Şeva
Strana bi coşekê mezin
hat derbaskirin
Komeleya ciwanên kurd Komciwan Rhein-Ruhr 23ê meha çileya
pêşîn da li bajarê Duisburgê bi navê „Şeva Strana“
şevekê çandî li darxist.
Cara
sifte çalakîyek usa ji aliyê Komciwan Rhein-Ruhr va hat
amade kirin û li komela Komkar Duisburgê hat pêk anîn.
Her çiqas berf û tîpî rê girtin, heval û mêvanên me dîsa
jî hatin. Şeva ku saet 8ê êvarê despê kir, hetanê
nivê şevê berdewam kir û bi mûzîk û rîtima koma Grup
Kayalar bi coş dewam kir. Di dawiyê da Dîlan Timar
bi navê Komciwan Rhein-Ruhr mêvanan sefaxoşî da û
sipasîya xwe pêşkeşê Grup Kayalar kir.
Hetanî çalakiyêk din hevalno.
Letife Timar
|