Serê Salê Binê Salê
Yılmaz Çamlıbel
Ev şêst sal in, ez ji welatê xwe dur im. Bi gotinek
din, ez koçberek şêst salî me. Nûha çawane ez nizanim.
Li dema piçuktîya min da, li tev gund û bajarên Serhedê
da, serê salê dihate pîrozkirin.
Xort, li ser hev kom dibûn. Xurcek yan jî torbek didane
destê yekî. Ew kes dibû mesulê keşkulê. Çend xort
jî dibûn pasewan. Keşkula komkirî diparastin. Ji
ber ku hinek kes, xwarin û vexwarinên komkirî direvandin.
Koma xortan, mal bi mal digerîyan. Li ber derîyê her
malê da, gor rewşa wê malê, daxwazên qenc, rind û
balkêş digotin. Kebanîyên her malê, li ser van gotinan,
keşkul didane xortan. Gotin çiqas baş bûya,
keşkul jî ewqas rind û zêde dibû.
Minak, ger di malek da nexwaşek hebûya, koma xortan
bi hev ra digotin, “Serê sale binê sale, xwedê şifa
bide nexwaşê malê”
Ger di malek da pîrejinek yan jî kalemêrek hebûya, digotin
“Serê sale binê salê, Xwedê imrek dirêj bide pîrejina/
kalemêrê malê.”
Ger cîwanek ber bi miraz hebûya, digotin „Serê salê binê
salê, xwedê mirazek baş bide keça/xortê malê.”
Ger di malek da bûkek bêderguş hebûya, digotin „Serê
sale binê sale, xwedê derguşek lawîn bide bûka malê.”
Gava gera nav gund yan bajêr xilas dibû, hemû xort di
nav malek da li ser hev komdibûn. Xwarin û vexwarinên
xwe ji turkê derdixistin. Tiştên xav li ser agirî
da dipetin. Hetanî berbanga sibê, dixwarin, vedixarin,
digotin û dikeniyan. Gelo ev pîrozbahî, hê domdike yan
na, ez nizanim.
Ji bo xortên ku di metrepolên Tirkîyê da dijîn, ji wan
ra pêşnîyazek min heye. Ez dibêjim sersala 2011 da,
li ser hev kombin. Sersala xwe, gor torevanîya Kurda pîrozkin.
Herin li ber derîyên parti û komelan, li ber derîyên
leşker, nivîskar, akademîsyen û hunermen dan. Di
wan deran da gor hêvî, daxwaz, fikir û ramanên xwe, tiştek
bêjin.
Mînak, herin ber derîyê parlementoya Tirkîyê, bi hev
ra biqîrin, bêjin “Serê salê binê sale, Em bimîzin nava
vê malê.
Herin ber derîyê Serokvezîrê Tirka, bêjin „Şêlandî
ye zik têr e. Mêzebikin çi mêr e? Bibin daynin ser merg
e, Bila li wir biçêre.”
Herin ber derîyê partî, komel û keseyatên bisilmanên
Tirkan, bi hev ra bêjin “Tu çima bê guman î. Bê dîn û
bê îman î. Dijminîya Kurda dikî, Tu çitu bisilman î?”
Herin li ber derê Kemal Kiliçdaroğlu da bêjin „Beton
Misto pîrê te. Bê namûsî karê te. Ne Kurd î ne Elewî,
Lenet were şîrê te.“
Herin li ber derîyê arteşa Tirkan biqarin „Binhêrin
gayê hanê? Qeda were dewranê. Paşayên Tirko bigrin,
bikin nava garanê.“
Herin ber parti, komel û keseyatên çepên Tirkan bêjin
„Mêze bikin vî kerî. Bi qoç vedike derî. Bi qûnê difikire,
rêva diçe ser serî.“
Herin li ber derên nijastperestên Tirkan bêjin „Kuro
Tirko vireko. Bêbexto tirsoneko. Ji bin erdê derkeve,
çirto virto tireko.“
Li meydana Taksimê da li ser hev kombin, bi hev ra biqarin,
bêjin „Her kes here walatê xwe. Bila bijîn serbixwe. Kurd
rabûne ser pîyan, zalim rîtin binê xwe.“
Belê xortên delal! Divê hûn dawîyê da jî herin Gemlikê.
Keştîyek kira bikin. Li der dora girava Îmralîyê
da çend tûr bavêjin û bêjin „Way me çi kir, me çi nekir?
Me xalî serê xwe kir.“
Sala nû, bila ji we ra, ji malbatên we ra, ji miletê
Kurd ra, xweşî, geşî, serfirazî û bextewarî
bîne.
|