psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Kurê Min, Sebra Dilê Min (6)

Yılmaz Çamlıbel

Ez naxwezim, qala sîyaseta Tirk û Kurdan bikim. Ezê qala kurê xwe bikim. Aryan, ji dîya xwe ra got „Dayê! Ez birçî me.” Dîya wî got “Berê here oda xwe temizke. Te lîstîkên xwe avîtîye her derî. Oda te ne oda ye, zibildanga Wuppertalê ye.” Aryan dij derket got   “Dayê! Ezê paşê oda xwe paqijkim.“ Dîye wî got “Na, hetanî tu oda xwe serrast nekî, ji te ra xwarin marin tune.“ Li ser vê gotinê, Aryan çû cem dîya xwe, bi dengek nermoke got „Dayêêê! Ev marin çî ye? Tiştek xweş e? Şirîn e, temxweş e? Hela bîne ez piçek bixwim.“

Rojek dîye Aryan wî hembêzkir jê ra got “Kuro! Welle tu pir şirîn î. Ez ji te pir hezdikim.”  Gelek kêyfa wî hat. Aryan jî diya xwe ramûsa jê ra got. „Dayê, ez jî ji te pir hezdikim. Gava ez mezin bûm, ezê bi te ra bijewicim. Te got erê?“

Ev çar sal in em bi lawikê xwe ra dijîn. Em lawikê xwe baş nasdikin. Lê dîsa jî li ser aqil û feraseta wî diheyîrin. Rojek em nav sûka bajêr da digerîyan. Em li ber derê postaxanê derbasdibûn. Min got, „Bawo can! Vira postexane ye. Ev postexana Elmana ye.” Aryan pêçîya xwe ji min ra hejand got, “Na bavo! Yê Elmana nîne.” “Min jê ra got “Ha! Min femkir, ev postaxana Kurdan e” Carek dinê pêçîya xwe ji min ra hejand got “Na bavo! Em postaxana me hemûya ne.” 

Sersal nêzik bûye. Her der hatîye xemilandinê. Zarok benda Nîkalaos sekinîne. Lê ew jî li tu derê xûya nake. Lawkê min jî di nav meraqek mezin da ye, gelo Nîkalaos li ku derê maye, çima nayê?

Min televîzyon temaşa dikir. Aryan hate cem min. Di destê wî da kaxizek hebû. Ji min ra got „Bavo! Ji kerema xwe, qelemek bide min.“ Min got, tê qelemê çi bik î? Got „Ezê ji Nikalaos ra name bişînim.“ „Xêr e, tê ji Nikalaos ra çi bêj î?“ “Ezê bêjim kuro bîco, zarok benda te ne, Tu çima nayê? Çima ji me ra şokolade û bonbon naynî?”

Çawa min berê jî nivîsî bû, Lawikê min gelek caran hinek tiştên ecêp, çîrokên ku min jê ra berê goti bû, paşê zêde dike bi hevra dizeliqîne. Ji bo vê sedemê jî li ser her çîrokê, çend varyant derdikeve holê.

Ez car caran jî li ser hinek tiştan, agahdarî didime lawê xwe. Min çend caran jê ra got, „Serê xwe rake li ezmana binêre. Ger li ezman da ewrê reş hebin, wê baran bibare. Ger ewrê spî hebin, wê tav derkeve.“ Ewrên reş baran tîne, ewrên spî jî tav tîne.

Aryan, li ser van agahdarîyên min, çîrokek nû afrand. Rojek ji min ra, li ser ewrê reş û spî çîrokek got. „Ez li ber berxa bûm. Min dît ewrê reş hat. Got, ezê baran bibarînim. Ewrê spî got nabe, ez nahêlim. Berxikê min şilneke. Ewrê reş got eze bibarînim, yê spî got ez nahêlim. Şurê xwe kişandin. Bi hev ra şer kirin. Ewrê reş revî çû. Tav derket. Berxikên min çepik lêxistin. Gotin bijî ewrê spî! “

Caran ji bi xwe çîrok diafrîne. Rojek ji min ra got „Pîrka Gulê nan, pîvaz, hêk, penêr û kartol xisti bû turkê min. Ez çûm ser kanîya kesk rûniştim. Min turkê xwe vekir. Min nihêrî penêrê min tune. Mişkoyê bênamus penêrê min dizî ye. Min telefonê polesê mişka kir. Polês hat. Dest û pîyên mişko zincîr kir avite zîdanê.“

Ez her daim ji kurê xwe ra qala Kurdistanê dikim. Qala Bazîdê, qala Ehmedê Xanî û Kela Behlûl Paşa dikim. Qala kalik û pîrka wî dikim. Dibêjim „Kalkê te Şamî Kekê, merivek ehlîkêf bû. Diçû ku derê, ji xwe ra yeqîn bax û baxçe çêdikir. Di nav baxçê da rûdinişt, qehwe vedixwar û qelûn dikişand.

Di mêjîyê kurê min da, bax û baxçe, gul û sosin û Şamî Kekê yek in. Ev tiştana di nav hev da nin. Kurê min car caran ji min ra dibêj e, „Bavo! Ezê herme Bazîdê. Ezê herme baxça Şamî Kekê bibînim. Binhêrim ka çi heye, çi tine.“

Nîyeta jina min heye ku bi Aryan ra here Bazîdê. Lawikê me bibe ser gora Ehmedê Xanî. Ser gora kalik û pîrka wî, ser gora Mistefa Çamlıbel.

Gava Aryan çû mala kalkê xwe, yê baxçek rut û çilût bibîne. Kalik û pîrka xwe jî qet nabîne. Gelo wê der heqa min da çi bifikir e, çi bêj e? Belku bêje bavê min merivek viroke ye. Dibe ku bêje tev gotinên bavê min derew in. Wêca ezê çi bikim? Hela aqilek bidine min

 
   
Dengê Kurdistan © 2010