Bila
Şêrko Moarifi neyê dardakirin!
Xwendevanên delal,
Curmkariya sazûmana Îranê gelek caran di malpera me da
tê rojevê. Di van roj û mehên dawiyê da ev curmkarî zêdetir
bûye. Pir kes hatin dardakirin û di navbera wan da gelek
kesên sîyasî hene.
Divê herkesê aştixwaz û azadîxwaz diji vê zulma
sazûmana kevneperest û zordest derkeve û piştgirî
bide mixalefeta Îranê.
Nuha bûyereke teze di rojevê da ye. Rewşa Şêrko
Moarifi, xorteki 32 salî. Ew rejîma hov dixwaze di Yêkê
Gulanê da, ango çend roj şunda wî jî darda bike.
Rêxistina Efê ye Navnetewi (Amnesty International) bangî
raya giştî kir ku dijî vê qetilkarîyê derkevin. Ji
bona vê yekê di ware internetê da jî kampanyayek heye.
Kesên aşitîxwaz û diji îdamê van rojana li İstembolê,
li pêş konsolosxana Îranê xwepêşandanan dikin.
Gor agahdariyekê di 23’yê vê mehê (Nîsanê) da jî dîsa
li wir kom bin. Dîsa daxwaz heye ku ber bi derîyê Gurbulaxê
li sînorê Îranê jî meşek çêbe.
Em wek malpera Dengê Kurdistan piştgirîya van çalakîyan
dikin. Eger em bikarin pêşî li dardakirina Şêrko
Moarifî bigrin, belkî bikaribin rê li pêş dardakirinên
dinê jî bigrin. Divê em ji vê sazûmana kevneperest û xwînxwar
û hov ra bi xurtî nîşandin ku xelkê Îranê û hêzên
mixalif û demokrat ne tenê ne û ne dûr e ku hisêbê kirinên
wan ji wan bê pirsîn.
Em wek malpera Dengê Kurdistan gazî hemû xwendevan, heval
û dostên xwe dikin ku, gor cî û imkanên xwe piştgirî
bidine vê kampanyayê û di çalakîyan da cî bigrin.
Divê sazûmana Îranê, hîn ku ne dereng e, guh bide dengê
gelê xwe û dengê hêzên aşitîxwaz li dinyayê.
Bila Şêrko Moarifî neyê dardakirin. Bila kes neyê
dardakirin!
Dengê Kurdistan
17 Nîsan 2011
|