Şivan
Perwer; “Ji zîhniyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car
serê xwe xwar nakim”
Navenda Nûçeyan
Hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer li ser kampanyayê
ku li dijî wî destpêkiriye, belavokek belav kir û ji got
ku ez wekî berê hevalê bargiranim, ruhê Kurdistan, bê
rawestan kurê gelê xwe me û wêrek û bi bawerî me.
Belavoka Şivan Perwer bi vî awayî ye;
Ji raya giştî re,
Ji kî û ji kuderê tê bila bê, ji zîhnîyeta bandorvan,
hov û çavsor re tu car min serê xwe xwar nekiriye û nakim.
Ez duh çava bûm, îro û sibê jî her weke xwe me. Yanî bilindkirina
ruhê Kurdistanî, hevîdariya daxwaziya hunerî dijîm, Hunerê
azad û serbixwe hergav nîşana xebat û xizmeta min
e.
Sebra min geleke, behna min firehe. Hêviya min bilinde,
baveriya min xurte, armanca min rojên şad û peşerojek
ronake. Lê gelo evên ku dest bi vê kampanyayê kirine kî
ne û vana ji min çi divên? Çi dixwazin? Dost ya dijminê
gelê me ne? Ji ber ku tiştên di vê kampanyayê de
hatine gotin û iddia kirin, hemû derewin. Hemû hevdîtin
û têkiliyên min eşkerene û li pişt diwar û perdan
veşartî nemaye.
Me dît ku vana li hemberê hêz û şexsiyetên welatperwer
çıqas suç kirin jî rojekê lebihurtin ne xwestin.
Ji ber ku çendî me behnfirehî kir û me nexwest dijmin
bi me bikene jî, lê dîsa jî guhertinek di wan de çê nebû.
Ji sebra me cesaret girtin û roj bi roj ji ber bêdengiya
me hêz girtin û erîşê xwe berfireh kirin. Yanî dixwazin
li welatê me yek kesê me mejû azad nemîne.
Ez ji kesên dilrehm, dilovan û bi wîcdan dipirsim: Ma
gelo kesên hindik hestên welatperwerî û mirovatî pêre
hebe, wisa dike? Di jîyana 36 salên derbederya min de,
ya rast, dijmin jî ev tişt bi me nekiriye.
Ji xwe qasî hatiye têgihiştin, zîhniyet û mentalîta
wan eve: Li ser bandorê deyne, çavsoriyê bike, bitirsîne,
bêbextiyê lê bike, îrade û heş teslim bigire, bike
kole û bi kar bîne.
Min ji rastiya xwe tu car dev bernedaye. Min rastiya xwe
herdem di stranên xwe de aniye ziman. Haji xwe bû me,
hezkirin û evîna gel û welatê min di xwîna min de cîh
girtîye. Lê li gor uslûba tevger, têkilî û rewşa
mirovatiyê mirov silava xwedê digre û dide. Merheba dibêjê
û rêzdar dibe. Mêvandarî kevneşopîya resena me Kurda
ye. Em jî li gor xwe dibînin ku çi raste çi xirabe. Heke
mirov bi xwe û armanca xwe baver be, carna pêwist be dikare
li gel dijminê xwe jî danişe, behsa rastiya xwe û
gelê xwe bike û biparêze.
Ma xelk nizane ku Şivan Perwer li hemberê zilm û
zordarî tu car stoyê xwe xwar nekiriye. Ma hûn jî nizanin
ku ti kes nikare bayê hunera azadiyê ji ser welatê min
rawestîne û lorîkê min ji dil û mejîyê gelê min derîne?
Ma hûn nizanin ku rejîmên faşist û koledar ji ber
rastiya hunerê min çikas Kurd girtin, işkence kirin,
kuştin, yan bi dar xistin? Lê dîsa jî nikaribûn bayê
hunerê min rawestînin.
Banga we dikim: Baş bizanibin ku ez Şivan Perwerim.
Yanî hevalê bargiranim, ruhê Kurdistan, bê rawestan kurê
gelê xwe me û wêrek û bi bawerî me. Kesên paqiş û
bi bawer ji qirêjiya bêbexta natirse.
Ez we dispêrim ûcdan, rehm, dilovanî û raya giştî
ya gelê Kurd û Kurdistan. Dîsa baş bizanibin ku gelê
me û dîrok dê çi car bi vî awayî li wan nebihure.
Slav û Rêz
Şivan Perwer
13.02.2011
|