Barê Giran
Yusuf Budak
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR ) di daxuyanîya xwe de
dibêje ku di 81 bajaran de wê bikeve helbijartinê. Ketina
helbijartinan mafê Partîya Maf û Azadîyan e. HAK-PAR partîkî
legal e. Di Nav kurdan de bi bernameya xwe ya federasyonê
va nav û deng e.
Bi raya min,piranîya kurdên Bakur nizanin ku xwestina
bernama federasyonê çîye. Bo vê yêkê hewce ye ku HAK-PAR
bi navê helbijartinê bal bikişîne ser bernameya xwe
yê federasyonê û navbera gelê Kurd de bike binge. Bernama
federasyonê bo gelê Kurd zahf girîng e.
Ji ber ku ez bawer dikim ku Kurdistana serbixwe (Kurdistana
mezin ) jî bi vê rêyê de azad dibe. Ango çar parçeyên
Kuristanê yêkem dibin federal; dawîyê da çar parçeyên
federal tên ba hevdû dibin Kurdistama azad.
Dibe ku ji van çar parçeyên Kurdistana federal yêk parçe
quretîyê bike û wiha bêje: “Parçeyê me zûva bûye federal
û aborîya me pêşda çûye. Em naxawezin ku bi parçeyên
dinêva yêk bibin û herdêra kaş bibin.“
Dema ku HAK-PAR di helbijartinan de ji bal kişandina
federasyonê dûr bisekinî şaşîkî mezin dike.
Em Kurd wiha dibêjin:“Ker palas ji hevdû xilas.“ Gelê
Kurd ji HAK-PARê bîr û bawerîya xwe winda dike.
Gor dîtina min HAK-PARê barê giran hildaye ser milê xwe.
Ji ber ku sîyaset bi hêz(quwet) dibe. Dema ku ez hêz dibêjim
sê tiştên giring tên bîra min. Bi zanayî xebitandin,
pere û bi mirovan va girêdayî (nas û dost).
Pere: Partîya Maf û Azadîyan pereyên xwe yên zêde tunin.
Mirovên ku bo pere komkirinê bixebitin ew jî tunin. Lê
belê sîyaset bi peran va jî girêdayî ye. Dema ku HAK-PAR
vê proplamê ra çareserîyekê bibîne, bi lez û bez xwe kom
dike.
Nas û dost: Endamên Partîya Maf û Azadîyan kêm in. Bi
teybetî van karana bi mirovan va dibin. Lê belê mirovên
HAK-PARê dema bihûrî de va xebata ceribandine. Ev baş
dizanin ku kar çawa dimeşe. Partîyên ku endamên xwe
zêde ne, alîyê peran de astengên xwe tunin û di helbijartinê
da jî dengên wan zêde ne.
Bi zaneyî xebitandin: Di dest HAK-PARê de va hêza bi
rûmet heye. Mirovên wan kamil in û bi zaneyî dixebitin.
Têkoşîna gelê Kurd gav bi gav dimûyînin û dixemîlînin.
Di têkoşînê de bîrûbawarî û berpirsîyarî girtin zehf
girîng in.Gerê mirov yêkem bîrûbawarîyê bi xwe bîne. Bizane
ku qet tiştekî bo kesekî din nake û hemû cangorîtîyan
bo rast dîtina xwe dike. Ez dibêjim mirov qasî bîrûbawarîya
xwe dixebite. Ji mirovekî zêde xebat xastin jî şaşî
ye.
Ciwanên HAK-PARê: Li Kudistana Bakur asteng geleki zêde
ne. Ya herî girîng bi xwe bawarî û xwe parastin e. Bernameya
federasyonê bo ciwanên HAK-PARê ronahî ye. Bi teybetî
ew xebata jî bi zanayî va girêdayî ye. Ciwanên wan jî
vê xebatê baş dizanin.
Ez bawar dikim ku vê carê dengên Partîya Maf û Azadîyan
zêde dibin û mirovên HAK-PARê bi vê helbijartinê dilşa
dibin.
|