sevînç hebû, diyarî serokwezîr
kirin.
|