Komciwan-Swêdê şevbihêrka çandî
ya payîzê pêkanî
Haluk Öztürk
Stockholm-19.12.2010- Li paytextê Swêdê Stockholmê Komeleya
ciwanên kurd Komciwan-Swêdê şahiya xwe ya
payizê pêkanî. Wek tê zanîn Komkar û Komciwan-Swêd, hersal
di dawiya payîzê û baharê de piştî xilaskirina çalakiyên
xwe yên perwerdeyî wek kursên govendê, tembûrê û zimanê
kurdî, şahiyên çandî li dar dixin.
Şevbihêrka payîza îsal jî bi xweşî derbas bû.
Şevbihêrkê bi axftina serokê Komciwanê Ferhad Sönmez
dest pêkir. Sönmez di axaftina xwe da bi kurtî behsa armanc
û xebatên komelê kir. Wî da xuyakirin ku hejmara endamên
komelê her diçe zêdetir dibe. Sönmez got ku beşdariya
gelek zarok û ciwanan di van çalikiyên komelê de wan bêtir
li xebatê germ dike. Sönmez spasdariya xwe ji bo mamosteyên
kursên folklorê Atilla, Sorgul, Mîrza, Zerya û mamostayê
tembûrê Yaşar, mamostayê zimanê kurdî Haluk Özturk
û hevkar û rêvebirekî Komciwanê yê berê Şukrî Demîr
kir. Şukrî Demîr nuha jî wek şêwirmendekî komeleya
ciwanan roleke baş dilîze. Bernama şevbêrkê
bi kurdî û swêdî ji alîyê Zerya Özturk û Mîrza Karaduman
Bîngöl ve hat meşandin. Li ser navê Federasyona kurdan
Çiyavan Şerîfî û li ser navê Yekitiya Jinên Kurd
li Swêdê xanim Kurdîye Kanat axifîn û xebatên Komciwanê
pesinandin û jê ra serfifirazî daxwaz kirin.
Vê carê jî komên cuda yên zarok û ciwanan ji xabatên
xwe yên termîna payizê gelek nimûneyên govenda kurdî pêşkêşî
dêûbavan û beşdaran kirin. Di bernameyê de pênc (5)
komên govendê ji folklora kurdî ya dewlemend nimûneyên
bijarte nîşandan. Koma tembûrê bi rêberiya mamosta
Yaşar meqamê ”Malan Barkir” pêşkêş kirin.
Koma tekvando hunerên xwe yên ” şerkirinê” rayî temeşevanan
dan. Mamostayê muzîkê Yaşar bi miqam û stranên kurdî
rengekî xweş da şahiya îsal. Wek her carê îcar
jî birêz siyasetmedar û nivîskarê gelê Kurd Kemal Burkay
mêvanê şahiya zarok û ciwanan bû. Wî kêfa xwe bi
kurmanciya serokê Komciwanê Ferhat re anî. Ji der û dora
xwe pirs kir “ev xort ji ku ye?”. Ji Şirnexê ye,
gotin. Wî bêtir kêfa xwe anî ku “kurmanciyeke hevpar peyda
bûye. Herkes bi rehetî dikare ji vê kurdîyê fehm bike”
got. Îşev zarok, ciwan û dê û bavan heta nîvê şevê
li ber muzîka kurdî, dev û zurnê govend gerandin. Li welatê
Skandinavya li Swêdê derva sar bû, berf û bager bû, lê
li hundirê salonê bi def û zurna kurdî, bi miqam û govanda
kurdî germ bû. Li vir Nûrê ya deh salî û Kemal Burkayê
heftê û sê (73) salî bi qasî hev kêfxweş û bextewar
bûn. Şeva kurdan xweş bû. Mala Komciwanê ava
be ji bo şeveke weha xweş...
|