Serdanîya Pirtûkxana Casimê
Celîl
Yusuf Budak
Roja çarşemê,
8.12.2010’an de Grûba Ciwanên
Îronî serdanîyek
li pirtûkxana
Casimê Celîl
kirin. Bi rastî va grûba ciwanan bo min grûba yekem e ku
dê û
bavên wan
bi wan ra hatibûn.
Dê û bavên
ciwanan jî bi vê
serdanîya
pirtûkxanê gelek
dilxweş bûn.
Pirtûkxana Casîmê
Celîl, nêzî Wiyanê
li Eichgrabenê
ye. Dema ku
ciwan bi dê
û
bavên xwe
va çûn pirtûkxanê, Prof. Dr.Celîlê Celîl bi rûkenayî wiha got: ”Hûn
hemû xêr
hatine û ser çavan hatine. Ez gelekî
kêfxweş im
ku hûn hatine
serdanîya me
û derîyê pirtûkxana Casimê Celîl vekir.”
Em hemû
bi hevra hêdî
hêdî di pirtûkxanê
de gerîyan û Prof. Dr. Celîlê Celîl jî pirtûk
ji mêvanan
ra
nîşanda. Gor
dîtina min, dîroka Kurdan di pirtûkxana Casimê Celîl de veşartî
ye. Dê
û bavên ciwanan jî
pirtûkên ku
bi xwe ra anîbûn,
wekû xelat
dan Prof.
Celîlê Celîl.
Pirtûkxana, du qat
li ser hev e û bi hezaran pirtûkên ku li ser Kurdan
hatine
nivîsandinê hene.
Heta niha çi derketîye
mirov dikare bi hêsanî
peyda bike.
Piştî ku
me li pirtûkan
mêzekiri em
hemû li cîyê
rûnişkandinê de rûniştin.
Prof.
Celîlê Celîl
axaftink li ser pirtûkxanê kir û ciwanan jî pirsên
xwe
pirsîn. Bo xarinê
û vaxerinê jî gelek
tişt amade
kirûbûn. Mêvanan jî bi
dilê xwe
xarin, vexarin û spas kirin.
|