Li ser rewşa Kurdîstana rojawa
(Nuçe – Analiz)
Seyîdxan Kurij
Kurte dîroka Kurdên Rojawa
Di encama şere Cîhanê yê Yekemîn di salên 1914–1918
de Kurdistan cara didoyê, li gor peymana Sayiks-Pikos,
di sala 1916-an de, parve dibe û Kurdistana Sûriyê (Cezirê,
Çiyayê Kurmênc û Kobaniyê) li gor peymana Tirkiye û Firansa
di 20.10.1921-ê de li Biryan-Bekire, bi Sûriye re, dikeve
bin nîrê Firansa ye.
Di 17-ê Nîsanê sala 1947-an de Surîye ji Firansayê rizgar
bû, bû dewletek serbixwe.
Lê li Sûriyê tenê di salên 1954-1958 demokrasî hebû.
Di 22.02.1958-an de Sûriye û Misirê Komara Ereb ya Yekbûyî
(KEY) ava kirin. Di dema Komara Erebiya Yekgirtî de (1958-1961)
zulmek giran hat ser gelên Sûriyê, bi taybetî ser Kurdan
û mixalefeta kommunist. Bi sedan Kurd û Kommunist hatin
girtin, bi dehan hatin kuştin. Lê bi taybetî ji salên
1963 pîştî ku partiya Baas desthilatî wergirt, rewş
hîn xiraptir bû. Hestên netewperestiya ereb ya şovên
xurt bûn. Heta navê Sûriyê hat guhartin. Ji „Komara Sûrîyê“
navê welêt kirin „Komara Erebiya Sûrîyê“ û heta niha jî
wisa ye. Ala welêt hat guhartin. Planên erebkirina hêrêmên
Kurdan li Cizîrê, Kobanê û Efrînê di wê demê de destpêkirin.
Di 14. Hizêranê sala 1957-an de bi beşdarbûna O.
Sebrî, Reşît Hemo, Mihemed Elî Xoce, Şewket
Henan, Ebdilhemid Derwîş, Xelil Mihemed, Hemze Niwêran
damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê hat
damezirandin û dr. N.Zaza dibe serokê wê. Ji ew dem vir
va li Surîyê partîyên Kurd ji bo mafên Kurda yên netewî
– demokratîk karû barê xwe didomînîn.
Di 5-ê Cotmehê 1962-an de li parêzgeha Cezîrê “serjimartin”
hat çêkirin û nasnamên Sûriyê ji nêzîkî 150 hezar kurdî
hatin vekşandin. Hejmara ewana gihiştîye 300
hezar.Ew li ser xaka bav û kalên xwe bûn biyanî û hemî
mafên hemwelatiya Sûriyê ji wan hatin standin.
Partiya Be’s li Sûriyê, di sala 1966-an de biryarara
“ Kembera erebî ” derxist. Li gor vê kembera şoven
dewletê dest bi valakirina gundên Kurdan ên li ser sînorê
Kurdistana Turkiyê û Kurdistana Îraqê, ku ji Serê-Kaniyê
de dest pê kir û bi bajaroka Til-Koçer kuta dibin, kir
û Ereb anîn dewsa Kurdan û li wir cîwar kirin.
Dirêjahiya vê kembera nemirovane 375 km, pehnbûna wê
15 km bûn. Bi kurtî, mebesta dewletê ew bû ku Kurdên sê
beşên Kurdistanê ji hevdû bi dûr xîne û bizava neteweyetî
li Kurdistana Sûriyê û armancên wê birîn bikin. Bi vî
rengî jiyana miletê kurd di warê aborî û civakî de hîn
xeraptir bû.
Li Sûrîyê serîhildan
Piştî pêncî sala desthilatdarîya Partîya Baas di
15ê Adarê de li bajarê Şamê xwepêşandanên dest
pê kirin û piştre li Deraa germtir bûn, dema hêzên
ewlehiyê 6 kes ji xwepêşanderan kuştin hêdê
hêdî li bajarên din jî belav bûn heta gihişt derdora
Şamê, Banyasê û herêmên kurdan li Cizîra Sûrî wek
Qamişlo, Amûde û Hisiça. Ji ew rôjê vir va xwepê^wendan
didimi. Piranî rojên înê gel dikeve liser kolonan û ji
bo ruxandina desthilatdarîya Partîya Baas xwepêwendana
pêk tîne. Serhildana gel li sûriyê 3 meh derbaz kir û
niha di hefteya 13ê de ye û her roj çarçoveya wê hê berfirehtir
dibe.
Ew serîhildan bir rêya înternet ango facebookê tê organîze
kirin û serkeşîya wê ciwan dikin. Ji ber wê ji rejîm
mat mayî maye, nizane çi bike, çawa pêşîya vê tevgerê
bigre.
Li Sûrîyê hêzên mixalîf
Li Sûriyê du hêzên sereke yên mixalîf hene hene: Birayên
Musulman û Kurd.
Lê rêxistinên asurî-suryanîyan ji hene.
Mixalefeta Surîyê wan salên dawî di çend enîya de hatîye
li cem hev. Ji ewana çend grup ewin:
- Ragihandina Şamê: Ji partiyên lêbiral û
çep û hin partiyên netewperest yên ereb, ligel birek kesayetiyên
serbixwe pêk tê. Hin rêxistinên kurdî jî di ragihandina
Şamê de hene, wek Partiya Pêşverû Kurd, Partiya
Yekîtiya demokrat, Al-Partî û ….
- Eniya Xelas: Ji cîger serokê Sûriyê yê berê
Ebdilhelîm Xedam û hin rêxistin û kesayetiya pêk tê. .
- Partiya Îxwanî Misilmîn ( Olperest ): Ev partiya
ya herî bi hêze di nav rêxistinên opisizyonê de. Ji xwe
tê gotin ku têkeliyên xwe bi Erdogan re başin. Ew
kongirê ku li Entalya berî çend heftan lidar ketî ew têde
hazir bûn.
Li Sûrîyê terora dewlet
Li gor ragihandina berpirsîyarê herema rojhelatanaverast
yê Rexistina Piştgîr ji bo Gelên bin gefê (GfbV),
Kamal Sîdo, heta niha li Sûriyê 1300 kes hatine kuştin,
10000 hatine girtin, 7000 heta 10000 hatine brîndarkirin
û 10000 hezar koçber bûnê, bi taybetî çûne nav Tirkiyê
yan Lubnanê.
Li gorî rapora dezgeha mafê mirovan Amnesty International
ê, heta niha li Surîye di xwepêşandanan de 1300 kes
kûştin, 13700 kes hatine girtin û 1900 kes jî winda
ne.
Civîna Mixalefeta Suriyeyê ya ku 12 partiyên kurd beşdar
nebûn lê hin şexsiyetên kurd tê de amadebûn, di 1-ê
hezîranê de li Tirkiyeyê li Antalyayê pêk hat. Civîn bi
navê "Konferansa Guhertinên li Sûriyeyê" hat
lidarxistin.
Hefteyek piştî serokê dewleta Sûriyêyê Beşar
Esed, Tevgera Nîştimanî ya Kurd li rojavayê Kurdistanê
ku ji 12 partiyan pêkhatiye, vexwend Şamê, lê partîyên
kurdan neçûn Şamê.
Di 15ê mehê de bi serdaneka nepayî wezîrê derve yê Sûriyeyê
Welid Muallim û nunerê taybetî yê serokdewletê Sûriyeyê
Hasan Turkmanî bi balafireka taybetî gihaştin Anqerê.
Heman rojê de wezîrê derve Ahmet davutoglu çû ser hidûdê
Tirkiye Sûriyeyê serdana penabêran kir.
Angelîna Jolie li Hatayê qampa penaberên Sûriyeyê
zîyaret kir
Wekû me jor ji behs kirîye li ser Êrîşa leşkerîya
Sûriyeyê heta nuha nêzî 10 hezar welatiyên Sûriyeyê derbasî
Tirkiye bûne û li bajarê hatayê di çadira de dijin.Artîsta
amerîkayî ya bi navûdneg û nunera niyetçakî ya Neteweyên
Yekbûyî Angelina Jolie di 17ê meha gulanê de çû Tirkiyeyê
û derbasî Hatayê kampa penaberên Sûriyeyî bû.
Armanca serdana Jolie balkêşandina dinyayê ser bi
penaberên Sûriyeyî bû.
Li gor ragihandina Kamal Sîdo GfbV karmendekî xwe şandiyê
Hatayê ku raportekê li ser rewşa penaberan li Tirkîyê
amade bike.
Serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esed 20ê mehê de axaftinek
li ser biyarên dawî kir. Esed ragihand ku ew ê di meha
agustosê de hilbijartinên parlamentoyê bikin, reforman
jî heta meha îlonê temam bikin û di hundurê mehekê de
ê avakirina komîteyên guhertina destûrê û şêwirmendiyan
temam bibin. Dîsa esed hesa efûya giştî kir û gazî
wan penaberên ku derbasî Tirkiyeyê bûne jî kir kû ew vegerin
Sûriyeyê. Beşar Esed got, heta niha me nifusa 36
hezar kurd ji wan vegerandine.
Dîtinên polîtîkwanên Kurd li ser rûdanên li Sûrîyeê
Em wek rûdaw li ser rewşa sîyasîya Surîye, armanca
xwepêşendaran, serokatîya tevgera mixalîf, polîtîkaya
desthilatdarîya Surîye di derheqa curda de û pêwendîyên
tevgera sîyasî ya kurd û ereban bi berpirsîyarên partîyên
Kurd li Rojawaya Kurdîstan û kesayetîyên serbixwe va axifîn.
Li ser ser rûdanên Surîye berdevkê komîteya karên hevbeş
yê kurdên Surîye li Almanya ye Ahmed Ali ji bo rûdawê
dîtînên xwe ûsa anîn ziman, “Hema hema 50 salê Partîya
Baas Surîyê îdare dike. Partîya Baas wek îdeolojîk partîyek
nîjatperest û totalîter ango antîdemokratîk e. ew li gor
yek netew, yek partî û yek şef hatîye ava kirin.
Ew qebûl nake kû li Surîye neteweyên din hene û hemû hevwelatîyên
Surîye erep qebûl dike. Li gor makezagona Surîyê Partîya
Baas xwedîyê dewletê ye û pêşenga civata Surîye ye.
Hemû partîyên sîyasî kû li Surîye bikaribin kar biin,
divê pêşengîya partîya Baas ango otorîteya partîya
Baas qebûl bikin. Surîye dewletek dadî nîne, dewletek
polîsî ye. Pir caran kesên sîyasî tên girtin, bi salan
malbatên wan nizanin ew li ku ne. Tu hurmeta dewleta Surîye
ji bo mafê mirovan nîne. Tu rêxistinên mafên mirovan nikarin
li Surîye karbikin.
Partîya Baas bi terorek dijwar welat îdare dikir. Li
ser gelê Surîyê terora dewlet hebû. Gelê Surîye ji tirsa
terora dewlet newêrîbû dengê xwe derxîne, hembera rejimê
derkeve, ji bo mafên xwe yên mirovî, azadî û demokrasîyek
rekûpêk têbikoşe. Lê bihara erebî kû hemuû rojhelatanavîn
girt bin tesîra xwe, gihişt Surîye ye ji. Gelê Surîye
ji bo derew, zilm û zor û manîpulasyonên rejîma Baas edî
bese got û serîhilda xwe avêt li ser kolonan. Ango gelê
Surîye tirsa xwe şikand”.
Di serîhildanê de rola Kurdan
Li gor ragihandina Ahmed Alî û berpirsîyarê ragihandina
dervê yê Partîya Yekitî ya Kurdîstana Surîye Abdulbasît
Hanno, “Kurd li Surîye ew serîhildana dijî rejiîma Baasê
de rolek sereke dilizîn. Lewra li Surîyê pencî salî zêdetir
e, partîyan kurdan hene, partîyên kurdan di nav civata
kurd rexistinîne, li gel bandora wan heye. Dîsa kurd warîyê
tekoşîn û serîhildanê de xwedîyê ezmûnêne. Wekû tê
zanin gelê kurd di sala 2004 an de serîhildana Qamişloyê
pêkanîbû. Lê mixabin di ew serîhildanê de gelê kurd tenê
mabû. Vê gavê Partîya Baas fîtne û fesadî xist nav gelê
Surîye ye, bi dek û derewan ereb hembera kurdan bikaranîn.
Planên Baas serketin ereban li cem kurdan cîh negirtin,
hemebra kurdan şer kirin. Niha dîsa ji Baas dixwaze
kurdan û ereban bîne li hember hev, bi planên qirêj ewana
ji hev veqetîne , lê heta niha ew planên rejîm yên qirêj
bi ser neketin. Lewra kurdan ji ereban ji jiew ezmûnên
berê ders wergirtine, ew nayên lîstikên rejîme”.
Ahmed Alî radighîne kû, edî di serîhildanên roja îne
de gelê ereb bi kurdî “ Azadî” tîne ziman. Di piranîya
televîzyonên welatên ereban wek ya “El Cezîre” de ji
gotina “ Azadî” tê gotin.
Lê li gor ragihandina niviskar û lêkolîner Cafer Elî,
“Tevgera kurdî bi germî ta roja îro tevlî serhildana Sûriyê
nebûye. Rast e çalakî û meş li Kurdistanê jî çêdibin,
lê tenê xort pê radibin û carcaran hin rêxistinên kurdî
çêdikin. Rêjîma Sûriyê hewl dide ku tevgera kurdî ji va
serhildanê bi dûr xe, heya astekê jî ta roja îro bi serketiye.
Ji ber du sedeman tevgera kurdî bi germî tevlî serhildanê
nebuye: 1- Rêjîmê hin soz bi berpirsên tevgerê re berdane;
( hûn xwe tev meselê mekin, emê pirsên we hêdî hêdî çareser
bikin…) lê ligor min û piraniya gelê me, ev pêkenokin,
û mixabin piraniya berpirsên rêxistinên kurdî pê hatine
xopandin.
2- Sedma duwê ew e, ku helwesta ku opisizyonê di derheqa
pirsa kurdî de daye xuya kirin ji ewqas ne cudaye ji
ya rêjîmê.”
Desthilatdarîya Sûrîyê ditirse kû pirsgirêka Kurd
bibe pirsgirekek navnetewî
Wekû tê zanîn li Kurdîstanê wek heremên ereba terora
dewleta Surîyê ne dijware, li Kurdîstanê hin ji aramîyek
heye. Li ser pirsa me Ahmed Alî û Abdulbasît hanno vê
derheqê de dîtinên xwe ûsa anîn ziman, “Dewleta Surîyê
li Kurdîstanê piçêk din bi dîqat tevdigere, heta niha
li hember Kurda dest bi kuştin û terorê nekirîye.
Lewra hin tirsên rejîma Baas hene. Wekû me bere jî got,
kurd rêxistinîne û bi hevra giredayîne. Netewa kurd ji
alîyê desthilatdarîye va tê naskirin. Desthilatdarî dizane
kû netewa kurd her tim hembera zilm û zoradarî serîhildaye,
netweyek canfeda ye, biaqile û merde. Ew dizanin gava
li Kurdîstanê çend kurd werin kuştin, 3 – 3,5 mîlyon
kurd wek netew bi hevra serîhildin, li ser lingan bisekinin
û mumkune bi mîlyonan kurd derbasî sinorên dewletên cîran
bibin. Wê gavê pirsgirêka netewa kurd bibe pirgirekek
navnetwî. Dewleta Surîyê nikare ji bin barek ûsa derkeve”.
Partîyên Kurdan ji GfbV ji hêzên navnetewî wek RYN,
DYA û YE daxwaz dikin kû, helwêsta wan hîn bi hêztir
bibe....sanksiyonên firehtir bigrin, balyozan dersînor
bikin, fişar li ser Şamê werin xurtkirin, daku
dest bi dîalogek rasteqîn bê kirin.
Abdulbasîd Hanno, got, “divê RYN dji desthilatdarên Sûrîye
biryarên aborî û sîyasî yên tundtir bigre, lê Rusya û
Çîn Sûrîye destke dikin. Ji ber wê me roja în li Berlînê
li ber balyozxaneya Rusya xwepêşendan pêk anî”
Konfernsa Antalya
Li ser "Konferansa Guhertinên li Sûriyeyê"
kû li Antalya hatibû lidarxistin dîtînên partîyên Kurdan
cûda ne. Wekû tê zanîn însîyatîfa 12 partîyên kurd beşdarê
ew civînê nebûn.
Li ser sebebên ne beşdarbûna ew civînê Ahmed Alî
got, “ Ji ber dû sebeban însîyatîfa 12 partîyên kurd tev
li konferansa Antalya nebû. Ya yekemîn ewana me wek mîvan
vexwendin ji bo ew konferansê. Me ji got, em li Surîyê
wek kurd hêzek esasî ne, em xwedîyê malê ne, divê em şêrîkê
karên ûsa bin, ango serî de xwedîyê însîyatîf bin, ne
wek mîvan werin beşdar bin. Ya duwemîn ewana dixwastin
piranî populîzmê bikin. Lewra ewan civîn ne bi hêzên esasî
yên sîyasî, bi serok eşîretan, bi şexisan pêkanî.
Ewana gazî hêzên sîyasî yên kurd nekirin kû pirsgirêka
kurd nebe rojeva esasî. Li Surîyê pisgirêka yekemîn pirsgirêka
kurd e. ewna dixawstin ewî bavêjin paş guhên xwe”.
Abdulbasîd Hanno di vê derheqê de ûsa got, “ Em beşdarê
civîna Antalya bûn. Xercî me 4-5 partîyên Kurd yên din,
gelêk kesayetîyên serbixwe wek Selah Bedreddîn û Şêx
Murşîdê kurê Şêx Maşûqê Xeznawî jî di civînê
de hebûn. Armanca civînê ew bû ku di dawiyê de nexşeriyekê
ji bo guhertinên Sûriyeyê yên bi riyeka aştiyane
were peyda kirin. Di daxwiyaniya dawiyê de navê kurdan
piştî ereban, di rêza duyê de hat diyarkirin. Di
hevdîtinên li gel grûbên cuda de hat lihevkirin ku piştî
dawîlêhatina rejima Esed kurd wek grûbeka etnîkî bên qebûlkirin,
mafên wan yê ziman û perwerdeyê bê dayîn û ev ê di destura
nuh de cîh bigirin”.
Hevdîtina Partîyên Kurdan û Beşar Esad
Wekû me li jor ji nivisî bû, serokê Sûriyeyê Beşar
Esed dixwast bi kurdan va hevdîtîn pêk bîne. Li ser pirsa
me di vê derheqê de Ahmed Alî got, “Di daxuyanîya partîyên
kurdan de daxwaza dîalogê bi hkumetê va ji hebû. Li ser
wê serokê Sûriyeyê xwast bi kurdan va hevdîtinê bike.
Lê ji bo hevdîtinê şartên kurdan hebûn. Lê li gor
daxwazên kurdan divê berê li hembera xwepêwendaran şîdet
were seknandin. Ango divê leşker biçe baregehên xwe,
tanq, top û panzer ji kolonên bajaran werin kişandin,
hêzên dewletê gule bernedin li ser gelê, kesên girtî werin
berdan. Ji ber kû hikumet ew şart bicîhneanîn, kurd
neçûn li cem Beşar Esad”.
Li ser heman pirsê Abdulbasîd Hanno got, “ Beşar
Esed dixwaze hêzên mixalefet ji hev dur bîxîne, mixalefetê
parçe bike û ûsa hêza mixalefetê bikşîne. Lê gelek
ji rewşenbîr û ciwanên Kurd dijî gotûbêjên bi rêjîma
Sûriyeyê re bûn. Ji ber wê ew hevûdîtin pêk nehat”.
Daxwazên mixalefeta Sûrîyê û yên Kurdan
Li ser daxwazên hevbeş yê mixalefeta Ahmed Alî got,
“Çi mixabin hê mixalefeta Surîyê li ser bernameyek hevbeş
li hev nekirîye. Lê Tevgera Nîştimanî ya Kurd li
rojavayê Kurdistanê ku ji 12 partiyan pêkhatiye, di 13ê
meha Gulanê de bi civînk çapamenîyê daxwazên xwe ji bo
raya giştî eşkira kirin. Li ji bo ji ew krîza
heyî derkevina Surîyê bo çarserkirina pirsgirêka kurd
daxwazên kurdan hatin ragihandin. Ew daxwazên kurdan ji
heşt xalan pêk tê. Li vir daxwaza dîalogek bi hemû
alîyan va te kirin. Divê hemû alîyên mixalefetê û hikumet
ji tê da li dor masayek goliver bicivîn bi dîalogê pisgirekan
çareser bikin. Di ew heşt xalan de daxwazên netewa
kurd ji hatine formule kirin.
Dîsa partîyên kurdan li vir komîteyek saz kiriye kû bi
hemu rêxistinên mixalîf va têkilî dayne, civîna çekê kû
bikaribin bi hevra ew bizavê bibin serî, gava daxwazên
kurdan ji alîyê mixalefeta Surîyê werin qebûl kirin. Ango
di nav bera tevgera kurd û mixalefeta erebî de dîalog
destpêkirîye.
Piştî ew çalakîyên kurdan hemû medya erebî dinivise
kû, bê kurdan li Surîye pirsgirek çareser nabin, ango
çareserîya ew krîza heyî nîne”.
Divê di derheqa rewşa Tirkîye de li ser polîtîkaya
Tirkîyê ji were sekinandin. Li gor analîstên
Dîplomasîyê Tirkiye polîtîkayek durû dajo. Lewra Tirkîye
ji aliyekî ve xwe dostê hukumeta sûriyeyê nîşan dide,
hin ji bi desthilatdarên Surîye va gotûbêjan pêk tîne
lê di bin re piştgiriyê dide mixalefeta Surîyê. Di
medya cîhanî de tê îddîa kirin kû Tirkiye piştgiriya
mixalifên rejimê ên erebên sunne bi taybetî îxwanan dike,
heta îddîa hene ku serîhilder di ser Tirkiyeyê re çekan
dixin nav Sûriyeyê.
Kamal Sîdo li ser polîtîkaya tirkîye got, “Tirkiyê ji
sala 2000 an ve dostekî nêzîkî B. Asad bû. Lê niha tevlihevî,
nezelalî heye. Peywendiyên Anqerê him bi Asad re û him
jî bi Biraderên musulman re hene. Siyaseta Anqerê hîna
ne zelalê.
Tirs û fikarên Anqerê hene: Kurd li bakurê Sûriyê, tirsa
ji pevçûneke alewî û suniyan, hatina penaberan bo nav
erdê Tirkiyê.
Tiştê herî mezin ku Anqere jê ditirse, ew e ku li
Sûriyê Îraqeke nuh avabibe, yanê Kurd li wir bibin xwedî
statuyek”
Ew raport di rojnaeya “Rûdaw” çapa Ewropayê di hejmara
101 an de hat weşandin.
|