Li
Wuppertalê civîna Hilbijartina li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê
û Yekîtiya Netewî
Li ser banga Murat Dagdelen, Hîkmet Serbilind,
Kovan Amedî, Baran Hemze, Suleyman Ateş
,Yaşar Kaya, Yilmaz Çamlibel, Selim Çurukkaya,
Sirac Kirici, Seyîtxan Kurij, Prof. Dr. Huseyîn
Bektaş, Bayram Ayaz, Alî Haydar Koç û
Mustafa Kisabacak, beşek welatparêzên Kurd yên
diyaspora li Ewrûpayê di 21ê Gulana 2011´an de li Elmanya,
bajarê Wuppertalê hatin ba hev û bi navê „Hilbijartina
li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê û Yekîtiya Netewî“ civînekê
li dar xistin. Bi biryara beşdarên civînê bo raya
giştî daxuyaniya jêrîn hat amade kirin.
Daxuyanî
Di civînê de biryar hat girtin, ku di hilbijartina 12ê
Hezîranê ya li Tirkiyê û Kurdistanê de, divê Kurd tu car
dengên xwe nedin partiyên sazûmanê û li hember partiyên
dewletê de, di helwesta xwe de xwedî biryarbin.
Hevkarî û tevxebata sê partiyên legal yên Kurd, ya li
ser hevkariya ji bo hilbijartinê, bi giştî wek helwesteke
erênî hat nirxandin.
Beşdarên civînê dan zanîn ku divê ev hevkarî ne
tenê ji bo hilbijartinê bibe û divê, ew piştî hilbijartinê
jî bi awayekî berfirehtir kar û xebatên xwe berdewam bike.
Beşdarên civînê daxwaz kirin ku di hevkariya hêzên
Kurdan de, divê hemû nêrîn û ramanên cuda tê de bên temsîl
kirin. Û divê di temsîliyek wekhev de mecala bi cîhanîna
biryaran hebe, û her usa divê berdewamiya vê hevkariye
hebe û ber bi dezgehbûnek demokratîk ve biçe. Beşdarên
civînê hevkariyek bi vî rengî, ji bo berjevendiyên netewî
ya gelê Kurd girîng nirxandin.
Di civînê de îşaret bi wê yekê hatkirin ku, avakirina
dezgeh an jî saziyeke neteweyî ya li ser bingeha berjewendiyên
netewî, xwedî prensîp bûyina wî û bûyina wî ya xwedî îradeyeke
siyasî, giring û elzem e.
Ji ber vê yekê jî daxwaz hat kirin, ku di demek nêzîk
de hêzên Kurd yên Bakûrê Kurdistanê divê bên ba hev û
konferanseke netewî pêk bînin.
|