Teksta
dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî
Di Festîvala Komara
Kurdistanê da, ku ji aliyê Wezareta Roşenbîrî ve
li Hewlêra paytext hati bû amade kirinê, broşorek
(namîlke) piçûk di nava mêvanan da hat belav kirin. Ku
ji aliyê Bedredîn Salîh ve bi zaraveyê soranî û pîtên
erebî hatiye nivîsîn, Samî Ergoşî jî vegerandiye
kurmancî û bi pîtên latînî.
Namîlke li ser dadigeh
kirina Qaziyan bû û têda helwest û mêraniya hersê qazî
hatibûn destnişan kirinê.
Me baştir zanî,
Kurdên me yên Bakur jî, ji vê namîlke û helwesta mêraniya
qaziyan haydar be. Ji bona vê yêkê me teksta namîlkeyê
ji Samî Ergoşî xwast û ew jî ne kir yek û du, daye
me, ku ciyê rêz û spas e.
Em li jêrê kurmanciya
namilkeyê belav dikin.
Dema Nû-Hewlêr
**
Pêşgotin..
Dema ko di tîrmeha
2000-ê de, le Selahedînê hevalê min Bedredîn Salih ji
nişka ve
ket odeya min ya
Kurdistan TV û di destê wî de ev nivîsa li jêr hebû, beriya
ko li
nivîsê binêrim,
min qed bawer nedikir ko ezê rojekê ji rojan vê nivîsê
bibînim û
zanibim ka pêşevanê
kurd, serkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên wî li
Mehabadê çawa hatine
dadgehîkirin û di wê dadgehîkirinê de çi derbas bûye.
Dema
ko min dest bi xwendina
wê kir, bi awakî welê ketim bin bandora wê, te digo qey
ez
bi xwe di rûniştina
dadgehîkirinê de amade me, bawer dikim ev yek dê ji bo
we jî
tiştekî
pir balkêş be.
Bedredîn ev nivîs
ji pirtûkek farsî bi awayekî ji Îranê bi dest xistibû
û wergerandibû
ser soraniyê, wî
ji min xwest ko soraniya wê bikim kurmanciya bi tîpên
latînî û bi
herdu awayan jî
em wek pirtûkek biweşînin. Bi rastî
jî gelek û gelek karên min hebûn
û ez pir mijûl bûm,
lê belê ev nivîs tiştek welê
bû ko qed nedikaribûm bêjim na,
lewra jî bê yek
û du min qebûl kir û di nava çend rojan de min kire kurmancî.
Helbet ji ber gelek
sedemên ko kurd pê dizanin, çi qasî ji destê wan hatibe,
dagîrkerên Kurdistanê
nehiştiye
ko kurd dîroka xwe zanibin û hertim jî her tiştê
kurdan yê dîrokî
ketibe destê wan, winda kirine û rê nedane ko haya ti
kesî ji wan çê
be, hinek dokumentarên
weke vê nivîsê jî ko hene, di refên tarî û nepenî de
veşartine û çi qasî
ji wan bêt, dê rê nedin bikevin destê kurdan, lê belê
dimîne ka kî
û kengê û li kû,
kurdek, yan dilsozekî kurdan derfetê bibîne û tiştên weha ji tarîtiya
wan cihan derxe
û roniyê bibînin. Bi hêviya ko paşerojê
ev derfet mezin û zê de
bibin.
Belê, di vê nivîsê
de beşdarekî
rûniştina
dadgehîkirina pêşevan
Qazî Mihemed û
hevalên wî Sedr
û Seyfî Qazî, hemû gotin û bûyerên dadgehîkirinê rekord
kirine û wê
demê ji bo hin aliyên
taybet yên Şah û
leşker û
hukûmeta Îranê çap kiriye, lê belê
piştre ev yek wek eşekerekirina
nepeniyên leşkerî
û weke gefek li ser ewlekariyê
hatiye qebûlkirin,
di cihekî taybet yê nepenî de hatiye veşartin û arşîvkirin. Îro piştî
derbasbûna ew qas
salan, va derdikeve ber ronahiyê û yek ji bûyerên herî
balkêş ji
kurdan re radixe
ber çavan. Bi hêviya ko di paşerojek
nêzîk de, emê karibin
berhemên din yên
weha pêşkêşî xwendevanê kurd
bikin.
Samî Ergoşî
Selahedîn
Hezîran - 2005
Teksta dadgehîkirina pêşevan
Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî
Di derbarê dadgehîkirina
pêşevan
Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî de, pir hatiye
gotin û nivîsandin,
diyar e ko ev nivîs du grûp in, grûpa yekê ew kes in yên
ko
xwestine dîrokê
vajî bikin û li gor berjwendiyên dijminên kurdan, tîtal
û gotin û tiştên
dûrî wan zatan nivîsandine
û hewl daye wê dîrokê vajî bikin, lê belê xuya ye berê
rojê jî bi bêjingê
nayê girtin, belgeya me jî dilsozî û evîna gelê kurd ya
ji bo qaziyan
û rêça pîroza wan
e.
Grûpa duyê ya wan
nivîsan jî, ew rêzdar in yên ko ji dilsoziya xwe şevbêr mane ji bo
ko qul û valahiyên
veşartî
yên karesatê, ango rûxiyana Komara Kurdistan û
bidarvekirina pêşevanê
wê eşkere
bikin. Ya ko niha li ber destê we ye, teksta wê
nivîsê ye, ya bi
xameya efser Kiyomers Salih, yê nûçegihanê kovara artêşa
şahenşahiya Îranê hatiye
nivîsandin ko welê diyar e bi xwe beşdarî dadgehîkirinê
bûye. Teksta vê
dadgehîkirinê wek wêjenameke taybet çap kiriye û pir bi
nepenî li
efserên mezin û
cihê bawera Şah û
payebilindên hukûmetê parve kiriye.
Ev hejmara taybet
ko bi navê „Tac Kiyanî“ hatiye nivîsandin û li „Stad“
Bingeha
Navendiya Fermandariya
Artêşê hatiye
arşîvkirin,
me wergirtiye û wergerandiye
kurdî.
Girîngiya vê belgenameyê
ew e ko efser Kiyomers Salih wek nûçegihanekî aktîv û
jêhatî bi xwe beşdarî
dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî bûye,
navhatî ji ber ko
xwarziyê serleşker Fereydûn Cem, yê mêrê Şems ya
xweha Şah
bû, lewra cihê bawerî
û piştrastiya Şah bû, her ji ber vê yekê jî hemû
nameyên
nepenî yên Şahê Îranê
li ber destê efser Kiyomers Salih bûne, ji bo ko her di
nava
heyamekê de, hinek
ji wan di belavoka taybetî de ji berpirsiyarên leşkerî
re bêne
çapkirin, yan piştî ko
têne organîzekirin, bişînin Namexaneya Nepenî ya Artêşa Îranê.
Welê diyar e ko
ev name ji bo bawerîçêkirin û dilgermiya efserên artêşa Îranê bû,
herweha heta niha
jî name, yan rojnameyên çap dibin, dawiya salê tevan didin
hev û
ji bal Arşîvxaneya
Serokatiyê ve têne çapkirin û parastin.
Ev ya li ber destê
we jî, wek me li jor jî gotî, teksta wê nivîsê ye ya ko
ji teksta
dadgehîkirina qaziyan
hatiye wergirtin û di wê wêjenameyê de hatiye çapkirin.
Bedredîn Salih
10’ê tebax 2000
Efser Kiyomers Salih
dinivîsîne:
Piştî qediyana
dadgehîkirina qaziyan û bidarvekirina wan, min ew bûyer
tev, bê kêm
û zêde di mehnameya
Mahnameyê de weşand û nûçeyên girîng jî min di
wêjenameya Tac Kiyanî
de çap kirin, lê belê beriya ko bikeve ber destan û belav
bibe, ez bangî dadgeha
artêşê hatime kirin, li wê derê gote min: Tu
bi sûça
eşkerekirina
nepeniyên dadgehîkirina qaziyan tûmetbar î û pileya efseriyê
ji min
kişand,
salekê jî cezayê girtinê li min hate birîn, ji ber vê
yekê jî hem weşandina
Mahnameyê rawestiya
û hem jî ev nûçe nehatin belavkirin.
Piştî azadbûna
ji girtîgehê, sala 1947-ê Kiyomers ev agahdarî di hejmara
57-ê ya
Mahname ya xwe de
weşandine, herweha beriya vê yekê jî sala
1946-ê di hejmara
66-ê ya Mahnameyê
de dinivîsîne:
Piştî qediyana
cenga cîhanî ya duyemîn û vegera leşkerê rûs û îngilîzan ji bo welatên
xwe, artêşa Îranê kete livîn û tevgerê. Her ev nûçegihan
di hejmarên 44 – 64’ê yên Mahnameyê de, bûyerên salên
1943 – 1946’ê yên Kurdistan û Azerbêcanê jî vedigêre û
piştre li ser komara Kurdistan û Azerbêcanê
bi dûr û dirêjî nûçe û mijarên hûr û girîng weşandine ko hinek
ji wan hatine arşîvkirin û hinên din jî çap bûne.
Di piraniya hejmarên
Mahnameyê de, wefadarî û dilsoziya serokhozê dîbokrî,
Elî
Yar Esed û serokeşîrê Mameş Qerenî
Axa Eşayer û Reşîd Begê Herkî û Hesen Têlo û
Quqyas Mamedî û
Nûrî Begê Begzade û Mihemedemîn Çepê Herkî û Hemzeyê Qadirê
Mameş û yên
din, ji şahê Îranê û Derbara wî re, yan weşandine,
yan jî di
Namexaneya Artêşê de
hatine arşîvkirin. Ya ji tevan entîketir, têkiliya
Omer Xanê
Şikak ya bi Derbarê re ye ko Omer Xan di
dema fermandariya xwe ya hêzên leşkerê
komara Kurdistanê
de li Seqizê û derdorên wê, nêzî (17) name ji bo piştrastkirina
Derbara Şah ji
dilsoziya xwe ji bo Şahê Îranê şandine û di nameyan de xwe mîna
serbazê Derbara
Şahê Îranê
qebûl kiriye û amadeyiya xwe ji bo pêkanîna erk û
fermanên Derbara
Şah nîşan daye.
Herweha ev name jî niha di Namexaneya Artêşa
Îranê de, parastî
ne.
Tê zanîn axayê dîbokrî,
Elî Yar di namekê ji wan nameyên xwe de, bi têr û ferehî
û
bê kêmanî, agahdariyên
li ser çawaniya çûyîna xwe ya bi Qazî Mihemed re ji bo
bakûrê Azerbêcana
Rûsya û civînên wan, ji Şahê Îranê
re şandine.
Derfet niye ko em
di vê kurtenivîsê de li ser naveroka wan hemû nameyan
rawestin,
lê belê di warê
bandora naveroka nameyan de, ev nameyên Elî Yar dirba
herî mezin
bû ko bi Komarê
ket. Di derbarê rêjeya nameyan de jî, Omerxanê Şikak pirtirîn
hejmara nameyan
ji Derbarê re nivîsandine.
Di cih de piştî derketina leşkerê
rûsî ji Kurdistanê, Omer Xan bi lez namek ji Şah re
nivîsandiye û tê
de ji Şah xwestiye
ko çi qasî zû ye artêşa Îranê
bigîje Kurdistanê û
nivîsandiye: Va
ye ez bi xwe tevî hemû hoza Şikak,
wek serbazên Şahê Îranê
amade
me fermanên we pêk
bînim. Her ji bo ko Derbara Şahenşa ji dilsozî û berfermaniya
xwe piştrast
bike, herdu kurên xwe yên bi navê Qadir û Lezgîn jî şandin cem
Şahenşah li Tehranê, ji bo di dema hatina
artêşa Îranê
de ji bo Kurdistanê û bi
taybetî jî ji bo
bajarê Mehabadê, rênîşandêriya artêşê bikin û bibin
çavsaxên wê.
Ji bilî Omer Xan,
serokhoz û eşîrên din yên kurd jî ji bo piştrastî
û rênîşandêriya
artêşê û selimandina
dûvelaniya xwe ya ji Derbarê re, kur û bira û kesên dilsozên
xwe, şandibûn
Tehranê.
Efser Kiyomers Salih
dinivîsîne:
Di roja 7’ê meha
Çileyê de, hin yekîneyên leşkerî yên Îranê ko tê de tobxane û
tîrûbar û hin tank (Hin tankên kevnên jikarketî) hebûn,
ji Tehranê ber bi Tewrêzê ve dabûn rê û sê rojan piştre, ango di 10’ê mehê de li derdorên
bajarê Tewrêzê bi cih bûbûn, lê belê her bi bihîstina
vê nûçeyê, hemu mezinên hukûmeta Azerbêcanê ber bi Rûsyayê
ve reviya bûn û ji welat derketibûn, artêşa Îranê
jî ji bo ko piştrast bibe, heta roja piştre, ango 11’ê mehê,
xwe ji ketina bajarê Tewrêzê, da alî.
Li vir efser Kiyomers
Salih dinivîsîne:
Dema ko bajarê Tewrêzê
hate girtin, ez ji bo derxistina hejamereke nû ya Mahnameyê
vegeriyabûm Tehranê. Rojên piştre biryara çûyîna
ber bi Kurdistanê ve, ji artêşê re derket,
her ji bona vê yekê, yekîneyên leşkerî yên
ko her ji serdema komara Kurdistanê ve li Sine û Kamyaran
û Dîwandere, heta nêzî Seqizê bi cih bûbûn û carna jî
bi leşkerê Komara
Kurdistanê re rastî
pevçûnan dihatin, ji wan re biryara çûyîna ber bi Mehabadê
ve
derket.
Leşkerê
Tehranê bi hin yekîneyên leşkerê Îranê re li Tewrêzê, ji bo ko
bigîje hêzên
me li jor navê wan
anî, ji riya Qezwînê ber bi Kurdistanê ve da rê. Ev leşker di roja
19’ê meha Çileyê
de giha Mehabadê û pir bi lez efserên taybet ketin pey
Qazî
Mihemed û Seyfî
û Sedr. Artêşa Îranê li padgana piçûka Mehabadê danî
û li wir bi cih
bû, her wê şevê bi
bêtelê pêwendî bi Tehranê re danî û daxwaza çawaniya
yeklakirina çarenûsa
qaziyan kir, yên qazî jî di leşkergehê de girtî bûn. Pir bi lez
bersîv ji Tehranê
hat ko komîteya dadgeha meydanî ava bûye û va ye ji bo
dadgehîkirina wan,
ber bi Mehabadê ve tê.
Roja 26’ê çileyê
komîteya dadgehê bi serokatiya kolonel Xulam Husên Ezîmî
û
dadger kolonel Hesen
Kofaniyan û dadyarê sergurd Caferê Saniî û di bin çavdêriya
kolonel Emîr Hoşeng Xilitber
de gihiştin Mehabadê û civîna dadgehîkirina qaziyan
dest pê kir.
Efser Kiyomers dibêje:
Ez jî di hemû rûniştin û
civînên dadgehîkirina wan de amade bûm, rûniştinên dadgehê hin seetan berdewam
bûn, pirsiyar û sûç ji bal dadger kolonel Hesen Kofaniyan
ve dihatine berçavkirin, dikarim bêjim pirsiyar rona û
zelal nebûn. Behra bêtira sûçan ji bal qaziyan ve dihatin
retkirin û qaziyan pir bi wêrekî daxwaza anîna belgeyan
dikir, lê belê ji ber ko berê her li Tehranê sûçên wan
hatibûn diyarkirin û her li wir jî biryara dawî hatibû
girtin, biryar jî nebû ko ti belge ji wan sûçan re bêne
berçavkirin, lewra rûniştina
dadgehê wek rêzbendiyekê, piştî hin seetan qediya û piştî nîv
seetê jî biryara bidarvekirina qaziyan hate pejirandin.
Di rastiyê de, ev biryar li Tehranê hatibû girtin û her
wê şevê jî biryar gihand qaziyan.
Sûçên Qazî Mihemed
yên ko bi tûmeta wan biryara cezayê bidarvekirinê lê hate
birîn, ev in:
1- Bazirganiya petrolê
bi dewleta Rûsya re, bi rêjeya %51 ji dewleta Rûsya û
%49 ji
komara Kurdistanê
re, bê razîbûna deweta navendî.
2- Guhertin û destkariya
nexşeya welatê Îranê û cidakirina pênc parêzgehên
Ormiye,
Kirmanşa, Sine,
Tewrêz û Îlamê.
3- Çêkirin û hildana
ala ji komara Kurdistanê re, bi arma çakuç û das li ser
awayê ala
Rûsya.
4- Lêxistina sikeya
pereyan ji hukûmeta Kurdistanê re li ser awayê Rûpiyeya
rûsî û bi
wêneyê Qazî Mihemed.
5- Çêkirina nexşeya Kurdistana
mezin ya her çar perçeyên Kurdistana
Îran, Iraq,
Tirkiyê û Sûrya.
6- Anîna biyaniyan
ji bo Îranê û danîna beşeke axa Îranê li ber destê wan, wek
mînak, Mela Mistefayê
Barzanî.
7- Xwarina gef û
lafan li Şahinşahê Îranê û dewleta Îranê û ragihandina
şer û
handana xelkê Kurdistanê
li dijî Şahenşa Aryamêhr.
8- Çêkirina peymanan
bi hukûmeta Rûsya re li dijî hukûmeta Îranê û alîkariya
hêzên
dagîrkerên rûsî
li tevaya axa Îranê.
9- Ragihandina serxwebûna
hukûmeta Kurdistanê û dagîrkirina beşeke mezin ya axa
Îranê li ser navê
axa Kurdistanê.
10- Şandina kesan û hatin-çûyîna
derveyî welat û seredana Rûsya û rûniştin û civînên
bi Baqrof yê serkomarê
Azerbêcana Rûsya re.
11- Çêkirina peyman
û bondên bazirganî bi biyanî û neyarên Îranê re, bê pirsa
Tehranê.
12- Girtin û kuştina karmendên hukûmetê
û rûxandina xaniyan û şewitandina
malên
wan, bi taybetî
jî karmendên ne kurd.
Nivîskar û nûçegihanê
Mahnameyê di berdewama vegêrana xwe de dinivîsîne:
Qazî Mihemed pir
bi tundî, bi tinê sê nebin, hemû sûçên din ret dikirin,
sê sûçên ko
ret nekirin, ev
in:
1- Çûyîna Bakuya
Azerbêcanê û hevdîtina bi Cafer Baqrof re.
2- Hebûna ala, lê
belê ne weke mîna ko ew dibêjin çakuç û dasên li ser awayê
ala
Rûsya li ser bû.
3- Hatina Mela Mistefayê
Barzanî, ew jî ne kesê ew anî be, lê belê ew bi xwe hatiye,
ji ber ew kurd e
û Kurdistan mala her kurdekî ye, mafê her kurdekî heye
ko li her
busteke axa xwe
ya ew bixwaze bijî, ji ber maf yê xwediyê malê ye.
Sûçên Seyfî Qazî,
yan jî Mihemed Husên Xanê Qazî, Wezîrê Ceng û Cîgirê Serokomar
Qazî Mihemed:
1- Çûyîna derveyî
welat, Baku paytexta Azerbêcana Rûsya.
2- Çêkirina têkiliyan
û civîna bi Pîşewerî yê Serokomarê
Azerbêcana Îranê re li
Tewrêzê û civîn
û çêkirina peymanan bi herdu serokomarên Azrebêcana Rûsya
û
Azerbêcana Îranê
re, ango bi Pîşewerî û Baqrof re
ko peymaneke sêkuçkeyî ya
leşkerî bûye.
3- Wergirtina wezareta
ceng ya Komara Kurdistanê li dijî hukûmeta Îranê.
Sûçên Sedrî Qazî
ko wek nûnerê gera 14’ê ya Meclisa Şûraya Millî
ya Îranê
(Parlemênt) ji bal
xelkê kurd ve li Mehabadê û derdorên wê hatibû hilbijartin:
1- Nivîsandina helbesteke
bi coş û germ ji Mela Mistefayê
Barzanî re û bixêranîna wî
ya bi wê helbestê
û pêgotina wî ya wek sembola pîroza gelê kurd.
2- Alîkariya Qazî
Mihemed û wezîrên Komara Kurdistan û hukûmeta wê û danîna
rêwcihên hukûmetdariyê
û avakirina karûbûrên hukûmetdariyê li Mehabadê.
3- Nivîsandina namekê
ji Qazî Mihemed re ko tê de dibêje: Xwe bigirin heta alîkariya
derve digîje we.
4- Handana xelkê
li dijî hukûmeta Îranê û piştrastkirina berpirsiyarên
Komara
Kurdistanê li Mehabadê
ko êdî dewleta Îranê nikare bi komara Kurdistanê re şer bike.
Di derbarê hûrkariyên
pêkhatina dadgehîkirinê de jî, Kiyomers Salih dinivîsîne:
Rûniştina dadgehê bi
qasî çar seetan berdewam bû û grûpa dadgehê piştî nîv seeta
pirsîn û lihevguhertina
dîtin û nêrînan, biryara bidarvekirina wan girt û bi riya
bêtelê
pêwendî bi fermandariya
artêşê, ko wî çaxî Spehbed
Erşedê Homayonî serokê
fermandariyê bû,
û general Acûdanî Şa li Derbarê û kolonel
Fethulla Mînbaşyan re kir
û ji wê derê ve
biryara vegera Tehranê girt.
Heman şevê ji riya Miyanduwawê
ve vegeriyane Tehranê û helbesta ko Ebulqasim
Sedrî Qazî jî pê
hatibû sûçbarkirin, her bi kurdî di hejmara 66’ê ya Mahname
Muselsil 153’ê de hatiye weşandin, lê belê tê
de tevliheviya hin peyvan û şaşiyên çapê jî hene, ji ber efser Kiyomers
kurdî nedizanibû û welê diyar e yê ko tayp jî kiriye,
wî jî kurdî nedizanibû ko bikaribin fonetîka helbestê
bi başî binivîsînin
û çap bikin.
Divê balê bikişînim ser wê yekê
jî ko her di heman kovara wêjenameya Tac Kiyanî
de, pir nivîsên
hêja li dor Komara Kurdistan û tevger û çalakiyên hunerî
û edebî yên
wî çaxî yên Mehabadê
hatine weşandin. Ev jî teksta
wê helbestê ye ko bû benda
yekemîna sûçbarbûn
û bidararvekirina Sedrî Qazî:
Ya Xwa be xêr bêy
helloy berzefirrî Barzanekem
Remzî pîrozî gel
û nîştîmanekem
Barzanî dujminşkên î, şêrî jiyanekem
Pêt le ser çaw û
qezat le mall û giyanekem
Bêy to gel û nîştîmanim bê xêw û
dîl e
Jêr çepokî dujmin
û zerd û mat û zelîl e
Dillî dujmin le
tirsî hellmetit dête lerze
Niye dujmin berengarit
lem kurey erze
Be to nasra gel
û nîştîmanî kurdewarî
Etoy berz û barîz
le her laye diyar î
Bêy to ye ke dujmin
be ser nîştîmanda zall e
Bêy to gel wek melî
zamar û bê perr û ball e
To merdî meydan
û neberd û rolley
Warîsî pîrozî îrsî
Barzan û tolley
Be mêjû xawen nîştîman
û gel û xêw î
Be berzît bazî Barzan
û lûtkey kêw î
Lay dujmin barîz
û nawbangî be nawan
Be bîstinî dujmin
çirkemîze degrê le tawan
Be Barzanim denazim,
eqdesî rûy zemîn e
Bêşey şêr û awekey mayey
jîn e
Le to fêr bûn be
derdî bêbeşan aşnayî
Be to bû şewî bextreşan rewşenayî
Bê to ye em nîştîmane
deken beş beş
û dabeş
Bem beş û pirrş û perêşane bû
bêbeş
Her to bo nîştîman
xemxor û pirr mişûr î
Feramoşit nekird
le katî xurbet û dûrî
To bo gel û nîştîman
mujde û hem firîştey
Beşarethênerî
em herd û şar û deştey
Gelim bê to hetîw
û perêşan û werrez bû
Melî bê perr û ball
û giriftarî qefes bû
Be to geşawe ruxsarî
pirr çirç û çirûkim
Be to rizgar û jiyawe
gelî mehtûk û sûkim
Kurd im û lew xake
bûme, bew awe jiyawim
Bo azadî gel û rizgarî
nîştîmanim nemawim
Min be rût û qûtî
û pêxwas û bêkirasî
Le mallî xoma dujmin
be serbarim denasî
Meqdemî xêrit laybird
xemî zorim le ser şan
Be to sarêj bû tenî
pirr zarim û hallî perêşan
Zamî derdî kurdanim
pirr jan û le mêj e
Dermanî derdî muzmîn
dûr û dirêj e
Serwer Mustefa ye,
bo Muhemmed, pîştîwan e û bira ye
Ya reb şûilewer
key ew dû çira ye
Ya reb be fezl û
feyzî xot û nûrî îman
Muweffeq ke Muhemmed,
hem Mustefa ra bi xatirî Qur’an
Fexrî gel Mustefa
û Barzan mayey şanazî
Fîdate giyan û ser
û mallî Sedrî Qazî
Ewey Barzan wa nenasê
bê hoşî bê zeman e
Kerr û gêj û wêj
û heywan û nezan e
Ewey nahezî Barzan
e, caş û xofiroş
e yanî
Gewad bab e, zollekurd
e û daykî zanî
Piştî derbazbûna nêzî
sê mehan di ser dadgehîkirina qaziyan re, li fermandariya
artêşa Îranê grûpek ji
bo dubare dadgehîkirina qaziyan ji kesên jêrin hate
destnîşankirin:
1- Kolonel Reza
Nîko Zade (Dadger)
2- Kolonel Receb
Eta (Serokê Dadgeha Pêdaçûnê)
3- Efser Husên Sulih
Co
4- Efser Nebewî,
wek parêzer ji qaziyan re hatibû destnîşan kirin.
Li vir nûçegihan
Kiyomers dinivîsîne: Tevî ko tawanbaran (qaziyan) bi hûrî
parastin û
retkirina wan sûçan
di 114 rûpelan û di rûniştina
yekê de dabû dadgeha pêdaçûnê û
daxwaza selimandina
sûçan jî kiribû, lê belê daxwaza wan ji bo heyama sê mehan
li
Dadgeha Meydaniya
Fermandariya Artêşê hatibû
hiştin û
çawa jî li Mehabadê hatibû
girtin û morkirin,
welê bi heman awayî mabû û ti kesek ne amade bû, ne veke
û ne jî
bixwîne.
Herweha jî dema
hatina grûpa dadgehê ji Tehranê ji bo Mehabadê, tenê ev
daxwaza
xweparastina qaziyan
jî bi xwe re neanîn ji bo ko bi kêmanî di dema dubare
dadgehîkirina wan
de, ji wan re bibêjin ko em vê xweparastinê qebûl jî nakin.
Tevî ko
yên sûçdar pir ji
nivîsara ji bo xweparastinê û selimandina bêsûçiya xwe
amadekiribûn, piştrast
bûn jî, lê belê welê diyar bû ko biryara sûçbarkirina
wan her li
Tehranê hatibû girtin
û erêkirin jî.
Di berdewama nivîsa
xwe de, Kiyomers dinivîsîne:
Grûpa pêdaçûnê û
dubare dadgehîkirina qaziyan ji bal fermandariya leşkerî ve hate destnîşankirin û ji Şahê Îranê re jî hatine nasandin. Şahenşa hin şîret û raspêrî dabûn
wan ko çê nabe bi ti awayî di dadgehê de ti guman û sawîrên
wan hebin û berdewam bi riya bêtelê pêwendiya wan ya bi
fermandariya artêşê re hebe.
Em, grûpa diyarkiriya
dadgehê di 25.3.1947’ê de, me ji Tehranê ber bi Tewrêzê
û ji
wir jî ber bi Miyanduwawê
û Mehabadê ve da rê, di 28.3.1947’ê de, em gihiştin cihê
xwe û şevekê me li padgana
Mehabadê bêhna xwe da. Spêdê dadgehê dest pê kir,
despêkê Qazî Mihemed
anî û dest bi lêpirsîna wî hate kirin û sûçên wî heman
ew 12
maddeyên berê bûn
yên ko ji bal Dadgeha Leşkeriya
Meydanî ve berbirûyî wî hatibûn
kirin, Qazî Mihemed
jî tinê sê nebin, tevên din bi tundî ret kirin.
Qazî Mihemed dubare
ji bo selimandina sûçan, daxwaza belgeyan kir. Di hemû
dema
xwendina sûçan û
xweparastinê de, Qazî Mihemed pir aram û tena bû, pir
bi rêz û
hêminî bersîva pirsiyaran
dida.
Ji ber ko Qazî pir
li ser retkirina sûçan radiwestiya, dadger bi ser Qazî
de qêriya û pir
bi xeyidîn pê re
peyivî, Qazî Mihemed jî bi xeyidîn karvedana xwe nîşan da û bi
zimanê farsî ji
dadger re got: Şuma hem
xurdeyê dîgiran ra neşxwar
mîkunîd. Ango:
Hun jî dîsa heman
xwarina xelkê dicûn.
Herweha jî jê re
got: Şuma eger
dîn nedarîd û xudara hem nemîşnasîd,
îman bi hîsab
û kîtabê axîret
nedarîd, laeqel zerreî cewanmerd başîd!.
Ango: Ko ne dînê we hebe û
ne jî hun Xwedê
binasin û baweriya we ya bi hîsab û kîtaba axîretê jî
nebe, qe nebe
bila hinekî mirovantiya
we hebe.
Jê re got: We ev
hemû derew û buxtan çawa ji min re çêkirine?! eger hun rast
dibêjin, belgekê
bînin!.
Ji ber ev gotin
bi farsî sivikahiyeke mezin e, lewra qaziyê dadger pir
xeyidî û bi
mistan li serê xwe
xist û bi farsî ji Qazî Mihemed re got: Kurdan seg sifet?!. Ango:
Kurdên kûçik sîfet.
Lêbelê xeyidîn û
gefên dadger bandorek li Qazî nekir, belkî berevajî, hîn
bêtir
berbirûyî dadger
bû û jê re got: Kûçik û bêşeref
û bêrûmet hun in, ko ne ji xwe û ne
ji xelkê û ne jî
ji qanûnê re sînorekî nabînin, axir hey bêşeref, tu her dikarî biryarekê
ko wî bêşerefê din girtiye,
pêk bînî, ji vê pê ve ti şaşiyên din ji destê
te nayên, min ji
zû de û bi singê
fereh xwe ji vê yekê re amade kiriye, ko ez bêsûç im û
di riya
azadiya gelê xwe
de tême kuştin,
ez vê yekê weke dilovaniyek ji cem Xwedê ji xwe
re qebûl dikim,
ez bi vê merg û mirina merd şanazî
dikim.
Piştî qediyana gotinên
xwe, Qazî Mihemed biryar girt ko êdî ti gotinekê neke
û
bersîva ti pirsiyareke
qazî jî nede, sond xwar ko bersîvê nede û got: Ev namerd
her
çi şaşiyekê dike, bila
bike.
Dadger jî ji bo
ko Qazî Mihemed hinekî aram bibe û belkî ji biryara xwe
jî poşman
bibe, dema bêhnvedana
dadgehê ragihand û piştî bêhnvedanê
pir hewl da ko bersîva
pirsiyarên dadger
kolonel Nîkozad bide, lê belê Qazî Mihemed got: Niha biryar
ew e
ko ez bême bidarvekirin,
ev jî ji bo wê soz û peymanê ye, ya ko min daye gelê xwe,
min biryar girtiye
bi gelê xwe re, ji gelê xwe re bijîm û jê re bimirim jî,
niha ezê çawa
amade bim soz û
sondeke ko min xwariye bişkênim,
ji ber wê hemû bêşerefiya
kolonel ko xwe kiriye
dadger, eger kesekî din ji min bipirse, eger na, ez ne
amade
me bersîva wî bidim.
Dema ko xuya bû
Qazî Mihemed ne amade ye bipeyive, grûpa dadgehê di nava
xwe
de kete şêwirê, neçar ma
biryar girt di dewsa kolonel Nîkozad de, kolonel Receb
Etayî ko serokê
dadgehê bû, bû dadgerê dadgehê.
Pirsiyar dubare
ji ya yekemîn ve dest pê kir, Qazî Mihemed jî tev pirsiyarên
ko berê
ret kiribûn, dîsa
jî ret kirin. Di bersîva wê pirsiyarê de ka çima bê axaftina
bi
hukûmeta navendî
re bondên bazirganiya petrolê bi Rûsya re mor kirine?
Qazî
Mihemed keniya û
got:
Kîjan petrol, kîjan
bîr û kompanyaya petrolê li ber destê me bûye ji bo ko
em bazirganiyê pê bikin?, seyr e!, eger hun dixwazin bi
narewayî sûç û tawanan bidin pal me, sûç û tawanên welê
ji me re çêkin ko bi kêmanî hinekî beraqil bin. Heye ko
hun ava vî çemê di Mehabadê re derbaz bide, bi petrol
bihesibînin, bi rastî jî we pir bi nezanî û bêserûberî
ev sûç ji me re çêkirine, ko ti bingehekî ji wan jî nîne.
Herweha di bersîva
wê pirsiyarê de ko Qazî Mihemed rê daye, yan jî daxwaz
kiriye ko
biyaniyên mîna Mela
Mistefa têkevin axa Îranê, Qazî Mihemed dîsa mîna sê mehan
berê bersîva vê
pirsiyarê jî da û got:
Mela Mistefa li
Kurdistanê ne biyanî bû, Kurdistan mala her kurdekî ye,
kes wa lê nekiribû ko ew bête vê derê, rewşê wa
kiribû ko ew bêt, ango ji beşeke mala
xwe hatiye beşeke din
ya mala xwe û wesselam…
Ca kolonel Etayî
yek bi yek dîsa pirsiyar dikirin û Qazî Mihemed jî her
wek berê,
dubare sûç ret dikirin.
Wê demê kolonel Nîkozad ko dadger bû û Qazî Mihemed pir
bi
tundî li hemberî
wî derketibû, mîna mar xwe dixwar, perçek qumaş ko rengê wî sor,
spî û kesk bû û
çakuç û dasek li ser hatibû nîgarkirin, ji çanteya xwe
derxist û ji Qazî
Mihemed re got:
Ma qey ev ne hemû
hukûmet û ala û teşkîlata we ye?!
Kolonel tifî ala
kir û xiste bin lingê xwe û pê lê kir!!
Qazî Mihemed li
hember vî karê kolonel got:
Pêşiyê ev
qed ne ala Kurdistanê ye, ji ber li ser ala me çakuç û
das nîne, ya din jî ev reftara we nîşana kêmaqilî û bêrûmetiya te ye, piştrast
bin destê we nagîje ala Kurdistanê ko hun wî bêhurmet
bikin, rojek jî tê li ser vî xaniyê ko tê de têm dadgehîkirin,
dê ew ala bête hildan û li ser biheje. Min ala Kurdistanê
raspariye Mela Mistefayê Barzanî û li ser milê xwe, ji
vî çiyayî ji bo çiyayê han, ji vî bajarî ji bo bajarê
han, û ji vî welatî ji bo welatê han dibe, heta rojekê
li ser hemû bilindahiyên Kurdistanê tête hildan û diheje,
piştrast bin ew roj dê bêt.
Ca kolonel ji Qazî
Mihemed daxwaz kir ko tevî pirs ji derveyî rojeva dadgehê
ye jî, lê
belê eger ko çê bibe ji wan
re qala hin xweserî û reftara Mela Mistefa Barzanî bike?!
Çi wek bawerî û
dîtinên wî, û çi jî wek reftar û sinca Barzanî bi xwe,
lê belê bê
demargirjî.
Qazî Mihemed got:
Dev ji Mela Mistefa
Barzanî berde, te bi xwe jî got, Mela Mistefa kesekî biyanî
ye û ev ji derveyî rojeva dadgehê ye.
Lê belê kolonel
dîsa daxwaz jê kir..
Qazî Mihemed got:
Eger ko bi
dirustî ji te re qala Mela Mistefa bikim, heye ko bibêjî
alîdarî û evîn û demargirjiya kurdan ez girtime.
Kolonel Eta jê re
sond xwar ko ew ji rastgoyiya wî bawer dike.
Wî jê re got:
Her di vê dadgehê
de, ji min re xuya bûye ko her tiştê te gotiye û dibêjî, te ji kûrahiya
dilê xwe û bi bawer gotiye.
Ca Qazî Mihemed
got:
Ez nikarim ji we
re qala hemû xweseriyên Barzanî bikim, hun jî qed nikarin
Barzanî bi dirustî binasin, eger ko ez jî bêjim, hun qed
napejirînin ko dujminê xwe bi van hemû kar û xweseriyên
baş
û bedew binasin û yekî weha di rêza
dujminatiya we de be.
Dadger daxwaz kir
ko li gor agahdariyên xwe, Mela Mistefa ji wan re bide
nasandin,
her tiştê di derbarê wî
de dizane, bibêje.
Qazî Mihemed dîsa
tekez kir û got:
Ne ez û ne jî kesek
din nikare Barzanî weke ko çawa heye, ji we re bide nasandin,
dixwazim em dev ji vê yekê berdin.
Lê belê dîsa jê
xwest ko ji wan re bibêje. Qazî Mihemed jî got:
Baş e, lê belê ez bi
tenê dikarim di hin hevokan de bêjim, çi zelamînî û keramet
û şerafet û mirovantî
û egîdî û merdî û sexawet û mêrînî û netirsiya kesên mezinên
di dîrokê de heye, tev li cem Mela Mistefa hene, bawerî
û rastî û pakî û dilsoziya ji Xwedê û ol û xelkê hejar
û
damayê gel re, yên
di despêka Îslamê de hebûne, ev hemû li cem Barzanî hene.
Mîna ko Sadî dibêje: Her ançê hemê darend, û bê tenha dared. Ango:
Yê ko li cem teva bi hev re heye, hemû bi tinê li cem
wî hene. Ca hun dixwazin bawer bikin û bila li we xweş bêt, dixwazin jî
bila li we nexweş bêt.
Tevên ko li dadgehê
bûn, ji vê pesna Qazî Mihemed hêbetî man. Qazî Mihemed
dixuyî
ko ev hemû gotin
ji kûrahiya dilê xwe û bi bawer digotin û ti sawîr û guman
nebûn ko
pesna dida Mela
Mistefa, ne ji bo xatirê şabûna
Mela Mistefa û ne jî ji ber xatirê
grûpa dadgehê bû.
Etayî jê pirsî:
Ev hemû xeyidîna
we ya ji cenabê kolonel Nîkozad çima bû?! Ji ber me
bihîstiye ko li
vî welatî mîna te hêmin, aram û liserxwe nîne?!.
Qazî Mihemed got:
Ez wî mafî nadim
ti kesî ko sivikahiyê bi gelê min bike, niha ji bona gelê
min cezayê bidarvekirinê li min hatiye birîn, niha ez
ji bo xatirê çi amade bim sivikahiya her xwêrî û nemerdekî
qebûl bikim û min bi tinê bersîva wî daye, ne bêtir, ev
karê Xwedê ye ko divê xwêrî û bêserûlingek bêt sivikahiyê
bi gelê kurd bike, ne ji hêjayî û lêzaniya wî ye. Ca ez
çi dixwazim ko her bêhurmetiyekê qebûl bikim?! Her wek helbestvanê
fars Sadî dibêje: Her an kes dest ez can bişûyed, her ançi der dil dared bigûyed. Ango: Her kesê
ko dev ji canê xwe berde, divê ko her tiştê di dilê wî de ye, bibêje. Eger
ko ez ne wek bênezaketî dibînim, hê jî di dilê min de
tiştê ko min bigota
pir e, niha tiştê ko min ji Xwedê hêvî dikir, Xwedê ew
daye min, ango merg û şehîdbûna ji bona ol û gelê xwe û hêvîxwaz
im ko ez bi rûkî sor biçim bargehê Xwedayê mezin û dilovan.
Dawiya dadgehîkirinê
sûçek din jî da pal Qazî ko xudêgiravî ev malika helbestê:
Hemê serbiser poşt bi duşmen dehîm, ez an bê kê xudra bi kuşten dehîm.
Ango: Em hemû pişta xwe bidin dujmin,
ji wê baştir e ko em yekî
xwe bidin kuştin. Ji
hejmareke efser
û kadroyên Komarê re xwendiye û wan jî kiriye paroleya
xwe. Lê
belê Qazî Mihemed
got:
Cara pêşî ye ez vê helbestê
dibihîzim.
Piştre dadger bi xwe
got: Na na, Sedrî Qazî (Ebulqasim Sedrî Qazî) ev helbest
gotiye
û Qazî Mihemed helbestek
din ji hêza çekdara Komara Kurdistanê re gotiye û tê de
dibêje: Artêş û hukûmeta Îranê
wek malika helbesta: Pîremerdî zinezh mînalîd,
pîrezen sendeliyiş hem mîmalîd. Ango: Kalek ji
kul û derdê xwe dinaliya, pîreka
wî jî kursiya wî
dimalî.
Efser Kiyomers Salih
piştî karkinarbûnê,
di jêrnivîsa kovareke din de dinivîsîne:
Dema ko ez nûçegihanê
Mehnameya artêşê bûm, ez wek nûçegihan
tevlî piraniya
dadgehên meydanî
û leşkerî û bedewî bû
me, lê belê min qed ti carî kesekî bi qasî
Qazî Mihemed bi
cerg û wêrek nediye, di dema dadgehîkirinê de qed netirsiya
bû û
pir bi bêminetî
dipeyivî û bersîva pirsiyaran dida, weke ko di rêwresmên
cejn û
şahiyekê de rûniştibe, welê bû.
Her di derbarê dadgehîkirina
cara duyemîn ya Qazî Mihemed de, Kiyomers Salih di
Mahnameya xwe de
dinivîsîne ko wî hemû serpêhatî û bûyerên dadgehîkirinê,
wek ko
çawa bûne nivîsandine
û welê diyar e her bi sedema vê yekê jî bû, dawiyê bi
sûça
eşkerekirina nepeniyên leşkerî û dijî ewlekariyê,
Mehnameya wî nehatiye
belavkirin û efser
Kiyomers jî daye dadgehê.
Efser Kiyomers herweha
jî berdewam dibe û dinivîsîne:
Dema ko kolonel
Nîkozad sivikahî bi Qazî Mihemed û gelê kurd kir û Qazî
Mihemed jî pir bi tundî bersîva wî da, Qazî Mihemed got:
Pêşiyên me, pir ji
me baştir hun dinasîbûn,
Xwedê li wî helbestvanî xweş
bibe yê ko dibêje:
…….
Efser Kiyomers Salih
dibêje:
Helbestek pir bi
mane û bilind û germ bû, ko bi farsî xwend û rih û rîşalên ecem û şîeyan derdixist. Min dixwest wê helbestê
binivîsînim û bizanibim ka helbesta kê ye, lê belê dem
dema dadgehîkirinê bû, min nedikaribû dîsa helbestê pê
bidim dubarekirin. Qazî Mihemed piştî xwendina helbestê got: Hun weha nîşanî me dane û ji
me re nasandine, hezar rehmet li wan bin.
Kolonel Eta dîsa
ji Qazî pirsiyar kir:
Ji dema ko Mela
Mistefa ji vê derê çûye, çi pêwendiyên we pê re hebûne,
eger hebûne, kîjan rojê û çawa bûye?.
Qazî Mihemed got:
Heta Barzanî gihiştibû derdorên Şino û Nexedê jî,
pêwendiyên me
bi hev re hebûn,
lê belê ji dema ko ew dûr ketiye, ti pêwendiyên me nemane
û haya
min jê nîne.
Dîsa jê pirsî:
Erê hun dikarin
bibêjin ka dema pêwendiya we bi Mela Mistefa re hebû,
Mela Mistefa çi raspariye we? çi nexşeyên wî yên ji bo
rizgarkirina te hebûn?!
Di bersîvê de Qazî
Mihemed got:
Mela Mistefa Barzanî
pir hewl da ko ez pê re biçim, heta hê neketibûm girtîgehê,
ji min re got ko ez dilê xwe bi bêsûçiya xwe xweş nekim.
Mela Mistefa wêneyê rastîneyê we eceman ji min re kişand û ez têgihandim ka hun çawa û çi û
kî ne!.
Kolonel Eta jê pirsî:
Hun dikarin ji me
re bêjin ka wêneyê me yê wî ji te re kişandibû,
çi û çawa bû?
Qazî Mihemed got:
Bi rastî jî wî ji
her kesî baştir hun nasîne.
Mela Mistefa ji min re got ko ti gel û milet ne wek eceman
in, dema ko desthilata eceman hebe, kesên ji wan bêdilovanî,
bêwijdan û zalimtir nîne, lê belê eger bindest bûn, kes
wek wan nikare xwe mezlûm bike û bikeve hêvîkirinê, di
dema hêzê de her çi yê ji destê wan tê dikin, di dema
bê desthilatiyê de jî bi her çi awayî rizgar bibin, dikin
û dibêjin, ca tu li benda wê yekê nemîne ko te ti sûç
nekirine û ecem dê li te biborin.
Dîsan kolonel Eta
jê pirsî:
Tu ne poşman î ko tu pê re
neçû yî?!.
Qazî Mihemed bersîv
da û got:
Eger ko Xwedayê
mezin vî awayê mirina min weke xwehîlakkirin qebûl neke,
na ez ne poşman im, ji ber min
soz dabû gelê kurd ko ez bi wan re bijîm û ji bona wan
bimirim. Min dizanîbû eger ko ez biçûma û neketama destê
we, piştrast im
we dê pir kes ji xelkê Mehabadê û gelê kurd ji tolhildana
min bikuşta, ca lewra yekem,
şam e ko ez bêsûç
tême kuştin, û duyem jî,
li soza xwe xwedî derketim û hêvîxwaz im rûsorê dinya
û qiyametê û yê cem Xwedê û gelê xwe bim.
Pirsiyar:
Erê dema ko tu di
girtîgehê de bû yî, ti nexşe û plan,
yan tiştên din yên Barzanî
yên li derveyî Mehabdê ji bo rizgarkirina te hebûn?.
Qazî Mihemed got:
Belê, Barzanî xeber
da min ko her şeveke ez bibêjim, ew dikare hejmareke mezin
ya pêşmergeyên xwe bişîne û têkevin padganê
û bi her awayî be min ji girtîgehê rizgar bikin, Mela
Mistefa pir dixwest ko ez li girtîgehê nemînim û neyêm
kuştin.
Pirsiyar:
Lê wî çima ev yek
nekir?
Bersîv:
Min bi xwe nexwest!
Pirsiyar:
Çima, tu çima ne
amade bû yî rizgar bibî?!
Qazî Mihemed bersîv
da:
Ji ber hin sedeman.
Kolonel Etayî pirsiyar
kir:
Sedem çi bûn?
Qazî Mihemed got:
Di serî de, ji ber
wan soz û peymanan bû yên ko min gotin, duyem jî ji bo
wê yekê bû ko xwîna bêtir neyête rêtin, bi taybetî ji
bona mana min, ez bêtir perîşanê kuşt û kuştarê bûm.
Kolonel Eta got:
Bi rastî jî tu perîşanê xwe,
yan barzaniyan, yan jî tu perîşanê serbazên
me bû yî?!
Qazî Mihemed got:
Na wella ez ne perîşanê xwe
û ne jî yê serbazên we bûm, belkî ez perîşanê kurdan
û xortên barzaniyan bûm, eger na, min ev yek ji xwe re
daniye û min dizanîbû ezê her bême kuştin û
ev hêviya min e jî.
Kolonel Etayî:
Tu dikarî ji me
re bêjî ka çima ev qas perêşanê barzaniyan
î?!
Qazî Mihemed:
Ji ber hin sedeman!!
Kolonel Eta:
Ew sedem çi ne?!
Qazî Mihemed:
Ji ber Mela Mistefa
û barzanî hêviya paşeroja gelê kurd
in û min jî ala Kurdistanê raspariye wan, ewê vê alayê
biparêzin, heta roja wî têt, ala Kurdistanê li cem wan
e, ne yê ko kolonel Nîkozad tif lê kir û xiste bin lingê
xwe, hêviya min ji Xwedê ew e ko rojek bêt ew ala bi destê
bikare û bihêzê Barzanî li ser vî xaniyê ko niha ez tê
de têm dadgehîkirin û herweha jî li tev bilindahiyên Kurdistanê
bête hildan.
Kolonel Eta:
Pirsiyara dawî,
erê bi rastî jî tu bi xwe neçûyî, yan Mela Mistefa tu
bi xwe re nebirî û nedixwest tu bi wî re biçî?!
Qazî Mihemed:
Welê diyar e hun
ji gotinên ez dibêjim bawer nakin?!
Kolonel Eta: Na,
dixwazim tu ji min re rastiyê bibêjî?
Qazî Mihemed:
Ji te re dibêjim,
tu jî sivikahiyê nekî, yanî çi rastiyê ji te re bibêjim,
ev tê çi maneyê?!.. Na, ezê kû ve biçim, vira axa Kurdistanê
ye, bav û kalên min li vira jiyane, xwe ne ez Pîşewerî yê jinsîfet
im ko welat û gelê xwe bihêlim û birevim?!..
Kolonel Eta, ji
tirsa ne wek ko Qazî Mihemed dubare bixeyide û mîna Nîkozad
wî jî
riswa bike, zû daxwaza
lêborînê kir û sond xwar ko niyaza wî ne sivikahîkirin
bû, lê
belê axaftinek bû
û hate gotin.
Qazî Mihemed:
Eger ko min
axaftinek gotibe û li we xweş
hatibe, mebesta min ne ew bûye ko
dilê we xweş bikim,
min bi tinê rastî gotiye.
Kolonel Eta:
Bi rastî jî ez dixwazim
tu bersîva vê pirsiyara min bidî, ko tu ev qas hogirê
gel û welatê xwe yî, çima û çawa bû te rê da biyaniyan
têkevin vî welatî û bibin serbazên gelê te?!
Qazî Mihemed:
Hun ev qas vê gotinê
dubare dikin, welê diyar e merema we hêzên rûs û îngilîzan
e?
Serheg Eta:
Na, merema min Mela
Mistefa Barzanî ye!
Qazî Mihemed bi
ken got:
Demek e min bersîva
vê pirsiyara we daye, dubarekirina wê ne gerek e, min
ji we re got ko ne min û ne jî biyaniyan û ne jî kurdan,
Barzanî ne aniye, Mela Mistefa kurd e û Kurdistan mala her kurdekî
ye. Mela Mistefa weke mirovek ji beşeke mala xwe, hatiye beşeke din,
mafê her kesî jî heye ko li her cih û kuncekê milk û mala
xwe bijî û ev mafê wî ye, baş baş
bizanin min bi xwe nexwest biçim,
eger na çendîn otomobîl li ber destê min bûn, her dema
ko min bixwesta, min dikaribû ji axa Îranê derkevim, min
pir jî baş
encama vî karê xwe dizanî, min hun
pir baş dinasîn,
her weke ko Barzanî jî digot, di dema zelîliyê de, kes
nikare mîna we bikeve hêvîkirinê û mezlûmiyeta xwe nîşan bide, lê belê di dema desthilatdariyê
de, ti kesên ji eceman zalimtir û bêdilovanîtir û serhişktir
û dilreştir nîne.
Bi vî awayî dadgehîkirina
Qazî Mihemed qediya. Ca dora Mihemed Husên Xanê Seyfî
Qazî hat û pir bi
heybet û aram û bi
wêrekî kete hundir û te digot qey ev ne dadgeh
e jî.
Kolonel Nîkozad
dîsa kete cihê xwe yê fermî û rûyê xwe da Seyfî Qazî û
dest bi
pirsiyran kir. Pirsiyar:
Tu çawa bûye wezîrê
ceng û te çima ev berpirsiyariya pembeyî wergirt û merema
te ji vî karî çi bû?!
Seyfî Qazî:
Min bi şanazî
ev erk wergirt û merema min xizmeta gelê min bû û tiştek din na.
Nîkozad:
Merema te xizmet
bû, yan jî te dixwest bi riya berpirsiyariyê diravan bidî
hev û pê bijî?
Seyfî Qazî bi ken:
Kolonel, meger tu
bi xwe jî min nanasî, ji bilî ko min ev yek ji bona
diravan nekiriye,
min bi qasî 2 milyon tumenan jî ji gel û komara Kurdistanê
re
mezaxtiye ko dirav
û malê min yê taybetî û kesane bû. Kolonel welê diyar
e ji bilî ko
tu tiştekî di derbarê
min de nizanî, tu herweha tiştekî
ew qas di derbarê sinq û tîtalên
dadgehê de jî nizanî!
Li vir, ji ber kolonel
hê jî ji gotinên Qazî Mihemed xeyidî û dilpir bû û hest
bi şkestin û
dorandinê dikir,
dixwest behanan ji Seyfî Qazî re derxe û xwe bixeyidîne,
lê belê
Seyfî Qazî hoşdarî
dayê û jê re got:
Me êdî dev ji jiyan
û mala xwe berdaye û eger tu yek misqal bêedebî û cesaretê
bikî, ez ne wek Qazî me ko her bi gotin û sixêfan dev
ji te berdim. Mista xwe kire girê û nîşanî kolonel da û
got:
Ezê bi vê mistê,
ser û guh û dev û diranên te bişkênim,
ma qey ji mirinê pê ve ko hêviya me ye, tiştek din heye?! we ji me re milyonek derew
û buxtan û gotinên kirêt û tiştên din,
tiştên din
yên bêmane çêkirine, ca hun dixwazin ko şaşî û namaqûliyên
bêtir jî bikin!. Ti bingehekî derew û buxtanên ko we ji
me re çêkirine nîne, lê belê ez li vir didim xuyakirin
ko ez wan hemû derew û buxtanan bi şanazî li ser xwe
qebûl dikim û êdî ez ne amade me
bersîva we bidim.
Bi vî awayî dawî
li dadgeha Seyfî Qazî jî hat. Ca dor giha Ebulqasim Sedrî
Qazî û ew jî
anî ber dadger û
yekem pirsiyara ko li wî kir ew bû:
Erê merema we ji
wê nameyê çi bû ya ko we ji Qazî Mihemed re nivîsandibû
û daxwaz kiribû ko heta alîkarî digîje wan, xwe bigirin?!.
Sedrî Qazî got:
Qed tiştek welê çênebûye
û ger welê ye, kerem bikin nîşan bidin!.
Ca dadger got:
Ew çi helbest e
te ji Barzanî re nivîsandiye?
Sedrî Qazî got:
Belê min helbest
nivîsandiye, min ji Barzanî hez kiriye û min jê re helbest
nivîsandiye.
Dadger dubare jê
pirsî:
Erê alîkariya te
gotibû, berê jî hatibû kirin, yan ev cara yekemîn bû ko
ji bal biyaniyan ve alîkarî bi we re bihata kirin?!!
Sedrî Qazî dîsa
jî got:
Ez ret dikim ko
tiştekî
weha çê nebûye.
Dadger got:
Hun çima li Tewrêzê
bi Pîşewerî
re civiyan û we gotûbêj bi Nemaz Elîyof yê fermandarê
leşkerî yê rûsî li
Miyanuwawê re kiriye û hatin-çûyîna Alxander li Meraxê
û kunsulê Rûsya li Ormiyê kiriye û we bi wan re rûniştin û
civîn çê kirine?!
Ebulqasim got:
Ev pêwîstiyên rojê
bûn.
Dadger got:
Ev kar sîxuriya
ji rûsan re bû.
Lê belê Ebulqasim
Sedrî Qazî ev dîtina wî ret kir û got:
Sîxurî ji kê re,
çima çi li welatê me heye ko weke çawa heye rûsan nedîtibe,
tiştek,
cihek heye ko rûs bi xwe neçûbin wir.
Ca dadger navê hin
nameyên din jî anî ko xudêgiravî wî weha û weha nivîsandine.
Ebulqasim got:
Min her tiştek ji
her cihekî re nivîsandibe, min kopiyeke wê li cem xwe
hiştiye, hêvî ye dosyaya
me bişînin Tehranê, name û belgenameyên min tev
li wir in, dê baştir zelal bibe ka min çi û ji kê re nivîsandiye.
Bi vî awayî dubare
dadgehîkirina hersê qaziyan jî qediya, desteka dadgehê
dubare
kete giftûgo û gengeşê, bervajî dadgehîkirina din ya meydanî,
ko di kêmtirî nîv seetê
de dawî li şêwira
xwe anî bû û biryara xwe girtibû, vê carê biryar girtina
grûpa dubare
dadgehîkirinê bêtirî
10 seetan berdewam bû, di wê heyamê de pêwendiya bêtelê
di
nêvbera Mehabadê
û Tehranê de berdewam bû, heta seet 12’ê nîva şevê biryar girt
û cezayê bidarvekirinê
li hersê qaziyan birî û pir bi lez jî ev biryar gihande
Tehranê.
Ti kesî ji Qazî
Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî û ji me jî, me ji biryara
Tehranê fêm
nedikir, lê belê
dema ko me didît reng û sîmayê fermandarê leşkerî pir hatiye
guhertin û destên
wî dilerizin û bi lez bi bêtelê mijûlî pêwendîkirina bi
Tehranê re ye,
em pê hesiyan ko
biryara herî giran di derheqa wan de hatiye girtin.
Biryar welê bû ko
wê şevê bi tinê nîv seetê pêwendiya bêtelê
bi Tehranê re hebe, lê
belê wê şevê welê
diyar bû ko fermandariya arteşê û Derbara Şah jî heta berê
sibê li
benda encama dawiyê
ya dadgehê mabûn.
Ya rast ew e ko
dadgeha pêdaçûnê jî heman sûçên dadgeha meydaniya berê
dubare
kirin û ji bo sûçan
jî belgeyên pêwîst ne anîn, ti girîngî jî neda retkirina
tawanbaran
(qaziyan) û biryara
bidarvekirina hersêyan jî pejirand.
Êdî kar hate kirin
ji bo ko cihekî nava bajar bibînin da ko li wir darê sêdarê
hilêxin,
welê diyar bû fermandarê
leşkerî zûtir, beriya biryara dadegehê bête
girtin jî, rojek
berê xaniyê ko li
Çarçira ye û hin qatên wî hene, destnîşan kiribû, ango her ji serî
de cihê bidarvekirinê
ji wan re destnîşan kiribû, fermandar got:
Me cihê pêwîst amade
kiriye.
Di nava otomobîlan
de, li benda destûra birêketinê bûn, lê belê ji Tehranê
biryar
hatibû girtin ko
xudêgiravî ji bo tirsandina xelkê kurd û ji bo ko pend
û îbretan jê
bigirin, li meydana
Çarçira ya nîva bajarê Mehabadê bêne bidarvekirin. Fermandarê
Mehabadê di dema
hatina grûpa dadgehê de ji bo Mehabadê, xaniyê ko li meydana
Çarçira bû, ji rûniştvanên
wê vala kiribû, xaniyê ko sê qatên wî hebûn, hersê qatên
wî bi behaneya ko
bi şev dê efserên çavdêriya bajar lê bimînin
ji rûniştvanan vala
kiribûn, sê deriyên
xanî hebûn ko yek ji meydanê re û yê din ji derveyî meydanê
re
dihate vekirin û
yê sêyê jî ji hewşeke piçûk ya xanî re vedibû.
Destûra birina Qazî
Mihemed ya ber bi meydanê ve hate dayîn, dema ko otomobîl
gihişte ber
deriyê xaniyê li meydana Çarçira, Qazî Mihemed pirsiyar
kir:
Çima divê ez li
vir peya bibim?!
Yê efser jê re got:
Rêwîtiya te dê ji
vir ber bi Tehranê ve bête organîzekirin û hin pirsiyar
mane ko dê li vir li te bêne kirin.
Qazî Mihemed ji
otomomobîlê daket, dema ko kete nav wê qerebalixiyê, dît
ko
dadger kolonel Nîkozad
û melayekî kurdewarî û hin serbazên çekdar di odeyê de
ne,
herweha maseke mezin
û Qur’anek jî li ser maseyê heye, û serokê tendirustiyê
ko nû
ji Tehranê hatibû
Mehabadê, tev li wir in. Di wê odeyê û di cih de Qazî
zanibû ko
çûyîna wan ya Tehranê
derew e û ew bi xapandin aniye Çarçirayê.
Dadger Nîkozad dest
bi xwendina cezayê dadgehê kir û ew têgihand ko her niha
divê
ev ceza pêk bêt.
Ji Qazî Mihemed re got:
Eger ko wesyeteke
te heye, bibêje yan jî binivîsîne.
Qazî Mihemed pir
bi gurcî û çelengî cihê xwe yê li pişt maseyê
girt û dest bi nivîsandina wesyetnamê kir, heta çend rûpel
nivîsand, piştre welê
dixuyî ko westiya ye, lewra ji meleyê Mehabadî re got:
Were ez dibêjim,
tu binivîsîne.
Qazî Mihemed pir
bi zelalî digot û pê dida nivîsandin. Got:
Binivîsîne bila
filan erd û filan cih û filan der... ji bo mizgeftê û
dibistanê û nexoşaxanê be, da ko
ji bo ji gelê kurd, nivşên paşerojê
mifa jê bigirin. Şîretên
yekbûn û bihevrejiyanê û evînê li kurdan kir. Dema ko
dawî li wesyetnameya wî hat, dest bi xwendina nimêjê kir.
Ji
xwedê tobe û hêvî
dixwest. Vê yekê nêzî du seet û nîvan dem derbaz kir,
dadger ji
derbazbûna vê hemû
dema dûr û dirêj xeyidî, ew ji bo vegera Tehranê bi lez
bû.
Piştî ko Qazî Mihemed
wesyetnameya xwe nivîsand û nimêj û hêvîkirina ji Xwedê
qedand, daxwaz kir
ko rê bidin wesyet û şîretan
ji xelkê kurd re binivîsîne. Dadger rê
dayê. Dawxaza xame
û kaxezan kir, jê re anî, her ji bo ko dadger kolonel
Nîkozad û
tevên li wir jî
bibihîzin û fêm bikin, ji mele re got:
Were binivîsîne,
ez çi ji te re dibêjim, tu her wê binivîsîne.
Mele got:
Qurban ez çi binivîsînim?,
bila ez bizanim ka tiştê tu dixwazî binivîsînim, dê
dadger riyê bide
te?!.
Qazî Miheemd xeyidî
û got:
Dadger kî ye ko
rê bide, yan nede min ka ez dixwazim çi bêjim?!.
Li vir Kiyomers
Salih dinivîsîne:
Qazî Mihemed ew
tişt bi
farsî digotin û ji mele re digot, tu bi kurdî binivîsîne.
Mele got:
Qurban ez nizanim
bi kurdî binivîsînim.
Qazî Mihemed xeyidî
got:
Ev jî yeke din ji
bextreşiyên gelê kurd e.
Di berdewama vê
mijarê de Kiyomers Salih dinivîsîne:
Ca Qazî Mihemed
dubare bi xwe dest bi nivîsandina wesyetnameya xwe kir
û bi awayê li jêr û bi destxetekî pir bedew nivîsand:
Bi navê Xwedayê
mezin û dilovan.
Gelê min yê kur
û birayên min yên hêja, birayên min yên parxwarî, gelê
min yê zorlêkirî, va me ez di gavên herî dawî yên jiyana
xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dujminatiya hev
mekin û pişta hev bigirin,
li hember dujminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dujminan, dujmin her ew qas we dixwaze
heta karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî nake,
di her derfetekê de be, qed li we nabore. Dujminên gelê
kurd pir in, zordest û bêdilovanî ne, sembola serketina
her gel û netewekê, hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e.
Her gelê ko yekîtî û tebayiya wî nebe, ewê hertim di bin
destê dujmin de bimîne, ti tiştê we gelê kurd
ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e, belkî hun bi
mêranî û egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ko rizgar bûne,
li pêştir in jî.
Gelên ko ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne,
mîna we ne, lê belê yekîtiya yên xwe rizgar kiriye hebûye,
bila hun jî mîna tev gelên li ser rûyê erdê, êdî bindest
nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina
ji dujminan re, li dijî neteweya me, hun dikarin rizgar
bibin.
Birayên min, êdî
bi dujminan meyên mexapin, dujminên kurdan ji her reng
û grûp û
netewekê bin, her
dujmin in, bêdiolavanî ne, bê wijdan in û rehmê bi we
nakin, dê we bi hevdu bidin kuştin,
dê we temah bikin û bi derew û xapan, dê we berengarî
hev bikin. Ji dujminên gelê kurd tevan, dujminê ecem ji
tevan zalimtir û mel’ûntir û Xwedênenastir û bêdilovanîtir
e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê kurd naparêze,
bi dirêjahiya dîrokê bi gelê kurd re xerez û kîna wî ya
kevnar hebûye û heye jî. Temaşa bikin, binêrin
tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Şikak, heta Cewher Axayê birayê wî û Hemze
Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapan
aram kirin û xelk ji pişt wan
vekir, ca pir bi nemerdî ew kuştin.
Ew tev bi sond û Qur’anê xapandin ko xudêgiravî niyaza
eceman ya xêrê bi wan re heye û dê qenciyê bi wan re bikin,
lê belê her xweşbawer e û bi sond û sozên eceman hatiye
xapandin û jê bawer kiriye. Heta niha bi dirêjiya dîrokê
kes nedîtiye bi tinê carekê jî ecem li sond û sozên xwe
xwedî derketibin û ehdên dane kurdan pêkbînin, hemû derew
û xap bûn. Ca va ye ez wek birayekî we yê piçûk, di riya
Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim, hev bigirin
û ti carî pişta hev ber medin,
piştrast
bin eger ko ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê.
Bi sond û sozên derewên eceman mexapin. Eger ko hezar
carî jî dest li Qur’ana pîroz bixin û soz jî bidin we,
bi tinê niyaza wan xapandina we ye, ji bo ko hîlekî li
we bikin. Va me ez di demên dawî yên jiyana xwe de me,
ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedayê mezin, ez we şîret
dikim ko ya ji destê min hat, bi ser û can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast, min ji we re xemsarî
nekiriye, niha jî di vê dem û rewşê de,
dîsa ji we re dibêjim ko êdî bi eceman mexapin û ji sond
û destlêxistina wan ya li Quranê û ehd û peymanên wan
bawer mekin, ji ber ko ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê
û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin.
Li cem wan bi tinê ji ber ko hun kurd in, bila hun misilman
jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in,
ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl
dikin. Soza min ne ew bû ko ez biçim û we di destê van
dujminên dilreş
de bihêlim,
min pir caran jî raborî û zilamên me yên mezin dihizirandin,
zilamên me yên ko eceman bi xap û sond û derew û hîleyan
ew girtine û kuştine, neçar bi derew û hîle ew xapandine,
kuştine.
Ew tev li bîra min bûn û ti carî jî min ji eceman bawer
nekiriye, lê belê beriya ko vegerin vir, çendîn caran
gotin û raspêrî bi name û bi şandina kesên navdêrên
kurd û fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar zêde û mezin
ko niyaza xêrê ya dewleta ecem û Şah bi
xwe jî heye û ne amade ne ko bi tinê dilopeke xwînê jî
li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama
sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira
û xwe nefirotina hukûmeta ecem, weha nedihate serê me
û we, û komara me jî.
Şîret û wesyeta min
ew e, bila zarokên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din
ne kêmtir e, bi
tinê xwendin nebe, bixwînin ji bo ko hun ji karwanê gelan
paş ve
nemînin û her xwendin
çeka kujeka dujminan e. Piştrast
bin û bizanin eger ko tebayî
û yekbûn û xwendina
we baş
be, hunê
pir baş
bi ser
dujminê xwe de serbikevin jî. Çê
nabe bi kuştina min û bi kuştina
bira û pismamên min, çavê we bitirse, heta hun digîjin
hêvî û armancên xwe, divê hun hê jî pir kesên din yên
mîna me, di vê riyê de gorî bikin.
Piştrast im piştî me pir kesên
din jî her dê bi xap û durûtiyê ji holê bêne rakirin.
Piştrast im pir kesên
ko dê piştî me
jî bikevin xapên eceman, dê ji me zanatir û hêjatir jî
bin, lê belê hêvîdar im kuştina
me ji dilsozên gelê kurd re bibe pend û îbret.
Wesyeteke din ya
min ji we re ew e, daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya
gel
kir, alîkarê we
gel be, piştrast
im Xwedayê mezin dê we bi ser xîne û dê alîkariya we
bike. Heye ko hun
bibêjin: Lê çima ez serneketim?! Di bersîvê de dibêjim:
Bi Xwedê
kim, ez serketî
me, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê mezintir e ko
va me ez niha
di riya gel û welatê
xwe de, ser û mal û canê xwe didim, bawer bikin min pir
ji dil
dixwest eger ko
ez mirim bi mirinekê bimirim ko di hizûra Xwedê û resûlê
Xwedê û
gel û welatê xwe
de, rûsor bim, ji min re ev serketin e.
Xweştiviyên min, Kurdistan
mala her kurdekî ye, her wek di malê de, endamên malê
her kesê ji her
karekî dizane, wî karî dispêrin wî, êdî mafê ti kesî nîne
ko hesûdiyê pê
bibe, Kurdistan
jî her ew mal e, eger ko we zanî kesek li vê malê dikare
karekî bike,
dev jê berdin bila
bike. Êdî çê nabe hun keviran derxin ser riya wî û çê
nabe dilê we ji
wê yekê biêşe ko berpirsiyariyên
mezin di destê yekî ji we de hene, eger ko karên
mezin ketin ser
milê yekî û ew kar bi rê ve bir, welê diyar e jê dizane
û
berpirsiyariyên
wî yên mezin jî li hember wê erkê hene. Piştrast be birayê te yê kurd
her ji dujminê dilbikîn
baştir e
û eger ko berpirsiyariyên mezin li ser milê min
nebûna, niha ez
di bin darê sêdarê de nedirawestiyam, lewra jî çê nabe
hun bi hev re
temahkar bin.
Yên ko fermanên
me pêk neanîn, ne her bi tinê pêkneanîna fermanan, lê
belê tam
dujminatiya me dikir,
ji ber ko me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir,
niha ew
di nava mal û zarokên
xwe de, di nava xewa şirîn de
ne, lê belê va ye li ser navê
xizmeta gel, di
bin darê sêdarê de me û va ez demên dawî yên jiyana xwe
bi vê
wesyetnamê derbaz
dikim. Ca eger ko berpirsiyariyên mezin di stoyê min de
nebûna,
ez jî dê niha di
nava zarok û zêçiyên xwe de, di xewa şirîn de
bûma. Ko ez niha ji bo
piştî çûyîna xwe jî,
we şîret dikim, ew jî
yek ji berpirsiyariyên di stoyê min de ye.
Piştrast im eger ko
yekî din ji we jî berpirsiyariyên min bigirtana ser milê
xwe, niha
ewê li şûna min di bin darê
sêdarê de bûya.
Ji bo razîbûna Xwedê
û li gor berpirsiyariya di stoyê xwe de, mîna kurdekî
xizmetkarê
gel û di riya çakiyê
de, min ev şîret li we kirin,
ko hêvîdar im ji niha û pê ve pendan
jê wergirin û dirust
guhdariya şîretên min bikin.
Bi hêviya ko Xwedayê mezin we bi
ser dujminên we
de, bi ser xîne:
1-Baweriya we bi
Xwedê û tiştê ji cem Xwedê
têt û peristina Xwedê û pêxember
(Silavên Xwedê lê
bin) hebe, di pêkanîna erkên olî de xurt bin.
2- Yekîtî û tebayiya
di nava xwe de piparêzin, karê neqenc li hember hev mekin
û
temah mebin, bi
taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.
3- Xwendin û zanist
û pileya zaniyariya xwe pêş ve bibin,
ji bo dujmin kêmtir we
bixapîne.
Ji
dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji
ber ko bi çend awa û
riyan ecem dujminên
we ne, dujminên gel û welat û ola we ne. Dîrokê selimandiye
ko berdewam li kurdan
bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ti tawanan
jî
di derheq kurdan
de, destê xwe nagirin.
5- Ji bo hin rojên
jiyana bêqîmeta vê dinê, xwe mefiroşin dujminan,
ji ber dujmin
dujmin e û ne cihê
pêbawerbûnê ye.
6- Îxanetê li hev
mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya
namûsî, ji ber
îxanetkar li cem
Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li yê îxanetkar
vedigere.
7- Eger ko yekî
ji we dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî
bikin, ne ji
ber temahî û bexîliyê
li dijî wî derbikevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin
sîxurên
biyaniyan.
8- Cihên ko min
di wesyetnameyê de ji mizgeft û nexoşxane û dibistanan
re
nivîsandiye, hun
tev daxwaz bikin da ko pêk bên û mifa jê bigirin.
9- Hun ji xebat
û hewl û tekoşînê ramewestin,
ji bo ko mîna tev gelên din ji bin destê
dujminan rizgar
bibin. Malê dinê ne tiştik e, eger ko welatê
we hebe, serbestiya we
hebe, wî çaxî her
tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet,
hem rûmet û
hem jî dê nîştimanê
we jî hebe.
10- Ez bawer nakim,
heqê Xwedê nebe, ti heqên din yên ti kesî li ser min hebin,
lê
belê eger ko kesekî welê
dît ko kêm yan jî zêde tiştikî wî li cem min e, min malekî
pir
li pişt xwe
hiştiye,
bila biçe ji warisên min bixwaze û bistîne.
Heta ko hun hev
negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev mekin, ji
ber ko Xwedê
pir zû zaliman ji
holê radike û nabûd dike. Ev soza Xwedê ya bê kêm û zêde
ye,
zalim dirûxiyê û
nabûd dibe, Xwedê toleya zilmê jî hil dide. Hêvîxwaz im
van gotinan
têxin guhê xwe û
Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe, weke Sadî
kerem
kiriye: Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm, hewalet
ba Xuda kerdîm û reftîm.
Ango, mirada me
şîret bûn û me kir,
me hun rasparin Xwedê û em çûn.
Xizmetkarê gel û
welat
Qazî Mihemed
Piştî ko Qazî Mihemed
dawî li nivîsandina wesyetnameyê anî, ji dadger re got:
Dixwazî ji te re
bixwînim?!
Dadger got:
Ne hewce ye.
Qazî Mihemed got:
Baş e, lê belê ji ber
di şer’ê îslamê de bidarvekirin
napesend e, ko
hunê min bikujin,
min gullebaran bikin.
Lê belê dadger ev
daxwaza wî qebûl nekir, ji ber biryara dadgehê xeniqandina
bi werîsî bû.
Ca Qazî Mihemed
got:
Ezê nimêjê bixwînim
û destûratên beriya mirinê bikim. Rê dayê..
Beriya biçe ber
werîsê sêdarê, rûyê xwe da Qîbleyê û herdu destên xwe
bilind kirin û ji Xwedê hêvî kir û bi dengekî bilind got:
Xwedêwo, tu şahid î ko min ji bo xizmeta gel ti xemsarî
û kêmanî nekiriye. Xwedêwo, tu şahid î ko her tiştê ji destê min hatibe, min di riya te
de û ji bo razîkirina te kiriye. Xwedêwo, ji bo xatirê
xwe, toleya mezlûman li dinê û li axîretê jî ji zaliman
hilde, ko dizanim her welê ye jî. Ey Xwedayê ko haya te
ji her tiştî heye,
tev gelên bindest û gelê kurd jî, ji bin destê van zaliman
rizgar bike.
Piştre Kiyomers dibêje:
Ev rêwresm û hêvîkirinên ji Xwedê, nêzî bîst deqîqeyan
berdewam bûn, herweha
peyvên ko Qazî Mihemed bi kurdî digot, min wateya wan
ya
bi farsî ji meleyê
kurdê ko li wir bû, dipirsî.
Piştî van rêwresman,
Qazî Mihemed bir ber werîsê sêdarê û bi dar ve kir. Bêtirî
du
deqîqeyan dirêj
nekir ko Qazî Mihemed canê xwe da. Seet jî bûbû çarî piştî nîva şevê.
Ca îşaretî kamyona ko
Mihemed Hisên Seyfî Qazî yê wezîrê ceng yê Komara
Kurdistan tê de
bû kir, da ko ew jî bête meydanê. Seyfî jî anîn wê odeyê,
dema ko
dadger û mele û
serokê tendirustiyê dît, di cih de zanibû ko karesat çi
ye, lê belê qet
aloz nebû û nehate
guhertin.
Dadger cezayê dadgehê
xwend, jê re got ko ew dikare wesyetnameya xwe binivîsîne,
wî jî cihê xwe yê
li pişt maseyê
girt û hemû wesyetnameya xwe di deh rûpelan de
nivîsand, heta wê
demê jî, nêzîk bû berbeyan dihat. Gava ko ew ber bi meydanê
ve
bir, bi zimanê kurdî
dest bi hildana paroleyên şoreşgerî kir û bi mist
û lingên xwe
kete lêxistina ser
û guhên efser û serbazan. Li her serbazê dixist, radixist
erdê,
qêriyên Seyfî Qazî,
mîna qêriyên şêr bûn.
Hemû xelkê Çarçira û dordorên wê, ji
xew şiyar kir, bi lêxistina
her kesekî re ko destê wî digihiştê, weke
şêr diqêriya,
digot: Bijî Qazî
Mihemed, bijî kurd, bijî serxwebûna gelê kurd, em dimirin,
lê belê
gelê kurd ti carî
namire, hun xeyal dikin. Ji ber ko dengê Mihemed Hisên
Xan Seyfî Qazî dengekî mezin bû û bi xwe jî pir bi heybet
û netirs bû, heta ew gihande ber sêdarê, bi mist û lingan,
hin kes li erdê xistibûn, pir kes ji dengê wî ji xew rabûn,
lê belê ji ber ko her ji êvarê ve rewşa awarte
û qedexeya hatin-çûyînê hatibû ragihandin, kes nediwêriyabû
ji malê derbikeve.
Ew bi dar ve kir,
lê belê piştî du
deîqîqeyan werîsê sêdarê qetiya û bi erdê ket,
dubare ew rakir
û hê jî diqêriya. Ca bir ber sêdara sêyemîn ya ko ji Sedrî
Qazî re
hatibû amadekirin
û dubare bi dar ve kir, wî çaxî seet bûbû pêncê sibê û
dinya
yekcarî rona bûbû.
Dor giha Ebulqasim
Sedrî Qazî, lê belê ji ber ko bêtirî seetekê di kamyonê
de û çav li
rê mabû, gêj û hêr
bûbû, herweha ji ber ko ew qasî ji cihê bidarvekirinê
jî ne dûr bû,
hinekî fêm kiribû
ka karesat çi ye!.
Dema ko ew daxist
û xist odeyê de û dadger û mele û em dîtin, di cih de
dest bi hêvîkirinê kir û got:
Axir ti sûçên min
nîne, hêvî dikim min bişînin
Tehranê ji bo ko karê min hîn bêtir zelal bibe.
Meleyaê Mehabdî
jê re got:
Fihêtî ye, wa meke,
ev qas hêvî meke, bi mêranî wek yên din be, cezayê dadgehê
ye û divê bête pêkanîn, ca çima bi mêranî nemirî, merdane
jiyayî û merdane jî bimire, tu çima dilê dujminan bi xwe
xweş dikî?!
Evana dujminkarane we bi dar ve dikin.
Van gotinên mele
pir bandor lî wî kir, lewra jî rûnişt û dest
bi nivîsandina wesyetnameyê kir.
Tiştê balkêş ew e ko efser Kiyomers
Salih qala naveroka wesyetnameyên Sedr û
Seyfî Qazî nekiriye,
meger ko derfet ji dilsoz û hogirên dîroka kurd re çê
bibe ko di
arşîvxaneya artêşa Îranê
de, teksta wan wesyetnameyan jî bibînin û ji nû ve zindî
bikin.
Kiyomers Salih piştre dinivîsîne:
Dema ko dawî li
wesyetnameya xwe anî, ber bi meydana bidarvekirinê ve
bir, dema ko laşeyên Qazî Mihemed
û Seyfî Qazî dîtin, rewşa wî
aloz bû û haya wî ji xwe nema, nidikaribû xwe li ser lingan
bigire, naçar û her çawa be serbazan werîs xiste stoyê
wî û ew jî bi dar ve kir û dawî li karesata bidarvekirina
hersê serdarên kurd hat.
Piştî bidarvekirina
wan, otomobîla ko em ji Tehranê anîbûn, amade bû, hinekî
dûrtirî
meydana Çarçira
rawestiya bû, beriya wê hingê tiştên me
di otomobîlê de hatibûn
barkirin, bi lez
grûpa dubare dadgehîkirinê û ez û hin serbaz suwarî wê
otobosê bûn û
me ber bi Miyanduwaw
û Tewrêzê ve da rê, seet dehê sibê em gihiştin Miyanduwawê.
Min qed bawer nedikir
ko berpirsiyar û rêberên kurd ev qasî bi cerg û egîd in,
heta
niha jî dengê Qazî
Mihemed ko digot: Xwedêwo, toleya mezlûman ji zaliman
hilde,
yan jî qêriya Seyfî
Qazî ko hemû meydan û derdorên wê tijî kiribû û mist û
pên li
efser û serbazan
dixistin, li ber çavê min û di guhê min de ne.
Min karibû her ji
dûr ve hin wêneyên wî bigirim, nediwêriyam nêzî wî bibim
û piştî
bidarvekirina wan
jî her ji dûr ve û bi hilêxistî min wêneyên wan girtin.
Min welê didît
ko diayên Qazî Mihemd
dê qebûl bibin, lê belê nizanim kengê û çawa jî.
Hemû ev nivîsa we
li jor xwendî, di hejmara 61’ê ya Mahnameya artêşê ya 1325 (1946) de bi vî awayî hatiye
nivîsandin û çapkirin jî. Divê behsa wê yekê jî bikim
ko di
wesyetnameyê de
pir paragraf û hevok hatine rakirin û piştrast im
ev jî bi zanûbûn
hatiye kirin, bi
taybetî jî di wê beşê de ya ko şîretî gelê kurd
dike, lê belê di wê
belavokê de ya ko
bi navê Wêjename bi taybetî û bi awakî nepenî ji efserên
artêşê û
cihên taybet re
dihate çapkirin, tevî ko ew jî hatiye sansorkirin, lê
belê kêmtirî cihekî
wê hatiye rakirin
û dadgehîkirina hersê qaziyan bi dirustî tê de hatiye
nivîsandin.
Di hejmareke piştre ya wê kovarê
de efser Kiyomers Salih dibêje:
Bi behaneya ko li
dijî ewlekariyê ye, rê nehate dayîn Wêjenameya min jî
bête weşandin. Herweha di dawiya nivîsa xwe de
dibêje:
Qazî Mihemed ji
mele re got, sibe vê wesyetnameyê û şîretên min
jî bide xelkê bajarê Mehabadê.
Qazî Mihemed şîretên xwe dane
mele, lê belê piştî bidarvekirina
Qaziyan, dadger nivîsa Qazî Mihemed ji meleyê kurd stand
û da min û got:
Ev dê paşerojê bibe fîtne,
min jî welê di Wêjenameya xwe de weşand, lê
belê piştre piştgirî nedan weşandina wê. Herweha
divê wê yekê jî bibêjim ko wesyetnameya malbatî, wesyetname
û raspêriyên destxetî yên Qazî Mihemed yên ji gelê kurd
re, herdu jî di Namexaneya Arteşa Îranê de, ango
li (Bayeganî Nigarxenyî Milliyê Stadê Artêş), tevî hemû
hejmarên Mahnameyê
û Wêjenameya Tac Kiyanî jî hatine parastin.
Ji bilî vana, tev
belgenameyên dadgehîkirina efser û mezinên serhildan û
şoreşên
seranserî Îranê,
wek mînak, hemû naveroka dadgehîkirina efserên Xurasanê
û
Azerbêcanê û Qezwînê
û Şîrazê û Tehranê
û Esfehanê û dadgehîkirina efserên Tûde û
serhildana artêşa şahenşahî û hêza esmanî
û Eniya Gelêrî û alîdarên Dr.Museddeq û
Sureyya ya jina
Şah û Erdeşêrê kevne zavayê
Şahê Îranê re, di
wê Namexaneyê de,
wek xwe hatine parastin.
Çavkanî:
- Wêjename Tac Kiyanî,
Wêjeya Fermandariya Artêşê.
-
Kovara Mahnameya Artêşa Îranê.
|