Şeva
pişgiriyê ya KOMJINê
Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN, di 14.01.2011´an
de li Elmanya, bajarê Wuppertalê şeveke pişgiriyê
li dar xist. Ji sedî zêdetir kes beşdarî şevê
bûn. Hêjayî gotinê ye ku mêvanên Elman jî beşdarî
şevê bûn û pişgirî dane KOMJINê.
Navenda
Nûçeyan
Di bernameya mûzîkê ya şevê de ji bilî hunermendên
jin Turkan Çiplak, Songul Akdag, Kemal Çiplak û Sedat
Karakaş jî cîh girtin. KOMJIN di şevê de xwarinên
Kurdî pêşkêşî mêvanan kir. Mêvan bi stranên
hunermendan govend gerandin û şeveke xweş derbas
kirin.
Tê
zanîn ku di despêka meha Adarê de li Venezuelayê konferanseke
navneteweyî ya jinan wê bê li dar xistin û KOMJIN jî bi
3 kesan ve wê beşdarî vê konferansê bibe. Berpirsiyarên
KOMJINê dan zanîn, ku alîkariya ku di şevê de hat
berhevkirin ji bo çûyina van jinên Kurd wê bên xerckirin.
|