Di
xwepêşandana Silêmaniyê de 50 kes birîndar bûn
Îro li Silêmaniyê li derveyî xwepêşandanên Berderkî
Serayê, li cadeya Askekan û Mizgefta Gewre û nêzîkî qaymiqamiya
Silêmaniyê, di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê
de pevçûneke 2 seatî rû da.
Hate ragihandin ku di encama pevçûnê de, nêzîkî 50 kes
birîndar bûne ku piraniya wan jî polîs in û hemû birîndar
jî bi kevir hatine birîndarkirin.
Birêveberê
Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Silêmaniyê Hawar Hesen
li ser jimar û rewşa birîndarên pevçûna îro got,
“Hemû birîndar jî bi kevir birîndar bûne û metirsî li
ser jiyana çi birîndarekî jî nîne. Di nava birîndaran
de rojnamenivîsek û 11 welatiyên sivîl û 38 polîs hene.”
Li gor nûçeyên kanalên ragihandinê yên herêm,ê di xwepêşandana
îro ya li Silêmaniyê de xwepêşanderan navenda bazirganiyê
ya bi navê Kaso Mall dane ber keviran û bi dehan xwepêşander
jî ji aliyê hêzên polîsan ve hatine destgîrkirin.
|