Yilmaz
Demîr- Şehîdê azadiyê
Kekê Yılmaz DEMİR wek mîna Metin
Aksoy, Mustafa Çamlıbel, Ramazan Adıgüzel û
hemû şehîdên RİYA AZADİ rihê xwe ji dest
berda çu gihişt asîman. Îro disa xortên kurdewar,
hogirên vefakar bîranîna Kek Yılmaz Demir dike. Bîranîna
şehîdên kurdistan û RİYA AZADİ dike. Em
dibêjin kû bi rih û bi xwîn em pey we ne. Em bawer in
rojekî em ê dîsa werin ba hev û di RİYA AZADÎ bimeşin.
Niha em ê Kek Yılmaz bi jîyana xwe, we ra bidin nîşan.
De kerem kin jiyana şehîdê Kurdistan bixwînin û Keké
Yılmaz binîn bîra xwe.
" Şer li mêj ve berderîyê me sekinîye ;
Em bi kuştin, bi mirin, bi her avayî amadene ku
welatê xwe rizgar bikin, bixin rêza gelên azad, xelkê
xwe serfiraz û bextewar bikin.
Qelendê niştîman her tim xwîn e. Em jî didin bê
gilî bê gotin e. Em neferên Riya Azadî li ser çiqlên dara
azadîyê dighîjin ku bingehê wê xakê Kurdistanê ya bi bereket
e.
Li waxtê hukma faşist xwîna şehîdên Kurdistanê
hin sor-gewez kirîye, hêsuyê welat, hêvîya xelkê kurd
pir kirine; Ewana wek kanîyên zelal û paqij dixûlxûlin
li gelî û çîyayên me da. Hevrê Yılmaz jî bi bîr û
bawerîyek rast û xurt li meydana cengê şer kir,
berxwe da.
Sirê Partîya xwe neda lê serê xwe da oxira Kurdistanek
Azad û Sosyalist.
Bavê hevrê Yılmaz Demir şofor bû, ew li gel
zehmetiya jîyanê xwand. Neheqîya sazumana zordest û kolonyalist
dit. Di nav xwendewan û karkerên ciwan da bo hişyarkirin
û rêzkirina wana li sefên RİYA AZADİ bê westan
xebat kir.
Ew li bajarê Qonya û dorberên wî rumate me, sembola
şervanên azadîyê bibû.
Baş têgiştî bu xet û meşîya Partiya Sosyalist
a Kurdistan a Tirkîyê rast e û bi serokatîya partîya gelê
kurd we bighîje armancên xwe ên dawî û xelkê kurd serberz
bijîn.
Hin di xwendawanîya xwe da çend caran ji alîyen hêzê
kedxwar û koledar hat girtin, di zindanan da ma, lê ew
jibo xebat tucar nesekinî, dudilî nîşan neda her
bawerîya xwe bi Riya Azadî anî.
Alikî ve jî hin nêziktir ditîn û metodên tekoşîne
hînbû, ne tenê fêr bûn , her usa jî ew tiştên fêrbûyî
dibire nav xebatkaran, propaxanda dikir. Karê rêxistinê
dibir pêş.
Hember dek û dolavên xudanmilk û çîna karbidest bi aqilî
radiwesta, heval û hogiran pê agahdar dikir.
Bi vê zîrekî û zanebûna xwe ket nav Partiya Sosyalist
a Kurdistan. Sala 1980 Lise qedand, çû Amedê dest
bi xwendina zanîngehê kir. Lê xulamokên hukma zorbe, polêzên
Amedê pê agahdar kiribun, ku ev meriv bo wan dijminekî
pir xedar e.
Dar û destên hukumete ewî hertim li wira jî bin çavan
girtin. Hevrêyê tekoşer di şertên faşîyê
da jî karê xwe domand, hemû weşan bi aqilî di nav
xelkê û xwedavanan da belav kir, riya rizgarîya gel û
welat bê tırs û xof nîşanda.
Dema koledar bi çavsorî erîşê ser endam û hevalbendên
Partiya Sosyalist a Kurdistan kirin, hevrê Yılmaz
DEMİR jî di sala 1981’an da hat girtin. Bi teda
û işkence, bi vir û derew, bi tirsandin û zilim nekarîn
hevrêye canpola bînine ser gotina xwe, ruhîyeta wî yê
bilind bişkênin. Ew çax dizanibû di vê şer û
tekoşînê da ya azad jîyîn, ya bê tirs çûyina nav
qeflê şehîdan hewceye.
Ji ber vê rik û bê tirs bûne, xûlamokên cuntayê faşîst
dixastin wî û mêrxasên din ên Kurd ji ortê rakin. Girtîyên
sîyasî serê salê 1984’an dijî îşkence û zulman li
zindana Amedê dest bi xwe birçîhîştinê kirin. Xwe
birçîkirin bû sedemek dest wan xwînrêjan. Bi her awayî
ajotine ser welatparêzên Kurd. Ji her hovîtîya hukma faşî
kekê Yılmaz, ji bo protestokirinê, riya xwe da mirinê
ji û nav me çû. Lê bi vê karî ve moral û tekoşîna
girtîyan hin geşkir, pêşta bir, hin welatparêzên
din ji bi wî şiklî protestoyên xwe nîşan dan.
Tevgera rizgarîya Kurd ji bo azadî û sosyalîzmê bi xwîna
ewledên pispor û fidakar her pêşta diçe, aşê
şoreşê bi xwîna şehîdan dizvire û heta
ev doz serbikeve jî wê bizivire.
Yılmaz DEMİR di 29’ê çilîyê Paşîn sala
1984’an da li Cİhanbeylî li gundê Yenîceobayê bi
merasîmek giran ewî dane axa sar. Leşker û polêz
nehîştin xelk li merasîmê beşdar be, lê xelkê
me wezîfên xwe yê dawî ye bi xurtî anîne cîh. "
Murat Rohat
Dengê Agirî
|