Di
Yada Şehîden Riya Azadî li Bajarê Duisburg/Elmanya
Komîta Navenda Elmanya ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK,
di 31ê Adara 2011´an da li Elmanyê, bajarê Duisburgê ji
bo bîranîna şehîdên Riya Azadî merasîmek li dar xist.
Civîna bîranînê bi sirûda netewî “Ey Reqip” û rêzgirtina
şehîdên Kurdistanê ve despêkir.
Di despêka axaftina xwe da Mamoste Fettah Timar dûr
û dirêj li ser giringîya vê rojê sekinî û carek di anî
bira beşdaran ku, di Kongra HDK-İ ya 1986 an
da biryar hatiye girtin, ku 31. Adarê wek roja bîranîna
şehîdan bê destnîşan kirin.
Çima 31.Adarê? Mamoste weha berdewam kir: “Çawa
ku tê zanîn, ji piştî şerê cîhanê yê yekan ra
hinek kevir ji cîhên xwe leqîyan, ango hinek sînorên nû
hatin kişandin, hinek delet ji holê rabûn lê hinekê
nû hatin saz kirinê. Di wê demê da, di dîroka Kurdan da
cara yekan di 1946 an da Komara Kurdistan (Komara Mehabad)
jî hate sazkirin û gorbehîşt Pêşawa Qazî Mihemmed
jî bû serokê wê. Lê gelek mixabin, ku 11 meha şûnda
ev Komara Kurd hate hilweşandin, 31.Adara 1947 an
da Pêşawa Qazî Mihemmed, Seyfi Qazî û Sadri Qazî
li meydana Çarcira, li wî cîhê ku damezirandina Komara
Kurdistan hatibû eşkere kirinê, hatin dardakirinê.”
Mamoste gor: “Hema em dûr neçin, ji serê Bedirxanîyan,
Şêx Ubeydullah ta îro gelek serhildanên Kurda pêkhatine
û rêber û şervanên wan serhildanana hemû hatine darizandin
û dardakirin. Lê taybetmendîya Pêşawa ew bû, ku ew
Serokê Komara Kurdista ya ewilîn bû, ji ber wê jî ev biryara
biryareke rast e. Partîya me ango PSKê jî ev biryar pejirand
û ev çend salin, li gelek deveran Komîteyên PSK û HDK-İ
tevayî vê rojê wek roja yada şehîdên Kurdistan saz
dikin.”
Dû van gotinan ra, Mamoste Timar bi kurtayî, ji serhildana
Şêx Ubeydulla ta îro hinek agadarî dan, heman demê
da jî fotoyên rêber û şervanên wan serhildanan bi
riya projektorê raxist ber çavên beşdaran. Her usan
jî, şert û mercên wan deman, rewşa dagirkerên
Kurdistanê û hevalbendên li piş wan da, yên ku îro
jî rola xwe li wê herêmê dileyîzin û rewşa mîrek,
eşîret û rêberên Kurdan bi kurtayî hate şîrovekirinê.
Mamoste bi giranî jî li ser rewşa ji piştî
şerê cîhanê yê yekan sekirnî. Ewî ji Hereketê Qoçgîrî
(Tirmeh 1920 – Nîsana 1921) destpêkir, Hereketê 1925 an
(Şibat 1925 – Hezîran1925), Serhildana Agirîyê (Gulan
1926 – Îlon 1930), Hereketê Dersimê (1937 – 1938) û ta
îro kurdan ji bo mafê xwe yên rewa çewa berxwe dane û
tq îro çiqas qurbanî dane raxist ber çavan. Rêberên Kurdan
çewa hatine darizandin û dawîyê de kuştin, nefî kirina
kurdan, wêran kirina gund, bajarok û bajarên wan qedexe
û tune hesibandina kurdan ya ji piştî peymana Lozanê
ya 1923 yan jî hate destnîşan kirin
Di dawîya axaftina xwe da mamoste weha got: “Çewa ku
tê dîtinê tekoşîna maf û azadîyan tekoşîna sedan
salan e. Bi mîlyonan tekoşer, mîrovê sade, zar, jin
û kalemêr bûne qurbanî, rêber hatine kuştin an jî
dardakirinê. Ez bejna xwe ber ked û emegê wan hemûyan
ditewînim Ew hemû şehîdên me ne”
Di
dawîyê da Mamoste li ser cangorîyên Kurdistanê, şehîdên
Rîya Azadî ango yên PSK agadarî da, heman demê da fotoyên
wan jî hatin ser ekranê. Wan kaderên mêrxas di destpêka
kar û xebata Partiya Sosyalist a Kurdistan da, di bin
kîjan şert û mercên giran da tekoşîn meşandine,
lêdan, eşkence, nefî, heps û zîndan lê dîsa jî her
tim bi mêrxasî mafê kurdan yên netewî û demokratik parastinê
ta ku hatine şehîtkirin.
Ji piştî Fettah Timar serokê KOMKAR-eu berêz Kovan
Amedî çend gotin li ser xebata şehîdan gotin û taybetî
jî li ser têkilîyên di navbera rêxirawên kurdistanî û
hinek bûyerên ku, ne layîqî van şehîda ne agadarî
dan û got: “Rêzgirtin û îhtirama şehîdan ya here
baş ew e, ku em tekoşîna wan berdewam bikin
û bigîjin armancên ku ew şehîd jî ji bo wan canfîda
bûne”
Ji piştî Kovan Amedî, berêz Şêx Zedo Baedrî
çend gotin pêşkêş kirin. Berêz Zêdo got:”Ez
dixwazim berê bejim destxoş, we ev karê pîroz amadekirîye.
Ez hîvî dikin amadekar di demê de agadariyê bigînin me,
divê ev kara berdewam bike. Garek di gelek sipaz dikim.”
Di dawiya merasimê da, baweriya piraniya beşdaran
ew bû, ku civînên usa dibe pire di navbera Kurdistaniyan
da. Xwîna gelê Kurd yê her çar perçên Kurdistanê di rojên
han da bi hev ra dikele, hestên hevbeş dilê wan tijî
dike. Û ji xwe ev hest in, ku gelekî dikine netewe.
Beşdaran daxwaz kirin, ku 31´ê Adarê ji aliyê hemû
partî û rêxistinên Kurdistanê wek roja şehîdan bê
pejirandin, merasimên han her sal bên amade kirin û Kurd
di şîn û şahiyên xwe, bi ruhekî Kurdewarî bi
hev ra parve bikin.
Mamoste li ser navê Komita Amadekar dilxweşîya xwe
pêşkêşî hemû beşdaran kir û civîn hate
dawî
|