Sînemxan
Celadet Bedirxan : “Şoreşa Kurdan da jin roleke
xwe yê giranbiha hebûye”
Ronakbîr û şajinê Kurd Sînemxan Celadet Bedirxan,
peyamek şand KOMJİNê. Sînemxan di peyama xwe
da behsa rola jin di şoreşa Kurdan da kir û
ji hemu jinên Kurdistanê daxwaz kir, beşdariya avakirina
civateke tendurist bikin.
Peyama Sînemxan Celadet Bedirxan bi vî awayî ye:
Ji bo KOMJİN-Yekîtiya Jinên Kurdistanê
Ji Hewlêra Paytext Silavekî Germ!
Berî her tiştî ji bo destnîşankirina min a
beşdarîkirina çalakiya salvegera 100 Saliya Roja
Jinan a Cihanê gelek spasiya rêxistina Komjinê
dikim û li her çalakî û karên we yên giranbiha de daxwaza
serkeftinê dikim.
Bê guman 8 Adarê ji bo hemû jinên cîhanê rojeke gelek
girînge. Lê belê ji bo min du caran taybetiya xwe heye.
Îro hem roja salvegera jinên cîhanê û hem jî roja ji dayikbûna
keça min Dilnaz e ku niha li Paris e. Ji bo
wê yekê jî bi hestên xwe yên gelek germ pêşwaziya
vê roja taybet dikim.
Bi vê helkefta 8 Adarê ya Roja Cîhanî ya Jinan
pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî jinên
Kurdistan bi taybetî û hemû cîhanê bi giştî dikim,
hêvîdar im ev salveger bibe piştgireke din a xebat
û tekoşîna jinan . Dîsa bi vê helkeftê
roja ji dayikbûna keça xwe Dilnazê pîroz dikim û hêvîdar
im li gel hezkirên xwe jiyaneke bextewer bijî.
Wekî ku hûn ji dizanin di hemû şoreşên gelê
Kurdistanê de jin roleke xwe yê bi taybetî û giranbiha
hebûye. Her tim ji bo bira û bav û hevjînê xwe yê Pêşmerge
piştgîriyeke xurt bûye û di gelek waran de jî çek
daniye li ser milê xwe û parastina hebûna gel û doza xwe
kiriye. Ji bo vê yekê jî ew gel û neteweyê xwediyê jinên
wekî Rewşen Bedirxan, Qedemxêr, Xanzad, Hepsaxanê
Neqîb, Leyla Qasim û Zîlan… her tim dê bi zîndî bimîne.
Bi vê helkeftê jî bi taybetî daxwaz ji hemû jinên Kurdistanî
dikim ku piştgîriya xwe ji bo beşdariya pêvajoya
avakirina civakeke tendirust û perwerdekirina nifşekê
hişyar ya bi hestên Kurdayetiyê bikin û li asta berpirsiyariyê
de beşdar bibin. Her wiha ez jî wekî hemû
jinan li gel erkê nîştîmanî û neteweyî û daxwaza
nehiştina diyardeya tundûtujiyê dikim.
Dûbare 8 Adarê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz be.
Li gel silavên germ.
Sînemxan Celadet Bedirxan
|