Yêrîvan Xeberdide
Yilmaz Çamlibel
Di 26´ê meha Çileya Pêşîn da, li Mala Êzdiyan a
Oldênburgê, ji bo bîranîna berpirsiyarê rojnama Riya Teze,
Girîşayê Memê, civînek hatibû li dar xistin. Ez jî
beşdarê vê civînê bûm. Axaftvanan, li ser Rojnama
Riya Teze û Radyoya Yêrîvanê, agahdarîyên gelek balkêş
dane me guhdaran.
Axaftvanan, min hildan birin dema xortaniya min. Min
rojnama Riya Teze ne dîti bû û ne jî xwendi bû. Lê min
her daim radyoya Yêrîvanê guhdarî dikir.
Ji bo guhdarîkirina Radyoya Yêrîvanê, em her daîm li
malan, dikanan, aşxanan û qehwexanan, li dor radyoyan
kom dibûn. Bi kelecan li benda dengê sipîkerên Radyoya
Yêrîvanê disekinîn. Gava sipîker digot „Yêrîvan xeberdide“
herkes di cî da disekinî, bêdeng dima. Ez dikarim
bêjim, bi destpêka axaftina Radyoya Yêrîvanê, li seranserê
Kurdistanê jiyan disekinî. Ji ber ku Radyoya Yêrîvanê,
Kurdî xeberdida.
Miletê Kurd, di nava 19 salan da, li pêşberê Komara
Tirkiyê, 28 caran serî hilda bû. Tev serhildanên Kurdan,
bi hovîtî hati bûn pelixandin. Piştê têkçûna serhildana
Dêrsimê, Kurdistan keti bû nav bêdengîyek mezin. Kurdistan
di bin terora Kemalîstan da, bê mecal ma bû, dinalîya.
Kes nediwêrî bêje „Ez Kurd im, zimanê min Kurdî ye.“ Kurmanci
xeberdan qedexe bû. Rêvebirên Kemalîstan digotin „Kurd
tune, Kurmancî tune!“
Di nav vê rewşê da, ji radyoyek dengê Kurmancî dihat
guhê me. Dengê vê radyoyê, erd û ezmanên Kurdistanê
dilerizand. Gava sipîkerên radyoyê digotin „Yêrîvan
xeberdide“, em di ciyên xwe da dilerizîn.
Gava radyo dest bi weşana zimanê Kurdî dikir, li
seranserên Kurdistanê jiyan disekinî. Tevayîya Kurdan
kar û barên xwe berdidan, diçûn malên xwe. Li dor radyoyan
li ser hev kom dibûn. Bi dil û can, zimanê kal û bavên
xwe guhdarî dikirin.
Saya serê Radyoya Yêrîvanê, xofa Kemalîstan her diçû
kêm dibû. Êdî di nav dikanan, çayxanan û karxanan da jî
Radyoya Yêrîvanê dihate guhdarî kirinê. Jin û mêr, kal
û pîr, gundî û bajarî, Kurmanc û Zaza, Elewî û Sunî navê
spîker, dengbêj û çîrokbêjên Radyoya Yêrîvanê hîn bûbûn.
Kilaman ezber kiribûn. Gelek caran bi dengbêjan ra van
kilaman digotin. Car caran jî radibûn destê hev digirtin,
govend dikişandin.
Naveroka nûçan çi bû, di nav kilaman da çi dihate gotinê,
talaşa tu kesî da nebû. Mele, şêx û sofiyên
Kurdan him tizbiyên xwe dikişandin, him jî bi qareqar
digotin:
Sala hezar hejde bîst,
Me giliyên xweş bihîst.
Hatine cem me komûnîst.
Bîr nakim ha bîr nakim.
Kirina Lenîn bîr nakim.
Riya Lenîn unda nakim.
Kurdistan welatê me,
Her bijî Kurdistan.
Lenîn e serokê me,
Her bijî Kurdistan.
Hela helayek wusa bû ku nayê gotinê. Te digot heşir
mîzan e. Roja yekşemê saetek, rojên dine jî nîv saet,
li seranserê Kurdistanê dawet bû, dîlan bû. Miletê Kurd
bi dil û can kilam digot, dileyîst û dikeniya.
Bi rastî Radyoya Yêrîvanê, ji bo pêşdaçûyîna ruhiyeta
netewî rolek dîrokî leyîst. Radyoya Yêrîvanê, bûbû hêviya
netewî ya Kurd, bûbû hêvîya azadîyê. Radyo, baweriya azadiyê
di nav milet da belav dikir. Miletê Kurd di saya sere
vê radyoyê, dikir qarîn, digot “Hooo xwînmijno, dagirkerno!
Em hê nemirine, em li ser pîyan in. Em xwedanê ziman û
kulturek dewlemend in.“
Di nav van karên pîroz da keda Kurdên Êzîdiyan tu car
nayê înkarkirin. Ji ber ku barê giran li ser milê wan
bûn. Bila mala wan ava, umrê wan dirêj be. Bila per û
baskê Tawîsê Melek li ser serê wan be.
|