Dewleta Kur
Yusuf Budak
Di meha Heziranê de li Tirkîye yê û Kurdistana
Bakur hilbijartin
heye.Partîyên legal hevdu rexne dikin û piranîya
wan hevdu
dixapînin.Ez bawar dikim ku,ergenekon jî vê navberê
de xwe hêdî
hêdî xurt dike.Ji
ber ku
MHP û CHP
mirovêh ergenekonê diparêzin.Wek tê zanîn li
Tikîye yê
û Kurdistana Bakur ji bo berdendamiya
parlementoyê gelek
kesan serî li
partîyên siyasî
dane.Bi vî awayî
mirovên dewleta
kur dibin endamên parlementoyê.
Yek ji wan kesan jî girtîyê
doza ergenekonê
Mustafa Balbay e.Mustafa Balbay,rojnemevan e û eve du sale di doza Ergenekonê
de girtîye.Wî jî
serî li CHP-ê da û daxwez
kir ku di CHP-ê de bikeve parlemento
yê.Hinek kesên din jî
hene ku
doza ergenekonê
de girtîne,di CHP-ê û MHP-ê
de dibin berdendam.
Bi teybetî Kemal
Kilicdaroglu wiha gotubû:“Gelo ergenekon
li kuye?
Ez bi xwe dixwezim
bibim endamê
ergenekonê.“Gelo em Kurd wî
mirovî ra
çi bêjin?
Berbijêrê AK Partiyê ê Amedê Galip Ensarîoglu
li malpera
NETKURD de wiha got:“Ne BDP take nunera
kurdan e ne jî ew bi serê xwe
dikare meseleyan çareser bike.Pirsa Kurd gelek giring e,mirov
tên kuştin,êş û derd tên kişandin,mal wêran
dibin.Nuha di atmosfera berê hilbijartinan de îmkana hevkariyê tunebe jî sibê
piştî hilbijartinan
li parlamentoyê
divê em bi hev
re kar
bikin.Di çareserkirina pirsa
Kurd de ji
bilî AKP-ê tu şansa BDP-ê nîne.Ji wergirtina
alîkariya BDP-ê pê ve
tu şansa AKP-ê jî tune.Em nikarin bi tunekirina hevdu,bi tuneqebûlkirina hevdu pirsa Kurd
çareser bikin.Ez
ji parlementoya nuh bihêvî me.“
Belê ez
gotinên bi rêz
Ensarîoglu rast dibînim û gerê em hevdu nexapînin.AKP Kurdan dixapînî.
Ez bawar dikim ku AKP ji ergenekonê ditirse
û kurdin ba
xwe jî dixapinî.Ji
ber ku
bi salane ku Kurd
gavekî pêşde naçin.Dibe ku vê hilbijartinê de kurdin ba AKP-ê,ji
wan gelek kes
neçin ser sandiqan û saz kirina hukumatê
jî dest
AKP-ê derbikevî.Ango hukumarê CHP û MHP
bi hevra saz bikin.Dema ku mirovên Ergenekonê
(CHP,MHP) hukumatê saz bikin,dawîya AKP-ê û Kurdan dibe
dawîya gahê boro.
Navbera me kurdan de gotina gahê bor
û gahê sor
heye.Tê gotin ku
:“ Rojan rojekî
li çiyakî Kudistanê du gahên xurt hebûne.Gah
bi dilên xwe çêrîyane û gerîyane.Ji wan
gahan yek sor e û yek
jî bor
e.Gurên çîyan
çercaran dor li wan
girtine ku
wan bixiwen.Lê belê gahan boçên xwe kutane
hevdu û bi qoçên xwe li guran dane.Gur
wan cîde
dihêlin û diçin.Bi teybetî gahê sor li
guran zori
dike.Çend rojan, şunde gur carik din diçin
û durva li
gahan mêze dikin
ku gahê
bor diçe
ser çavkanîyê ku avê ve bixwe;gahê sor nahêlîne ku ew
pêşta
avê ve bixwe.Gahê bor
dura avê
vedixwe û diçe dur.“
Gurek
diçe cem gahê
bor û durva
wiha dibêje:“Gahê
boro, gahê
sor li ser
te neqe
,ware em bi hevra
bibin heval.Ez
û hevalên xwe wî
dixwen,tu alikarîya
wî meke.Va çiya
bi te dimîne.Dura
tu bi dilê xwe li
vî çiyayî
digerî ez hevalê
te me.Gahê
bor dibêje erê
û hemû gurên
har dor li gahê
sor digirin
û wî dixwen.“Çend
rojan şunde
gur disa birçî
dibin û diçin
gahê bor.Gahê bor
wiha dibêje:Guru
em hevalên hevdune.Çima
hûn min dixwezin
bixwen?“Gur wiha dibêje:“Dema ku
me gahê
sor xiwar
te wê demê bînana
bîra xwe.“
Ez
jî dibêjin ku
gerê mirov
tucar bawarîya xwe bi hevaltîya guran nehînî.Mirovê ergenekon jî gurên
harin.
|