Tahir
Mahmûdî; “PDKÎ wek erkek ser milê xwe dizanin, piştevaniyê
li vê kempeniyayê bikin”
Nunerê
Hewlêrê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ Tahir
Mahmûdî, piştevaniya partiya xwe ji bo Kempîna Berevanîkirin
Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê aşkere kir û
diyar kir ku ev piştevanî ne bo zindaniyên Kurd bi
tenê ye, bo hemû zindaniyên siyasî yên neteweyên Îranê
ye.
Hevpeyvîn-Dengê Azad
Wek
tê zanîn di encama siyaseta îdamkirina çalakên sazî û
dezgehên sivîl û siyasî li Îranê, nerazîbûnek zêde peyda
bûye. Bo bergîrîkirina vê siyaseta komara Îslamî a Îranê,
hewl û xebatên gelên Îranê û gihandina vî dengê nerazîbûnê
bo raya giştî ya navxwe û derveyê welat kempeniyayek
bi navê Kempîna Berevanîkirin Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên
Îranê hatiye destpêkirin. Taybetmendiya vê kempeniyayê
ew e ku damezrênerên vê kempînê hejmarek ji çalakên sivîl
û mafên mirov ji neteweyên cur bi cur ên Îranê pêkhatine
ku bergiriya vê siyasite komara Îslamî bikin û piştevaniya
raya giştî a cihanê jî wergirin.
Di
vî derbarê de helwesta partiyên opozîsyon yên Îranê û
aliyên dî yên Kurdistanî nêrîn û helwestên wan yên li
dijî siyaseta îdamkirina girtiyên siyasî ji aliyê komara
Îslamî a Îranê ve emê, bixine ber we.
Dengê
Azad: Niha li Îranê kempeniyayek bi navê “Kempîna Berevanîkirin
Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê” destpêkiriye. Helwesta
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ çiye, beranberê
vê kempeniyayê?
Tahir
Mahmûdî (Nunerê Hewlêrê yê PDKÎ): Komara Îslamî a Îranê, bi exlaqê xwe yê 30 salî dest
ji zilm û zorî û tepeserkirina gel neberdaye. Weke em
dibînin, Îran wa bûye zîndanek mezin bo hemû neteweyên
li Îranê. Diyare, di nav zindanên Îranê de girtiyê siyasî
bi salên dirêj hatine hikumkirin û rojane em dibin şahidê
vê yekê ku roj nebe bi dehan kes nehêne hilawîstin, darvekirin.
Tometên curbecur bo têne sazkirin. Ji ber vê ye em wekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ
wek erkek ser milê xwe dizanin, piştevaniyê li vê
kempeniyayê bikin. Pişta vê kempeniyayê bigirin,
bo aşkere kirina navê zindaniyên siyasî, gihandina
wan amaran(îstatîstîk) bo sazî û dezgehên çavderên mafê
mirov, ji bilî wan jî agahdarbûn li ser rewşa zindaniyên
siyasî; ka ew zindanî rûbirûyên çi kêşeyan dibin.
Ev e yek ji xemên PDKÎ ye.
Cihê
xoşhaliyê ye ku ev piştevanî ne bo zindaniyên
Kurd bi tenê ye, bo hemû zindaniyên siyasî yên neteweyên
Îranê ye. Bê ferq û cudahî hemûyan diparêz e. Em dengê
xwe didin pişt dengê vê kempeniyayê û piştevaniyê
lê dikin.
Bo
bidestxistina amarên li ser wan zindaniyên siyasî, xebatek
çawa birêve diçe? Gelo li Îranê derfeta wê çendê heye
ku van amaran bidestbixin?
Wek
min behskirî, li Îranê tund û tûjî û tepeserkirin her
berdewam e. Gelek zehmet e jî ku em amarên deqîq(temam)
bidestbixin, lê belê, bi hevkariya li gel neteweyên dî
yên Îranê û partiyên siyasî hewlê didin ku li gor wan
îmkanên heyî, bidestbixin. Ji ber ku hindî ku Komara Îslamî
li ser kar be, dibe ku bivê radeya pêwîst em nikaribin
amarên rasteqîne bidestbixin. Gelek kes di zindanan de
hene ku navên wan jî nehatine tomarkirin. Bi şiklên
curbecur tomet bo hatine sazkirin û hatine bê seraşûnkirin(ji
holê rakirin). Ji ber wê ye ku em çavrê wê çendê nîn in
ku di qonaxa pêşiyê de lîsteya navên hemû zindaniyên
siyasî bidestbixin, ji ber vê ye daxwazê ji wan kesan
dikin yên ku zanyarî di destan de hebin, yan binemaleyên
wan zindaniya bin, pêwendiyê li gel partiyên siyasî yan
li gel Kempîna Berevanîkirin Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên
Îranê(www.kampein.blogspot.com) bikin, nav û çarenûsa
wan bidinê bo raya giştî û bi vê rêyê bikarin karekî
bo azadbûna wan bikin.
Hûn
bo serketina vê kempeniyayê û bi girseyîkirin û piştgirî
wergirtina wê çi xebatê dikin?
Em wek PDKÎ, bi hemû hêz û şiyanên
xwe piştgiriya vê kempeniyayê “Kempîna Berevanîkirin
Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê” dikin. Bi riya
rêxistinên xwe yên derveyî welat bi hemû şiyanên
xwe hewl didin di kombûnên diyarkirina nerazîbûnan, bi
gihandina lîsteyên navên zindaniyên siyasî û helwesta
siyasî û fermî di vî derbarê de daxuyaniyeke Deftera Siyasî
me ragihandiye.
Li
Kurdistana Iraqê de li gor îmkanên heyî û mecalê hevkariya
vê kempeniyayê dikin. Hemû endamên PDKÎ piştgirî
li vê kempeniyayê dikin. Di nav welat de jî dixwazim careke
din bêjim ku kempeniya bo yek mehê ye, ji 21 Sibat heta
21 Adara 2011 ku dikevite roja Newrozê, ji ber vê ye ku
hindî mecal hebit, li Kurdistana Îranê jî piştgiriya
xwe bo vê kempeniyayê radigihînin.
|